Famînîstên Cezayirê dest bi çalakiyên 8'ê Adarê kirin

Di 25'ê sibatê de çalakvanên famînîst ên Cezayirê di gelek komele û rêxistinên famînîstan de ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dest bi çalakiyên elktronîk kirin.

NECWA RAHIM 
Cezayir – Bi saya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê destkeftiyên jinan tên parastin û pîroz kirin. Mîna piraniya welatan, jinên Cezayîrî jî vê rojê pîroz dikin. Jinên di komeleyên famînist ên cezayirê de cih digirin insiyatîf pêşxistin, ji bo ku zanebûn pêşbikeve, nirxandin ji bo karê jina û bal kişandin ser serxwebûna aborî ya jinan û mafê karkirinê bê ku heqaret lê were kirin. Faministan bi rêya van nirxandina bang li hemû jinan kirin ku bi rêya dîtbariyê tecrubeyên xwe yên kesanî di derbarê kar û serxwebûna abûrî  de parve bikin. Di eynî demê de çîrokên serkeftinê xwe, daxwaza kar û di derbarê bêkariya jinan de biaxivin. Bi taybet yê ku zaningeh qedandine, van hemûya parve bikin.
Çalakvana famînîst Amal Hicac got: "Tevlîbûna kampanya Roja Jinê ya Cîhanî nayê wata ku ev roj cejne, lê ev roj ji bo ku jin daxwaza mafê tevahî jinan bike." 
Jinên Cezayîrê û guherîna ber bi wekheviyê ve
Amal qala çalakiyên Komeleya "Jinên Cezayîrî ji bo Guherîna Ber bi wekheviyê ve", û zehmetiyên ku jinên Cezayîrî ji dema serxwebûnê ve bi wan re rû bi rû ma ne kir û got: "Tevî ku pir jin hene di asta zanistî de pêşketîne û di pir karan de dikarin cih bigrin, lê heya niha şidetê di warê karkirin, malbat û bêkariyê de dibîn e."
Pandemiyê bi xwe re şidet zêdekiriye
Li ser şîdeta nav malê ya ku jinên Cezayîrî tê de ne jî Amal got ku şîdet di civaka Cezayîrî de heye, pandemiya corona zêde kir ji ber ku jin neçar dimînin ku bi tacizkarên xwe re bimînin. 
Di roja cîhanî ya jinê di sala 2020'an de Amalî Hicac kampanya despêkir û daxaza mafê jina kir û got: "8'ê Adarê ne cejne, lê ji bo ku jin daxwaza mafên xwe bikin û li himber şideta ku li cezayir li dijî jinê tekoşîn bikin."
Tevgera femînîst li Cezayîrê dereng dest pê kir li hin dewletên dîtir di encama ku Fransî di cezayirê de heta sala 1930 dom kir heya Eniya Rizgariya Neteweyî(cebhet tehrîr EL- wetenî ) li dijî wê têkoşîn da destpêkirin û serxwebûn di sala 1962'an de pêk hat.