“Ewlekarî û tendirustiya Rêber Apo xeta meya sore”

Komiteya Tendirûsti ya Wargeha Mexmûr di derbarê îdeayên ku li ser mediyaya civakî derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tên gotin nerazîbûn nîşan dan.

Komiteya Tendirûsti ya Wargeha Mexmûr di derbarê îdeayên ku li ser mediyaya civakî derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tên gotin  nerazîbûn nîşan dan.
Musıl -  Komîteya tendirûstî ya wargeha penaberan a Mexmûr a ser bi bajarê Musilê girêdayî îdeayên ku di derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser medyaya civakî hatine parkirin de daxuyaniyek da û daxwaza hevdîtinê kirin.
Daxuyanî wihaye: “Hemu nêzîkatî yên li hemberî   Rêber Apo  tên pêkanîn,  li himberî  vîn û îradeya  gelê Kurd hatiye pêkanîn. Ev 22 salin Rêber Apo , di  girava Îmralî yê de dibin şert û  mercên  herî  gîran û zehmetde tê ragirtin.Di bingehde, 22 salin li Îmralîyê pergala   îşkenceyê  té  meşandin.Dinava  van 22 salande liser Réber Apo bi caran érîşén cûr be cûr  hatin pêkanîn û érîşén fîzîkî re  rû bi rû maye, heta di encamén raporén CPT ‘ de hat piştrastkirin kû Réber Apo hatîye  jehr kirin. Ruxmé vé jî  berpirsyartîyén péwîst yén kû dikeve ser milé  CPT  sazî û  dezgehên  kû  berpîrsyar nehat pékanîn. Ev tecrit, îzolasyon û  îşkence  hîna  berdewame. Her  weke  kû ev  hemû ne bes jî be bi caran ji alîyé rayedarén Tirk ve  nûçeyên kû jîyana Rêber Apo di xeterîyê deye, hatine weşandın ,ruxmé hemû serlêdanên malbat û parézeran  jî  bi awayekî  bê huquqî  ji hêcetén ji rêzê  ev serlêdan  hemû tên   red kirin  û mafê herî rewa yê Réber Apo té binpékirin.” 
“Rêber Apo sedemê jîyana gelê Kurde”
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Rêber Apo sedemê jîyana gelê Kurde. Ewlekarî û tendirustiya Rêber Apo xeta meya sore. Rûxmê hemû hewildanên wî yên jibo aşitî mûzakere û çareserîyê  jî her kû diçe dewleta faşît AKP û MHP  êrişên  xwe yên li ser Rêbertî dijwartir dike. Her dema kû dewleta faşîst a Tirk tengav dibe  hewil dide sebra gelê Kurd bi girankirina îşkenceya li Îmralîye bi pîve. Jiber vê yekê di 14 ‘é Adara  2021 ‘an de bi nûçeyên kû rewşa Rêbertî li ser medya ya xwe belavkir. Bivê nûçeyê gelé Kurd û dostén xwe jibo agahiyek ji Réber Apo bigre daketin qadan, li alîyeké jî parêzer û malbat serlêdana hevdîtinê kirin lê heya niha jî tû agahîyek ne hatîye bi destxistin. 
Weke gelê Kurd û tendirustvanên wargeha Ş. Rustem Cudî em jî tenduristîya Rêbertî ya xwe bi gumanin, pêwîste CPT ‘ î û bîjîşkên sînor nenas û saziyên berpirsyar li erk û berpirsyartiya xwe xwedî derbikevin û demek jî ya din zûtir biçin Îmralîyê. Li ser vê bingehê em weke xebatkarên  tendirûstiya wargeha Ş. Rustem Cudî bangawazî dikin ku hemû kesên dibéjin em xwedî wijdanin û hemû aliyên  demokrat û hemû saziyên kû dibêjin em mafê mirovan diparêzin bila li Rêber Apo xwedî derkevin û deriyê Îmralî  bidin vekirin û xwedî li azadiya Rêber Apo derkevin. Em êdî Rêber Apo di hêla fîzîkî de dinav xwede dixwazîn jiber kû êdî yekane réya çareseriya rojhilata Navîn û qeyranên derdikevin rêya herî rast azadiya Rêber Apo ye. Dem dema azadiya Rêber Apo ye.
Daxuyanî bi dirûşmên weke “Bijî Rêber Apo”,”Bimre her cure dagirkeriyê” û “Bimre îxanet” dawî bû.