Fadîle Tok: Em li gel jinên Şengal û Efganistanê ne

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar piştgiriya xwe ji bo jinên Efgan û Şengalê anî ziman û got: “Dibe ku em wek fîzîkî li gel jinên Efganistanê nebin, lê em êşa wan di dilê xwe de hîs dikin û em hertim li gel wan in.”

BERJÎN KARA

Mexmûr- Meclîsa Îştar ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê di çarçoveya kampanyaya ku Koordînasyona KJK’ê dabû destpê kirin de, di 2’ê mehê de bi daxuyaniyekê starta çalakiyên xwe yê ji bo piştgiriya jinên Şengalê û Efganistanê da. Di startê de çalakiyên wek meş, semîner, platform û name ji bo jinên Efgan û Şengal û her wiha li wargehê daleqandina afîşan cih digire.

Endama Meclîsa Îştar ya wargeha penaberan a Mexmûrê Fadîle Tok di derbarê rêzeçalakiyên ku ji bo kampanya KJK’ê dane destpêkirin de axivî.

‘KJK’ê bi kampanyaya xwe xwedî li jinan derket’

Fadîle Tok di destpêka axaftina xwe de piştgiriya jinên wargeha Mexmûr ya ji jinên Şengal û Efgan re da diyarkirin û got: “Pêngava ku tevgera me ya jin KJK’ê daye destpê kirin, me jî wek gel û jinên wargeha Mexmûr ji bo ku vê pêngavê hem zêdetir bihêz bikin, hem dengê xwe bilind bikin û em bêjin ew tevgera me ye, beşdarî pêngavê bûn. KJK’ê bi pêngava ku ji 1’ê Tebaxê heta 15’ê Tebaxê ji bo jinên Şengal û jinên ku li Efganîstanê dibin zilma Talîban de dayî destpê kirin piştgiriya xwe da nîşan kirin. Ji hêza DAIŞ, serçeteyên wek Erdoxan û tevayî hêzên ku li ser gelan qetlîam û qirkirinê pêktînin re diyar kir ku li kuderê zilm û bêmafî hebe ew wek Tevgera Azadîxwaz ya jin wê li hemberî wê derkevin û emê heta dawiyê daxwazên gel çi bin, kar û xebatên xwe çi di warê çekdarî de be çi di warê siyasî de be pêkbînin.”

‘Tundî ne tenê fîzîkî ye, rihî ye jî’

Fadîle Tok diyar kir ku li her deverê cîhanê jin li rastî tundutujiyê tên û wiha axivî: “Li Ewrupa jî dewletên navnetewî dîsa zilm û bêmafiya ku li hember jinê tê kirin, ev ne tenê di aliyê fîzîkî de di aliyê rih û nefsî de jî tê meşandin. Di heman demê de em dikarin bêjin jinên ku îro dibin hişmendiya mêrê serdest de tê binpêkirin, em wek jinên Mexmûrê heta dawiyê dê li gel jinên ku heqaret li wan hatine kirin bin.”

‘Dibe bi fîzîkî ne li gel wan bin, lê em êşa wan di dilê xwe de hîs dikin’

Fadîle Tok bal kişand ser rêzeçalakiyên ku li wargeha Mexmûr dane destpê kirin û wiha anî ziman: “Piştî pêngava ku KJK’ê dayî destpê kirin, wek wargeha Mexmûr me jî rêzeçalakî dane pêşiya xwe. Me starta çalakiyên xwe da, em jî diyar dikin ku em bi her awayî li gel tevgera xwe ya jinê ne û em jî parçeyek ya wê ne. Rêzeçalakiyên ku me dane diyar kirin wê platforma gel werin çêkirin, semîner di semtan de werin dayîn û di heman demê de ji bo giştî jinên êş kişandine, jinên Efganîstanê û Şengalê name dê bê şandin. Ji xwe rasterast em bi jinên Şengal û Rojava re dinava peywendiyan de ne, dibe ku em wek fîzîkî li gel jinên Efganîstanê nebin, lê em êşa wan di dilê xwe de hîs dikin û em hertim li gel wanin. Em hertim ji bo azadkirina wan bixebitin, em ê bibin hêvî û dengê wan. Em ê gel wan cih bigrin, fikrê me û rihê me jî hertim li gel heve.”

‘Wê hertim têkoşîn bilind bibe’

Fadîle Tok da zanîn ku ne tenê jinên Kurd, heman demê de jinên qaşo li dewletên xwe demokrat dibînin de jî rastî binpêkirinên derûnî tên û wiha pê de çû: “Kampanya ku hatî destpê kirin ne tenê ji bo pêvajoyeke demkiye, ji xwe ev bername ya Tevgera Azadîxwaze li hemberî zilm, dagirkerî û desthilatdarî û mêrê serdest wê hertim têkoşîn bilind be. Ne tenê jinên Kurd di bin zilmê de ne, êş kişandine, bi qetlîam, qirkirin û destdirêjiyê re rû bi rû hatine di heman demê de jinên ku li dewletên qaşo dibêjin em demokrasiyê diparêzin herî zêde li rastî binpêkirinên derûnî tên.”

Jin pêşengiyê dikin

Fadîle Tok wiha domand: “Tevgera me têkoşînek demdirêj ku pêşengtiya wê Rêber APO dike û bi tevgera PKK’ê şoreşa mirovahiyê destpê kiriye. Hîn esasî, cewherê wê yê rast û pêşengiya wê tevgera jin dike. Ji bo wê em dikarin bêjin wê bibe hêviya jinên tevayî cîhanê. Di heman demê de em dixwazin yekitî û fikrê xwe li giştî jinên cîhanê belav bikin, herwiha hêzekî xurt û Konfederalîzma Demokratîk ya jin ava bikin. Çiqas em li welatên durî hevjî bin lê rih, têkoşîn, berxwedan û yekitiya me wê hertim nêz û li gel hevbe.”

‘Têkoşîna me mafdar e û wê serbikeve’

Fadîle Tok di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Berxwedana ku li Îmraliyê Rêber APO dimeşîne û îro tecrîda herî girankirî li ser Rêber APO ye. Bi şêwazek bê exlaqî tundiya herî mezin li ser îradeya gelê Kurd, mirovahî, demokrasî û Rêber APO tê meşandin û di şexsê wê de li ser tevayî jinan tê meşandin. Ji ber wê çendê em soza wê yekê didin em tu caran ne rawestin, emê têkoşîn û berxwedana wê bikin. Têkoşîna me mafdare û wê serbikeve. Ji ber ku em îlhama xwe ji nêrîn, fikir, raman û têkoşîna Rêber APO digrin.”