Faryal Hîjazî: Ez ji malê derketim û min atolyek vekir

Faryal Hîjazî ya Lubnanî ku piştî tevlibûna qurseke sê mehî atolyek ku şîr û berhemên şîr hildiberîne vekir, bi piştgiriya malbata xwe îro bi sedan kîlo berheman difiroşe.

FADÎA JUMAA

Beyrûd- Faryal Hîjazî ya ji bajaroka Battle yê girêdayî navçeya Tîre ya li başûrê Lubnanê, bi destpêkirina projeya hilberîna şîr û berhemên şîr, serxwebûna aborî bi dest xist. Faryal Hîjazî, diyar kir ku li Başûrê Lubnanê tevli kurseke ku ji jinan re dihat dayîn bûye û piştî vê kursê projeya xwe daye destpêkirin û got: “Em bi gelemperî fêrî kursên kurt û hêsan bibûn lê kursa ku herî dawî em tevlibûn çend meh berdewam kir. Me bi perwerde, azmûn, serdanên atolye û qadên mezin, li ser çerxên hilberînê heta hûrgiliyên wan lêkolîn kir.”

Ji gelek deveran sparîş digre

Faryal Hîjazî, diyar kir ku bi alîkariya hevjîn û birayê xwe beşek ji kargehê li binê mala xwe vekiriye û wiha got: “Destpêkê min berhemên xwe difirot ferdên malbata xwe. Piştre min ji heval û cîranên xwe piştgirî girt û daxwazên ji bo berhemên atolyeyê zêde bûn. Niha rojane heta 700 kîlogram berheman difiroşim. Êdî ji bilî herêm û derdora lê dijîm, ji gelek ciyên kar jî sîparîşan digrim. Kesên mezêxer ji ber ku berhemên min xwemalî ne, pir ji wan hêz dikin û ji ber ku di hilberînê de bi giştî malzemeyên xwezayî bi kar tînim jî pir kêfxweş in.”,

Berhemên ji şîr çêdibin bi zarokan da hêzkirin

Faryal Hîjazî, da zanîn ku bi qalibên cuda yên bi kar tîne jî bala zarokan kişandiye û wiha axivî: “Ez ji bo zarokan teşwîqê berhemên şîr bikim, di qalibên cuda de berhemên taybet hildiberînim. Dema daxwaz zêde bûn, gelek kêfxweş bûm. Hem di mijara berdewamkirin û hem jî zêdekirina hilberînê de min gelek teşwîq kir. Dema daxwaz zêde bûn, min alavên mezintir û nûjen kirî. Ez bawer dikim ku projeya min di aliyê aborî de serketfî ye. Vê derfetê ji bo min deriyek nû yê dahatiyê vekir.

Hemû kesên malbatê dixebitin

Faryal Hîjazî, diyar kir ku hevjînê wê beriya şewba koronayê necarî (marangozî) dikir û wiha got: “Piştî ku di vê pêvajoyê de karê hevjînê min xilas bû, em wek malbat bûn yek û bi zarokên xwe re di atolyeyê de xebitîn. Ev yek jî bû sedema zêdebûna hilberînê û bi hilberînê re jî bû sedema vebûna bazarên nû. Ji ber ku kurê min weke mufetîşê tenduristiyê perwerdeya xwe berdewam dikir, ji bo qada pisporiya zarokên min li zanîngehan bû, ev yek bû sedema pêşketina pêvajoya karê min. Kurê min berpirsê fermî yê laboratuarê ye. Keça min a mezûna kargera dezgehê jî di aliyê bazarkarî, rêveberiya hesab û belavkirinê de dibe alîkar.”

'Min ji bo bihêzkirina xwe gelek hewl da’

Faryal Hîjazî, di piştgirîkirina projeya xwe de bal kişand ser girîngiya hevgirtina malbatê û wiha axivî: “Min li male dest bi kar kir û ez îro xwediyê atolyeyê me. Min ji bo bihêzkirina xwe gelek hewl da. Li vir gelek derfetên ku jin dikarin ji malên xwe jî sûdê bigrin û ji bo avakirina karê xwe bixebitin hene. Bingeh ev e û çiqas biçûk dibe bila bibe, her kar dikare bi îrade, xebat û bîrdarî bi pêş bikeve. Pêwîst e jin tenê vê yekê bikin. Avêtina gava ewil pir girîng e.”