‘Ez bi xeyala roja ku dê jin azad bin têdikoşim’

Nesrîn Doko ku di temenê xwe yê biçûk de fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan naskir, bi eleqeya xwe ya bi pirtûk û zimanê kurdî re sînorên rejîma BAAS’ê derbas kir.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo- Beriya Şoreşa Rojava li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek jin ji zarokatiya xwe ve li dijî zext, îşkence û binçavkirinên dewleta Şamê di nava berxwedanê de ne. Bi hezaran jinên ku bi Têkoşîna Azadiya Kurd û Têkoşîna Azadiya Jinê re xwe naskirin, bi têkoşîna nêzî 40 salan re bingeh û hîmê şoreşa ku îro li cîhanê bandor dike ava kirin.

Nesrîn Doko jî çîroka wê wekî çîrokên jinên pêşengên vê şoreşê ne, xwedî dîrokeke dewlemend ji têkoşînê ye, her jin cîhanek û şoreşeke bi serê xwe ye. Nesrîn Doko gelek erk di nav Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de girtiye ji berdevka Saziya Zimanê Kurdî (SZK) a Rojava, Hevseroka Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) ya Rojava, Hevseroka Yekitiya Mamosteyan a herêma Cizîrê, Hevseroka Ofîsa perwerdeyê a Meclisa Sûriyeya Demoratîk (MSD), Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û niha jî endama Koordînasyona Kongra Star e.

Nesrîn Doko wekî yekemîn mamosteya Zimanê Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê nasîn, serpêhatî û têkoşîna xwe de vegot.

‘Deriyên malê ji şoreşê re vebûn’

Nesrîn Doko destpêka axaftina xwe pêvajoya salên 1990-1991'ê ku di 11 saliya xwe de tê re derbas dibû wiha vegot: "Piştî naskirina tevgera azadiyê di salên 1980'î de, malbatan deriyên xwe ji şoreşa guhertin û veguhertinê re vekirin. Tê bîra min, ji zarokatiyê de di nav xebatên zarokan û ciwanan de cih digrim, ji ber partiya me hemû çînên civakê digre nava xwe. Wekî zarokeke jîr dihatim nasîn, ji ber wê demê di nav civîn û perwerdeyên zarokan, di beşa çandê de çêkirina zarokan ji şano, stran û skêçan re pir aktîf bûm. Di wî temenî de min pêşketin ji xwe re kiribû armanc. Tişta herî bala min kişand zimanê me yê dayikê zimanê Kurdî bû. Di sala 1991'ê de, di perwerdeya zimanê Kurdî de min asta yekemîn di komê de bi dest xist û bi rozêta Şehîd Aydin hatim xelatkirin. Nedişibiyam zarok û ciwanên di temenê xwe de, ji ber nêrîn, dîtin û hezkirina min ji jinên bi hêz û welat re pir cuda bû."

Pirtûkên ‘çawa bijîm' û 'jin û malbat' bû werçerxe

Nesrîn Doko wiha behsa pirtûka ku hişt bibe xwedî dîtin û nêrîn kir: "Pêvajoya ciwaniyê ji bîra min naçe. Li ser pirtûka Rêber Abdullah Ocalan a 'Çawa bijîm' û 'Jin û malbat', li gorî derfetên wê demê me xwe perwerde dikir. Her du pirtûkan di kesayeta min de nepejirandina urf û adetên civakê da avakirin û pirseke wiha di mejiyê min de çêbû ku divê jineke çawa di nav malbateke de bijî û ava bibe? Her wiha nabe jinek bêyî destûr û erêkirina wê, wê bidin zewicandin. Her du pirtûk rê û rêbazên jiyan û têkoşîna min guhertin. Ez jineke pir bi şans im ku dîtina Rêber Abdullah Ocalan bû para zaroktiya min jî. Dîtin, naskirin û xwendina Rêber Ocalan karekterê jinek bi hêz û cuda, di min de da avakirin. Di wextekî de her kesê digot guhdarkirina stranên klasîk ne li gorî temenê min e, ez di nav wan stranan de li dîroka xwe ya veşartî digeriyam. Ciwaniyeke wisa bû ku nedihişt ez bi zarok û jinên ciwan ên din re bibim yek, fikrên min û wan ji hev pir dûr û cuda bûn."

Aliyekî xebat aliyê din jî zext û binçavkirin

Nesrîn Doko da zanîn ku gelek caran bi zexta rejîma Baasê re rû bi rû diman û wiha domand: "Zexta rejîmê li ser gelê Kurd, rejîmek wisa bû ku Kurd wekî netewekî resen ê vê erdnîgariyê nedidîtin. Piştî ku Rêber Ocalan tê girtin, zexta rejîmê li ser me zêde dibe û pê re çirûskên serhildanê li Rojavayê Kurdistanê pêdikevin û jin jê re pêşengiyê dikin. Di wê demê de, me ne tenê xebatên zarok û ciwanan dikir me xebatên çapemeniyê jî dikir. Wekî nûçegihan ji qadê lê bi navekî cuda, beşdarî gelek qenalên tv. dibûm û zexta rejîma Baasê li dijî me, radigihand. Ji bo pêşxistina têkiliyên civakî ê netewan, wekî komîteya diplomasiya me xebat dikir. Ji ber çalakî û nerazîbûnên me, em gelek caran hatin binçavkirin û gef li me hatin xwarin. Lê wan dizanibû çiqas zextê bikin em ê deh qatî wê xebatê bikin. Gelek caran rejîma Baasê ferman dane ku ez tevnegerim û êdî li cihê xwe bisekinim."

Li dijî Kurdên li Sûriyeyê siyaseteke dijber

Nesrîn Doko siyaseta rejîma Bassê li dijî gelê Kurd li Sûriyeyê wiha bi lêv kir: "Siyaseta qirker û dijber a rejîma Baasê li dijî Kurdên Rojava cuda bû. Mînak li Bakurê Kurdistanê bi hezaran Kurd hatine qetilkirin, binçavkirin û di qetîlaman re derbas bûne ji qetîlama Geliyê Zîlan bigre heta serhildanên Şêx Seîd û Seyd Riza, li Başûr jî komkujiya Helebça û Enfalê. Lê Hafiz El-Esed siyaseta ku li dijî Kurdên Rojava dida meşandin pir nazik û zirav bû. Mirov bi saxî dikuştin, di aliyê fizîkî de kesayetên mirovan qetil dikir. Dixwest Kurdên bêdeng neserhildêr û berxwedêr bidin avakirin. Ji bo ku Kurd li dijî wî dernekevin, carna rê dida çalakiyên hunerî werin pêşxistin, carna jî na. Lê ruxmî hemû siyaset û zextan Kurdên Rojavayê Kurdistanê heta astekê dikaribûn nasname, doz û zimanê Kurdî biparêzin. Rojava dikaribû hemû aliyên Kurdistanê bi şoreş û serhildanên wê, hembêz bike."

'Hun çi dikin bikin lê 'Zimanê Kurdî' derbasî dibistanan nekin'

Nesrîn Doko ya ku ji zaroktiyê de zemînê şoreşê ava dikir, behsa çirûska 19'ê Tîrmehê û bihara gelan kir: "Êdî dem hatibû, volkana di hundirê dilê her Kurdê de pizotan dide, biteqe. Bihara gelan a ji Tûnisê dest pê kir, li gelek welatên din geriya. Ji ber zemînek li Rojavayê Kurdistanê hatibû avakirin, gelê ku tiyê azadî û demokrasiyê bûn dest bi şoreşê kirin û xebatê herî zêde lez da û dikaribû cih bigre xebatên zimanê Kurdî bû. Rûniştandina zimanê Kurdî bi serê xwe şoreşek bû. Di nav matreyalên rejîmê de me xwe wekî netew, di nava dîrok û erdnîgariya ku didan de nedidît û nasnameya me wekî Kurd nebû. Wê demê tiştên rejîmê ji me re gotin, hûn çi dikin bikin lê belê zimanê Kurdî derbasî dibistanan nekin û çend caran jî dibistan kilît kirin. Ev gotin û kilîtkirina deriyên dibistanê hişmendiya wan a netewperest raxist ber çavan. Rejîmê gelê Kurd şirîkê xwe yê vê erdîngariyê nedîtin. Şagirt û mamosteyan bi dirûşma "Bê ziman jiyan nabe" deriyên dibistanan ji nû ve vekirin. Êdî piştî daxistina materyalên nû, me û netewên din di nav dîrokê de xwe dît û erdnîgariya xwe nas kirin."

'Bi Netewa Demokratîk netewperestî hat dermankirin'

Nesrîn Doko got ku wan li dijî netewperestî û nijadperestiya rejîma Baasê gelek têkoşiyane û wiha pêl da gotina xwe: "Li aliyekî siyaseteke dijberî zirav û aliyê din jî netewperestî û nijadperestî bi pêş dixistin. Netew dikirin dijminê hev û çavsoriyan li hev dikirin. Ji ber di xwezaya civakê de ev tişt nebû û bi hezaran sal bi hev re jiyan kirin, bi projeya Netewa Demokratîk re ev xweza vegeriya rastiya xwe. Têkiliyên civakî û hevgirtina netewan xurtir bû. Pergalek wiha ku azadiya jin esas digrin hat avakirin. Me gelek pirsgirêkên civakî analîz dikirin û jê re çareserî peyda dikir. Hemû pîroziyên netewan ji ziman, çand, hebûn, nasname û ol de hatin parastin. Me nekir û em nakin jî asta jinan a yekemîn e di civakê de û wê her wiha bimîne. Di serdema rejîma Baas û DAIŞ'ê de nasnameya jinan dihat çewisandin lê îro em ê rê nedin tiştekî wiha bi pêş bikeve. Laşekî bê rih bû lê îro ew rih zindî ye û tişta ku mêr nikare bike jin dike."

'Şoreşa bê jin laşekî pûç û bê rih e'

Nesrîn Doko da xuyakirin ku şoreşa bê jin laşekî bê pûç û bê rih e û wiha pêde çû: "Beşê herî girîng di civakê de, ger di xebatê de cih negire û ji şoreşê dûr be ew şoreş dirêj nake û pûç û bê rih dimîne. Dîtina şoreşê, analîzkirina wê bi jinê temam dibe. Jin pêşengtiya şoreşê nekiriba, wê dengvedan û bandora şoreşa me li cîhanê neba û şoreşê wê xwe li ser piyan negirtiba. Mîrasê şehîdên jin ku di oxira vê şoreş û dozê de canê xwe fedakirin, em gihandine roja îro. Ne tenê ji bo îro, ji bo pêşerojê da ku ev jin bibin pêşengên Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û giştî cîhanê wê şoreşa me bidome, heta ku Sûriyeyê bigihîje asta aştî, demokrasî û wekheviyê."

'Ez nebînim jî ên ku bijîn hene'

Nesrîn Doko bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Asta ku em gihîştin wê, karê ku me kir wê tu carî ne bes be, kesayeta min a ku hatiye avakirin wê ne bes be. Ji erkê xwe dibînim, guhertinên ku me dan avakirin, em di hemû jinan de pêşbixin û destê xwe bighînin hemûyan. Em bihev re hev biparêzin, em tiştekî bes ji bo xwe nebînin. Pirsgirêka jin di cîhanê de pirsgirêkeke, divê ku em li hember van pirsgirêkan birêxistinî tevbigerin, li her derê çalak û aktîv bin. Bi xeyala ku jin di nav civakeke û cîhaneke demokratîk de azad bi hev re bijîn, têdikoşim. Ya girîng jin wekî gerdun were dîtin, nasnameya wê neyê çewisandin û êdî neyê qetilkirin. Ger ez nebînim, bêguman wê nifşên me yê nû vê dîrokê bijîn."