Eyşe Efendî: Berxwedana Mexmûrê bû bersiva pêvajoyê

Berxwedana gelê wargeha penaberan a Mexmûrê piştî 16 rojan bi serkeftinê bi encam bû. Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî destnîşan kir ku li dijî lihevkirin û komployên heyî bûye bersivek.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê welatiyên ji Bakurê Kurdistanê ku di sala 19994'an de ji ber zordariya dewleta tirk neçarî koçberiyê bûn ve, hat avakirin. Penaberên Mexmûrê bi salan e di şert û mercên herî dijwar de dijîn û di van demên dawî de rastî kiryar û êrîşên dewleta tirk tên.

Herî dawî di 20’ê Gulanê de artêşa Iraqê êrîş bir ser wargehê da ku dorpêç û derdora wê têl bike. Li dijî vê plana ku bi hevkariya dewleta tirk û PDK'ê hatiye kirin, gelê Mexmûrê 16 rojan bênavber li ber xwe da û nehişt artêşa Iraqê gavek jî derbasî wargehê bibe. Herî dawî di 4'ê Hezîranê de lihevkirin di navbera gelê Mexmûrê û artêşa Iraqê de pêk hat û di encamê de artêşa Iraqê ji derdora Mexmûrê vekişiya çalakiyên gel jî rawestiyan.

Di çarçoveya serkeftina berxwedana gelê wargeha şehîd Rustem Cûdî li hemberî hewldanên dorpêçkirinê, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî nirxandin kir.

'Ji tunebûnê hebûn afirandin'

Eyşe Efendî ku di 2003'an de serdana Mexmûrê kiriye, çavdêriya xwe wiha anî ziman: "Em berxwedana gelê Mexmûrê ya 16 rojan bi dil û can silav dikin. Di 2003'an de kar û xebatên me li Başûrê Kurdistanê hebûn, ji ber vê me wê demê serdana wargeha Mexmûrê jî kir. Gotineke me heye ku em her dem dibêjin gelê Kurd ji tunebûnê hebûn afirand. Ev gotin ji bo gelê Mexmûrê jî derbasdar e ku li wê çolistana Iraqê dikaribûn bajarekî ava bikin. Li wê erdîngariyê derfetên jiyanê tunebûn, heta pêdiviyên  herî sereke weke av û nan jî tunebûn. Ji ber vê gelê wargeha Mexmûrê bi vîn, îsrar û keda xwe jiyana nû afirand. Dewleta tirk gundên şêniyên Mexmûrê şewitandin û talan kirin, ew neçarî koçberiyê kirin. Dewletên ku Kurdistan dagir kirin, ev koçberên ji ber faşîzma dewleta tirk pêşwazî nekirin. Tenê wê demê serokê  berê yê Iraqê Sedam Huseyîn got ku bila ev koçber di çolistanên Iraqê de bimînin lê çawa dijîn bila bikin."

'Mexmûr ji bo gelê Kurd girîng e'

Hewldanên dorpêçkirina Mexmûrê ku bi rengekî rasterast ji aliyê rêveberiya PDK'ê û Iraqê ve pêk hatin, ji Tîrmeha 2019'an de dest pê kirin. Ji wê demê ve di her derfetê de hewldan hene ku Mexmûr were dorpêçkirin. Têkildarî vê xalê Eyşe Efendî wiha axivî: "Çawa ku bajarê Kobanê ji bo gelê Kurd û şoreşa azadiyê xwedî girîngî û wateyeke cuda ye, ji bo me Mexmûr jî di heman astê de ye. Gelê Mexmûrê ji aliyekî ve nûnertiya welatparêzî û kesayeta Kurdî ya resen dike. Pîr, jin, ciwan û heta zarokên Mexmûrê tevî hemû şert û mercên dijwar ên jiyane  û hê jî dikin, dikaribûn jîngeheke weke welatê xwe ava bikin û nasnameya xwe biparêzin. Her bihustek ji axa wargeha şehîd Rustem Cûdî bi berxwedan û bedelekî hatiye çêkirin. Piştî ku vî gelê xwe ji mirinê parast, Netewên Yekbûyî xwe ji ber wan ve weke berpirsyar nîşan da. Lê dîsa jî Netewên Yekbûyî di demên zor de xwedî li wan derneketin, tenê bêdeng man. Bi taybetî jî di vê pêvajoya dawî ya berxwedanê de."

'Dewleta tirk dixwaze kiryarên xwe berdewam bike'

Eyşe Efendî armanca êrîşa nû ya bi ser Mexmûrê nirxand û wiha got: "Li hemberî wargeha Mexmûrê komployeke mezin hat amadekirin ku ev gel were tunekirin û careke din bi komkujiyan re rû bi rû were. Di heman demê de jî li ser Rojavayê Kurdistanê hewldanên dorpêçkirinê hebûn ku Mexmûrê ji tevahî parçeyên Kurdistanê qut bikin û planên xwe bi ser bixin. Hewldanên dorpêçkirina Mexmûrê planeke ji aliyê dewleta tirk ve bû, bi hevkariya PDK'ê jî xistin pratîkê. Careke din ji me re teqez bû ku encax daxwazên Erdogan bi riya kesên îxanetkar, bi cih werin. Dewleta tirk dixwaze bi alîkariya PDK'ê û Iraqê, planên xwe yên nîvçemayî berdewam bike, çawa ku bi dehan car gundên van malbatan hatine şewitandin û valakirin, dixwazin di roja îro de jî heman kiryaran pêk bînin û dawî li hebûna vî gelî ku di rastiya xwe de Kurdistanê temsîl dike, bînin."

'Li Mexmûrê berxwedana gelê şoreşger bi ser ket'

Eyşe Efendî got ku wateya serkeftina berxwedana gelê Mexmûrê zêde ye û wiha bilêv kir: "Berxwedana gelê Mexmûrê ya 16 rojan gihîşt armanca xwe. Ev sekn jî careke teqez dike ku berxwedana gelê ku bi bîrdoziya xwe bawer e tu caran vala dernakeve. Tu hêz nikare bi balafir, tang û çekên xwe, vîna gelê me lawaz bike. Gelê Mexmûrê di vê sekna xwe de her tişt da ber çavên xwe û li ber xwe da, ji ber vê wan dikaribû wargeha xwe ji planên komplogeran biparêzin. Dema ku gel bi destên xwe mewzî xirab kirin, me dizanibû ku wê serkeftin a berxwedana me be. Ji bo vê ez dibêjim ku berxwedana gelê Mexmûrê ya artêşa Iraqê neçar ma paşve vekişe û berê xwe bide diyalogê, ket dîroka Kurdan.

Ev serkeftin li hemberî hemû lihevkirinan û bi taybetî jî îxanetê bû bersiveke bi wate û girîng. Ev berxwedana ku me hemûyan şahidiya wê kir, berxwedana gelê Kobanê ya di 2016'an de ku li dijî lêkirina dîwarên di navbera Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê xwe da der, anî bîra me. Wê demê dewleta tirk xwest di nava axa Kobanê de dîwar çêbike lê gel nerazîbûna xwe nîşan da û me wê demê 2 şehîd jî dan. Dîsa jî berxwedana gel bi ser ket û ew neçar man ku dîwarên xwe paşve vegerînin. Mirov dikare bi dehan mînakên bi vî rengî ku hatine jiyîn bîne ziman. Ji bo vê weke encam, ez dibêjim ku wê tu caran berxwedana gelê şoreşger vala nemîne û wê her dem bi encam be."

'Em ê li dijî hemû êrîşan bibêjin berxwedan jiyan e'

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî destnîşan kir ku wê li hemberî tevahî hewldanên dagirkeriyê, heman berxwedana li Mexmûrê xwe bide der û wiha dawî li axaftina xwe anî: "A niha biryara pêkanîna êrîşeke nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye ku dewleta tirk û çeteyên wî xistine rojeva xwe. Em dibêjin bila dewleta tirk berxwedana ku li Mexmûrê pêk hatiye bide pêşiya çavên xwe û wê demê êrîş bike. Ji ber ku em ê jî di heman astê de li ber xwe bidin û serkeftinê misoger bikin. Projeya Xweseriya Demokratîk û bîrdoziya Rêber Apo ne tenê ji bo parçeyekî Kurdistanê ango netewekê ye. Rêber Apo bîrdoziya xwe pêşkêşkî tevahî gelên bindest kir. Em dubare jî dibêjin, em gelekî wisa ne ku hêviyên me ji tu hêzan tune ye ji bilî hêza xwe ya cewherî. Herî dawî em dîsa jî dibêjin ku berxwedana Mexmûrê ji bo me Kurdan gelek bi wate bû, bersiv da vê pêvajoyê. Ji lewre em şêniyên Mexmûrê yê berxwedêr silav dikin, hembêz dikin û têm çavên wan."