Fatemeh Davand bi dersînorkirinê re rû bi rû ye

Girtiya siyasî Fatemeh Davand ku li Tirkiyeyê koçber e, bi metirsiya ku ji Tirkiyeyê dersînorê Îranê were kirin re rû bi rû ye. Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê diyar kir ku Fatemeh Davand ji bo were dersînorkirin şandine kampa şûndevegerandinê.

Navenda Nûçeyan- Fatemeh Davand ku li Tirkiyeyê weke koçber dijî, di Mijdara 2019’an de di dema serhildanên li Îranê dest pê kirin de hat girtin û piştre di dadgeha ku weke Dadgeha Aban li Londrayê hat lidarxistin de şahidi kir, bi metirsiya ku ji Tirkiyeyê dersînorê Îranê were kirin re rû bi rû ye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê bal kişand ku Fatemeh Davand bi mersiya ku were dersînorkirin re rû bi rû ye û wiha got: “Em ji hikumeta Tirkiyeyê dixwazin biryara dersînorkirina Fatemeh Davandî rawestîne. Ger Fatemeh Davandî radestî Komara Îslama Îranê were kirin dê bi metirsiya girtin û îşkenceyê re wê rû bi rû bimîne û jiyana wê bikeve xeterê.”

Rastî zext û îşkenceyê hat

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, hat detsnîşankirin ku Fatemeh Davand li gel kurê xwe yê 18 salî bêyî tu belgeyê dema hewl da ji welat derbikeve, di 3’ê Tebaxê de ji aliyê polîsên Tirk ve hat girtin. Di raporê de agahiya ku wê Fatemeh û kurê wê bişîni kampa şûndevegerandinê ya li Aydinê û di bin metirsiya dersînorkirinê deye parve kir.

Çi bûbû?

Fatemeh Davandî di dema xwepêşandanên li seranserê Îranê de di 16’ê Mijdara 2019’an de hatibû girtin û rastî îşkenceyê hatibû. Piştre ji aliyê 103’yemîn Şaxa Dadgeha Ceza ya Bukan ve bi hinceta ‘beşdarî protestoyan bûye û hîcaba xwe ji serê xwe derxistiye aramiya civakê xira kiriye’ 5 meh cezayê girtîgehê û cezayê 30 qamişan lê hat birîn. Di doza duyemîn a ji aliyê 1’emîn Şaxa Dadgeha Şoreşê ya Mihabadê bi hinceta ‘li dijî ewlehiya neteweyî civîn û hevkarî’ 5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn û ev ceza piştre daket 45 rojan. Fatemeh bi kefaleta demkî derket, ji Îranê weke koçber koçî Tirkiyeyê kir.

Di Mijdara 2021’ê de Fatemeh Davand di nava şahidên li Dadgeha Aban a li Londrayê hat lidarxistin de cih girt. Fatemeh Davand ji Tirkiyeyê bi riya dîmen îfade da. Dadgeha Aban a ji aliyê ji bo Îranê Edalet, Yekitiya Li Dijî Cezayê Mirinê û Mafên Mirovan a Îranê ve ji bo kesên ku di Mijdara 2019’an de  di çalakiyên hatîn li darxistin de jiyana xwe ji dest dane hat lidarixstin.