Ezmûnên tevgerên jinan di pêvajoyên aştî û çareseriyên siyasî de – 1

Bi banga dîrokî ya Rêbertî ya Aştî û Civaka Demokratîk me pêwîst dît ku em carekî din cerîbandinên jinan di pêvajoyên aştiyê û çareseriyê li welatên cûda de şirove bikin û her wiha ezmûnên Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê girêdayî bi vê pêvajo binirxînin.

AKADEMIYA JINEOLOJÎ

Pêvajoyên aştiyê yên di berdewama têkoşînên çekdarî yên tevgerên rizgariyê de destpê kirine li her welatek xwedî rastiyên taybet ên dîrokî, çandî û siyasî ne. Cudahî hem di aliyê şert û mercên civakî û aborî de, di siyasetên hêzên herêmî û hegemon de hem jî di aliyê bîrdozî, asta rêxistinbûn û siyasetên tevgerên rizgariyê de derdikevin holê. Reçeteyeke mirov dikare rasterast ji welatek derbasî welatek din bike tuneye. Lê belê analîza destkeftî û kêmaniyên ezmûnên jin û tevgeran li cihên cuda yên cîhanê daneyên girîng ji bo diyarkirina siyaseta Tevgera Azadiya Jinê di vê pêvajoya dîrokî de nîşan dike.

Konferans û kongreyên jinan

Ji şerê cîhanê yê yekemîn ve, jinên ji welat û tevgerên cûda wekî çalakvanên aştiyê hewldanên girîng ji bo guhertina pergala serdestiya mêr-dewletê, nijadperestî û kedxwariyê bipêş xistin. Konferansa Navneteweyî ya Jinên Sosyalîst li Bernê û Kongra Navneteweyî ya Jinan ji bo Aştî li Den Haagê bi beşdarbûna hezar û 136 jinên ji 12 welatan a di sala 1915'an de, mînakên vê yekê ne. Bi pêşengtiya Konferansa Jinên Sosyalîst hevgirtina enternasyonalîst a jin û karkeran li dijî miletgerî, mîlîtarîzm, kapîtalîzm û şerê emperyalîst ji nû ve hatiye zindîkirin.

Kongra Den Haagê

Ev helwest bûye bingeha Şoreşa Sovyetan û serhildanên leşker û karkeran ku Şerê Cîhanî yê Yekem dan sekinandin. "Şerê bi destê zilam hat çêkirin, divê bi destê jinan were sekinandin" him hişmendiya Kongra Den Haagê îfade dike him jî sernivîsa manîfesto bû ku ji aliyê delegaya Ermen a kongrê Den Haagê Lucy Thoumaian ve hatibû nivîsandin. Biryar û xebatên delegeyên Kongra Den Haagê derbarê damezrandina dadgeheke navneteweyî ya daîmî de ji bo darizandina sûcên şer, pênasekirina tecawizên komî wekî amûr û sûcê şer, qedexekirina bazirganiya çekan, sazkirina nîzamek aborî ya cîhanî ya nû û avakirina Yekîtiya Jinan a Navneteweyî ya ji bo Aştî û Azadiyê (WILPF) pêşengtiya avakirina Komeleya Neteweyan (rêxistina pêşî ya NY’ê) û hiqûqa navneteweyî kir.

Pêvajoyên muzakere û peymanên aştiyê

Tevî ku jinan him di qada navneteweyî de him jî bi xebat û têkiliyên xwe yên civakî ve pêşengtiya pêvajoyên çareseriyê û aştiyê kirine, jin û daxwazên wan bi piranî ji derveyê mekanîzmayên muzakere û hevpeymanên aştiyê hatin hiştin. Di salên 1990‘î de bi bandora şer û qirkirinên li Yugoslavya û Ruwandayê, jinên femînîst û aştîxwaz ji bo darizandina tecawiz û destdirêjî mîna tawanên şer kampanyayên navneteweyî birêxistin kirin. Di encama têkoşîna jinan de Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî di sala 2000‘an de biryara 1325’an ji bo li pêşîgirtin û darizandina tundiya zayendî di demên şer de û beşdariya jinan a di pêvajoyên aştiyê de pêjirand. Lê belê daneyên NY’yê nîşan didin ku jin tenê di nav ji sedî 6‘ê peymanên aştiyê yên di navbera salên 1992 û 2019’an de hatine îmzekirin de bi awayekî çalak beşdar hebûne. Lêkolîn eşkere dikin ku pêvajoyên diyalog û aştiyê yên ku vîn û perspektîfên jinan nagirin nav xwe, têk diçin û nikarin aştiyeke civakî ya mayînde ava bikin. Îhtîmala pêkanîna peymanên aştiyê di pêvajoyên ku jin beşdar bûne de ji sedî 35’an derbas dibe. Lê ya girîng jî ew e ku beşdariya jinan ne sembolîk ango bi şêwazeke elîtîst be. Ji vê zêdetir girîng e ku jinên ji tevahî beşên civakî bikarin tevlî pêvajoyên nîqaşê bibin û bi rêya nûnerên tevgera jinê vîn û daxwazên xwe di lihevhatinên aştiyê de bi bandor tevlî bikin û pêk bînin. 

Qonaxên pêvajoyên aştiyê

Têgihîştina serdest a pêvajoyên aştiyê wekî siyaseta elît li ser sê qonaxan hatiye avakirin: Yek, mûzakere di navbera nûnerên aliyên nakok de çêdibe. Bi piranî bi beşdarbûna çavdêrî an jî navbeynkariyên ji aliyeke sêyemîn ve pêk tê. Du, lihevhatin û îmzekirina peymanên aştiyê. Sê, sekinandina pevçûnên leşkerî. Çar, ‘vegera rewşa asayî’ (bêçekkirin û belavkirina hêzên leşkerî yên nedewletî û pêkanîna reforman a ji aliyê dewletê ve). Pênc, ji nû ve entegrekirina şervanên berê ya di pergala dewletê, civak û malbatê de.

Pêvajoyên piştî hevpeymanên aştiyê

Gelek pêvajoyên aştiyê yên ku bi vê ferasetê hatin meşandin bin ketin. Peymana Oslo ya sala 1993‘an di navbera Îsraîl û PLO an jî Peymanên Arusha de di sala 1993‘an de ji bo bidawîkirina şerê navxweyî yê li Ruandayê, çend ji mînakên vana ne. Çawa ku piştî îmzekirina van hevpeymanên aştiyê li Filistîn û Ruandayê qirkirinên herî mezin qewimîn, li Tamîl Elam jî 3 sal piştî têkçûna pêvajoya Osloyê ya sala 2006’an, dewleta Srî Lanka jî komkujiyên herî mezin li dijî gelê sîvîl û kadroyên LTTE çêkir. Di van mînakan de xuya dibe ku hem di rewşên têkçûna danûstandinên aştiyê de, hem jî piştî îmzekirina peymanên aştiyê, xeteriyên mezin ên qirkirinê berdewam dikin. Her wiha pêvajoya heta îmzekirina peymana aştiyê ya di navbera gerîlayên FARC’ê û dewleta Kolombiya di sala 2016‘an de jî piranî di çarçoveya pênc qonaxan de pêk hat. Lê belê lihevkirina reforma axê ji hêla hêzên sermayeyê û axayên mezin ve hatiye astengkirin û bi sedan gerîlayên berê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin.

Piştî pêvajoyên aştiyê zextên li jinan hatine kirin

Li gelek welatên ku şer piştî peymanên aştiyê bi rengekî fermî sekinî jî, tundî vediguhere şêweyên din. Mînak, jinên ji welatên Abya Yala, Efrîka û Asya rave dikin ku piştî bidawîbûna şerên çekdarî tundiya zayendperest û qirkirinên li dijî jinan zêde bûne. Jinên berê gerîla bûn jî rastî zextên dewlet, zewac û malbatê tên. Di pêvajoyên ku wekî ‘vegera rewşa asayî’ an jî ‘ji nû ve entegrekirin’ tên pênasekirin de pergala mêr-dewlet herî zêde hewl dide serweriya xwe biparêze û jin û şoreşgeran tevlî statukoya baviksalar bike. Bi rêya saziyên dewlet, ol, perwerde û medyayê kevneşopiyên zayendperestiya civakî û çanda tecawizê tên gurkirin. Piştî peymanên aştiyê rûmeta şervanên jin wekî di mînaka jinên FARC’ê de gelek car bi pênaseyên wekî ‘fahîşe’ ango ‘xanimên fermandaran’ tê binpêkirin. Her wiha piştî pêvajoyên şer û qirkirinên li Sierra Leone, Nepal, Bosna, Srî Lanka û gelek welatên din jin tenê wekî maxdurên pasîf dihatin pênasekirin. Ked û têkoşînên wan ji bo edalet û aştiyê ji nedîtî ve hatin.

Têkoşîna jinan piştî şoreşan jî didome

Jinên Sandînîsta yên dema şoreşa Nîkaragua fermandariya eniyên şer dikirin, rave dikin ku piştî serkeftina leşkerî ya şoreşê di sala 1979‘an de, li derveyê mekanizmayên biryardayînê dihatin hiştin. Desthilatdarên nû yên mêr wekî Daniel Ortega hewl didan jin dîsa bi rola hevjîn û dayîkê sînordar bikin û ji bo daxwazên xwe yên şexsî bikar bînin. Li şûna pergaleke demokratîk ku mafê kedkaran û gelên xwecîhî diparêze carekî din pergalekî otokratîk ket meriyetê. Lewma têkoşîna jinan li dijî desthilatdariyê di nav rêxistinên cuda de heta îro berdewam dike.

3 şertên ji bo pêkanîna aştiyê

Rêber Apo di parêznameya Sosyolojiya Azadî de aştiyê wek ‘lihevkirinek di navbera demokrasî û dewletê de’ pênase dike. Li ser bingeha ku ‘Di aştiyê de alî hene. Serdestiyeke ji sedî sed a aliyekî nîne û divê nebe‘, ew 3 şertên ji bo pêkanîna aştiyê rave dike: Şerta yekemîn a aştiyê, herkes bikaribe bi ewle bijî. Ev yek tenê bi xweparastina civakan û karektera civakan a ehlaqî û polîtîk dê pêk bê. Duyemîn, nabe ku yek alî serdest be. ‘Kîjan alî (heq-neheq) dibe bila bibe, ger ku herdu alî bêyî ku serdest bibin (bi çek) rawestandina şer qebûl bikin, hingê aştî dikare bikeve rojevê.‘ Sêyemîn, hemû alî di çareserkirina pirsgirêkê de rêz ji xebat û saziyên demokratîk ên civakê re rêzê bigirin.

Tevgerên jinan û aktîvîstên aştiyê jî di salên dawî de destnîşan kirin ku aştî ne tenê tê wateya sekinandina pevçûnên leşkerî. Aştî wekî pêvajoyeke dînamîk tê pênasekirin ku hewldanên ji bo   mîsogerkirina demokrasî, edaleta civakî, mafên wekhev ên jinan û hemû pêkhateyên candî û civakî dihewîne.

Komîsyonên heqîqet û edaletê

Bêyî pêvajoyên lêgerîna heqîqet û edaletê ku jin û hemû beşên civakê di nav xwe de dihewîne û bêyî ku sedemên pevçûn û şer werin çareserkirin, jiyaneke hevbeş a demokratîk û aştiyane bipêş nakeve. Bi vî awayî neheqî û newekhevî berdewam dikin û dibin çavkaniya şer û pevçûnên nû. Yek ji rêbazên herî girîng û veguherîner ên avakirina aştiyê, lêgerîna kolektîf a heqîqet û edaletê ye. Eşkerekirina heqîqetê, rûbirûkirina sûcên şer û sûcdarên wan, lêborîn û hesabxwestin, ji bo avakirina bîra civakî, nûkirina wîjdana civakî û gihandina aştiyeke mayînde jêneveger in. Di vê çarçoveyê de lêkolînên alternatîf ên dîrokî û avakirina komîsyonên heqîqet û edaletê ji bo civakên polîtîk û ehlaqî qadên çalakiyê ne.

Di komîsyonan de cîh nedane jinan

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, heta sala 2015’an li seranserê cîhanê li herêmên pevçûnan bi giştî 34 komîsyonên heqîqetê hatine avakirin. Lê belê bi taybetî di şer de heqîqeta jinan û asta sîstematîk a tundiya zayendî hîn pir kêm aşkera dibe. Li Nepal, Srî Lanka û gelek welatên din jî hemû endamên Komîsyona Heqîqetê û komîsyonên ku ji bo lêkolînkirina binpêkirinên mafên mirovan hatine erkdarkirin ji aliyê hikûmetê ve hatin tayînkirin. Bi vî awayî derfetên gihandina heqîqetê û beşdarbûna jinan hatine astengkirin. Digel ku li Kolumbiya di encama têkoşîna jinan de 5 jin û mêr di komîsyona netewî ya heqîqetê de cîh girtine jî, jinan nekarî bighîjin encamên ku hêvî dikirin. Dozên jinan di asta têrker de nehatin şopandin û nirxandin. Tenê piştî kampanyayên perwerdeyê dest bi vegotina êşên xwe kirin û tevahiya cûreyên şîdetê ku di nav de revandin, îşkence û tundiya zayendî bi nav kirin. Lê belê çalakvanên jin li Kolumbiya rexne dikin ku bûyerên ferdî yên tundiya zayendî di nava FARC'ê de bi sûcên tundiya zayendî yên sîstematîk ên dewletê re di vegotinên fermî û medyayê de hatine wekhevkirin.

Li Efrîkaya Başûr jinan ji sedî 56 cîh girtin

Komîsyona Heqîqet û Lihevkirinê ya li Afrîkaya Başûr ku di sala 1995‘an de hatiye damezrandin, erkên lêkolîn, hiqûqî û efûyê di nav xwe de dihewîne. Ev şêwaz ji bo komîsyonên li welatên din jî bûye modelek. Piştî 46 salên apartheidê û sedsalên kolonyalîzma hovane, rûbirûkirina heqîqetê pir dijwar bû. Di vê pêvajo de têgehên "lihevkirin" û "edaleta veguhertinê" (transformative justice) hatin pêşxistin. Jin jî bi awayekî aktîf beşdarî vê pêvajoyê bûn. Tevgera jinên Afrîkaya Başûr pêvajoya çareseriyê ji nêz ve dişopand û hewl da kêmasiyên komîsyonê çareser bike. Jinên reş xwedî zanînên kûr ên dîrokî û siyasî bûn. Di heman demê de wan êşkence û travmayên giran derbas kirine. Lê serlêdanên jinan li komîsyona heqîqatê ya ku ji mêran pêk dihat kêm bûn. Lewma aktîvîstên jin bal kişandin ser wê yekê û serdestiya mêr di komîsyonê de û guhdarîkirina jinan a ji aliyê mêran ve qebûl nekirin. Di encama têkoşînê de komîsyonên xweser ên jinan ji bo dozên jinan û tundiya zayendî hatin avakirin. Bi vî awayî asta beşdarbûna jinan gihand ji sedî 56’an. Lê piraniya jinan ji derveyî pêvajoya tazmînatê mane. Ji ber ku tenê ji mexdûrên nijadperestî û îşkenceyên sîstema apartheidê re tazmînat hat dayîn. Ji bo mexdûrên tundiya zayendî û kedxwariyê nikaribûn tazmînat bistînin. Îro jî têkoşîna jinên li Afrîkaya Başûr ji bo edaletê û li dijî çanda tecawiz û qirkirina jinan berdewam dike.

Saziyên jinan li Nepal, Kolombiya û Fîlîpînê xebatên edaleta civakî bipêş xistin

Di cerîbandinên 34 welatan de xuya dibe ku li piraniya welatan jin wekî kirde beşdarî komîsyonan nebûn an jî tenê bi rêya têkoşîna tevgerên jinan karibûn beşdarbûna xwe bi dest bixin. Dema jinan di komîsyonên fermî de cîh girtin jî, nêzîkatiyên komîsyonê jî bi rêbazên rehabîlîtasyonê, piştgiriya psîkolojîk û hiqûqî re sînordar mane. Mekanîzmayên têrker ên adaletê ji bo darizandina sûcên li dijî jinan nehatin avakirin. Her wiha jin di diyarkirina siyasetên pêşîgirtina li tundiya zayendperest de kêm mane. Ji ber vê yeke tevger û saziyên jinan li welatên wekî li Nepal, Kolombiya û Fîlîpînê xebatên edaleta civakî bipêş xistin. Li hemû herêman kombûnên bi navê ‘masayên aştiyê yên jinan’ bi rêxistin kirin. Bi vî awayî bi deh hezaran jin karibûn serpêhatiyên xwe parve bikin û nêrînên xwe ji bo gihandina edalet û aştiyê bi hev re nîqaş bikin. Belgekirina îfadeyên hezaran jin bi rengekî ewle û pêbawer dibin daneyên girîng ji bo nirxandin û nivîsandina heqîqeta dîrokî ya têkoşîna jinan. Di heman demê de jin dikarin bi vê rêbazê rêxistinbûna xwe ya civakî xurt bikin û siyasetên xwe diyar bikin.