‘Ez dixwazim li ser hemû dîwaran jin jiyan azadî binivîsînim’

Jina ku beşdarî serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin bû, got: “Ez dixwazim li ser hemû dîwaran ‘Jin jiyan azadî’ binivîsînim. Ji ber ku ez di wê baweriyê de me em ê bigihîjin vê dirûşma ku me nivîsandiye.”

JIWAN ERDELAN

Sine – Çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’an de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê 'polîsên exlaqî' ve bi hinceta "Li gorî rêgezên îslamî hîcaba xwe girê nedaye" dest pê kir, belavî hemû qadên jiyanê bû. Jinên ku pêşengiya serhildanên bi felsefeya “Jin jiyan azadî” kirin, bi biryar in ku biguherînin. Tevî hemû zextan jî jinên ku di jiyana rojane de 'şefalê ferz' radikin, ji çapemeniya dijîtal jî bang dikin.

'Ez dixwazim li ser hemû dîwarên cîhanê jin jiyan azadî binivîsînim'

Em bi jina ciwan a ku beşdarî çalakiyan bû re axivîn û niha bi çêkirina nivîsand serhildan bi bîr dixe. Jina ciwan a ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike got: “Ez dixwazim li ser hemû dîwarên cîhanê ‘Jin jiyan azadî’ binivîsînim. Ji ber ku ez bawer im em ê bigihîjin vê dirûşma ku me nivîsandiye."

'Dewlet malbat û civakê her dem jinan paşguh kiriye'

Çalakgerê got: “Ez ji dil bi şoreşa jinan bawer im. Ez serkeftinê pir nêzîk dibînim. Cilên min roja azadiyê tînin bîra min. Ez xwe ji aliyê rewşenbîrî ve azad hîs dikim. Ez ji sînorên Komara Îslamî azad dijîm. Kîjan dijmin dikare vê ramanê ji min bigre? Di van 35 salan de min dît ku dewlet, malbat û civakê her dem me (jinan) paşguh kiriye, zayenda duyemîn dîtiye lê di dawiyê de jinên Îranê xwe îsbat kirin.”

'Bi nivîsê ez bi bîr tînim ku serhildan berdewam dike'

"Gelo demek ji vê çêtir heye ku meriv zihniyeta baviksalarî binax bike?" Ew dipirse û dibêje ku wê bi xwe re soz daye heta sax be ji vê riyê paşve gav navêje û teslîmî koletiya civak û dewletê nabe her wiha amaje bi wê yekê kir ku tundiya xwepêşandanan kêm bûye û got: “Ez li riyeke din digeriyam ku rola xwe ya şervaniyê bi cih bînim û min ev yek di gotarê de dît. Bi nivîsê ez bi bîr tînim ku serhildan berdewam dike. Ez ê li ser dîwaran, kevir û riyan binivîsînim da ku ji bo mirov bimeşin û bigihîjin armancên xwe, bibe teşwîqek."

'Divê em derbeya dawî lêxin'

Çakakgera Îranî bi bîr xist ku salvegera qetilkirina Jîna Emînî nêz dibe û wiha berdewam kir:

“Zext ji berê zêdetir in û 'polîsên exlaq' nobetê digrin. Niha divê em derba dawî lêxin. Ez dizanim ku xelk xwepêşandanan dikin û em dikarin li her derê nerazîbûnên wan bibihîzin lê ez difikirim ku divê em xwepêşandanan bikin yek. Divê hemû çîn bibin yek. Şoreşa Jinan bi pêşengiya wan hat meşandin lê divê bibe sedema azadiya tevahî civakê. Ez bi azadiyê bawer im. Me baweriya xwe anî. Jinên Îranî azad in, civaka bi jinên azad dikare bigihîje azadiyê.”