Farîdah a ji Efganistanê: Cih ji tirsê re nîne têkoşîna me didome

Mamosteya Baglanî Farîdah ku hevjînê wê piştî ji aliyê Talîbanê ve hate binçavkirin hate windakirin wiha got: “Cih ji tirsê re nîne û em têkoşîna xwe didomînin. Di riya şerê li dijî wan de bi wêrekî mirin baştir e.”

BAHARÎN LEHÎB

Baglan – Bajarê bakûrê Efganistanê Baglan di demê berê de yek ji navendên herî baş ya berhemdana çîmento bû. Piştî têkoşîna 1978’an bajarê ku di aliyê aborî û civakî de hilweşînek cidî jiyan kir, hemu derdorên wê bi mayînan tijî bû. Baglan bûye yek ji bajarê ji bê îstiqrariya siyasî, zextên ku zêde dibin û nîvenga tundiyê bandor bûye her wiha tundiya li dijî jinan û qetilkirin jî zêde tê jiyîn.

Weke bi milyonan jin û zarokên keç ên Efganistanê, jinên li Baglan jî ji aliyê Talîbanê ve ji kar û perwerdeyê bê par hatine hiştin. Di dema gera bajar de hejmarek zêde ya endamên Talîbanê li bajar dewriye digerandin. Li eyaletan zagonên Talibanê li hemberî mirovan û bi taybet li hemberî jinan gelek hişk in, xwegihandina gel ya medya û torên dijîtal kêmtir e. Talîban ji ber vê yekê zagonên xwe li eyaletan ji bo hê zêdetir bi otorîtertir pêkbîne ji vê firsendê sûdê digre. Jinên li vî bajarî ku li dijî zagonên li dijî jinan hertim rabûne ser lingan rû bi rûyî zext, girtin, windakirin, tacîz û destdirêjiyê mane. Lê belê wan têkoşîna xwe berdewam kir û gav şûnde ne avêtin.

‘Min bi kîn li wan meyzekir û ez ji wir derketim’

Farîdah mamostayek e. Hevjînê wê ji aliyê rêveberiya Talîban ve hate windakirin. Li gel çar zarokên xwe di malek  kirê de jiyan dike. Farîdah wiha got: “Hevjînê min karmendek leşkerî yê hikumeta berî vê bû. Piştî 6 mehan dema ku Talîban dest danî ser rêveberiyê, şevekê hatin mala me. Em hemû razayî bûn, em kilît kirin bêyî ku gotinekê bikin hevjînê min birin. Dema min pirs kir got ‘ne li gel meye bi xwe xwe ji holê rakiriye.’ Rojekê ji bo aqûbeta hevjînê xwe bizanim, ez çûm girtîgehê weke her demê  ez biçûk xistim û rastî heqaretê hatim. Hewl didin bi gotina hevjînê min ez hêlame min bi êşînin. Min bi kîn li wan meyzekir û ez ji wir derketim.”

‘Di şer de bi wêrekî mirin baştir e’

Farîdah ji bo pirsîna hevjîna xwe ev riya ketiyê, niha ji bo welatê xwe li qadan têdikoşe. Farîdah got ku îşkenceya bi qamçî, ji êşên jiyanê ne zêdetir e û wiha got: “Ji ber em her roj ji qamçîkirinên wan zêdetir êşê dikêşin, li aliyekê dehşeta wan di bedene me de, em di hestiyên xwede hîs dikin. Ji ber wê yekê li gel me cihê tirsê nîne û em têkoşîna xwe berdewam dikin. Bi biçûkxistin û heqaretê her roj me dikujin, di riya bi wan re şerkirin de bi wêrekî mirin baştir e.”