Faîzaya Efgan mala xwe kir dibistan û jinan perwerde dike

Li gundek wilayeta Badahşanê, jina bi navê Faîze Sultan digel zextên Talîbanê jî, ji bo keçan polên zanistê û Îngilîzî ava kiriye. Malbatên li gund jî destek didin wê.

BEHARÎN LEHÎB

Badahşan – Li gundek wîlayeta Badahşan em çûn malek bi kerpîçan hatiye çêkirin. Li vir,  malbatek bi hêvî dijiya. Dayîka malbatê bi kêfxweşî em pêşwazî kirin. Xaliyên malê gelek kevin bûn, li hinek cihan cil lê hatibûn danîn, lê belê ewqas paqij bû ku kevinbûna wê nedihat dîtin. Hê em teze rûniştibûn, jinek ciwan bi rûkeniya xwe ket hindur û çend tas mast anî ji me re. Li gel wê xwîşka wê ya biçûk jî çayê hilgirtibû.

Her çiqas ji dûr ve mîna malbatek xizan xuya bike jî, mîna gelek jinên li Efganistanê, ne li ber xizaniyê ne jî li ber zexta Talîban û civaka mêrê serdest serî netewandine. Sê keçên malbatê hebûn, kurê wan tunebû û li gel dayîk û bavê xwe dijiyan.

‘Dibistanên kuran jî veguherî medreseyên olî’

Bavê malbatê mamosteyê dibîstana gund bû. Dema me li rewşa dijî pirsî, bi êş wiha got: “Dijminê rast ê Talîban, jin in. Piştî wê jî perwerde ye. Ji bo me mêran jî rewş ne baş e. Her roj tevî dersê, ruyê me dipîvin, ger kin be li me dixin. Destûr nadin ku tu xwendevanên kur û mamoste bi cilên fermî herin dibîstanê. Li gel gomlek û şelwar, divê kum û serpoç li xwe bikin. Bi caran kurên gihayî, ji ber ku li gorî pîvanan tevnegeriyane lêdan xwarin. Hejmara dersên olî zêde bû, dersdayîna jinan a ji bo zarokên kur, hate qedexekirin. Êdî dibîstanên kuran jî veguherîn medreseyên olî yên Talîbanê.”

‘Me nedixwest herin dibistanên olî’

Keça malê Faîze Sultan têkildarî gotinên bavê xwe wiha got: “Dema min bihîst bavê min behsa sekna Talîban a zextkar a li beramberî mamoste û xwendekaran kir, ez kêfxweş bûm ku dibistana keçan girtî ye. Ji ber ku ez dizanim, ji bo me keçan gef û zext wê gelek qatan zêdetir bûya. Dema Talîbanê desthilatî kir destê xwe, ez di pola 11’an de bûm. Ne ez ne malbata min me ne dixwestin ez û xwîşkên xwe biçin dibistanên olî. Ew çîrokên bi êş ên me ji van dibistanan dibhîst ez ditirsandim.”

‘Êdî tu tirsa min nemaye’

Dema me ji Faîze Sultan pirsa “Tu dixwazî çi bikî?” kir, wê bi rûkeniya xwe wiha bersîv da: “Ev du sal in ez perwerdeya zanistî û Îngilîzî didim nêzî 30 keçan. Her roj ez du, sê saetan ji bo wan vediqetînim. Piştre ez xwe ji bo dersên roja din amade dikim. Ji roja ku min dest bi dayîna dersan kirî heta niha, hem di min de hem jî di 30 keçan de hêvî ji nû ve şîn bû û êdî tu tirsa min nemaye. Gelek caran erkdarên Talîban yên ‘Emr-i bil Maruf’ û melayê mizgeftê hatin pola me. Tiştê ku pirsîn, ev bû; Çima dersên zanistê tê dayîn?’ Van dersan li dijî Îslamê îlan kirine. Lê belê bi caran me got ev der dibistanek olî ye. Ji bo ku nezan in, me tu belge nîşan neda. Di polên me de dersên zanistî û Îngilîzî hene.”

Faîze Sultan di dawiya axaftina xwe wiha got: “Ji bo ez ji malbata xwe, hemû keçên gund û malbatan destek digrim. Gelek kêfxweş im, ji ber vê yekê tirsa min nîne. Di vê pêvajoyê de hem ez bûm xwedî zêdetir agahiyan, hem jî min derfeta dayîna desteka ji bo jinên din dît.”