Ewlehiya çalakvanên jin di metirsiyê de ye
Li girtîgehên Îranê çalakvan ji mafên tenduristiyê û dîtina malbatê tên bêparkirin; welatiyên 18 salî jî di nav de aqûbeta gelek girtiyan nayê zanîn.
Navenda Nûçeyan – Rejîma Îranê, li dijî jinan polîtîkayên zext, binçavkirin, girtin û dayîna cezayên giran pêk tîne û girtiyan ji mafên wan ên bingehîn ên mîna tenduristî û têkiliya bi malbatê re bêpar dihêle. Tora Dengê Girtiyên Îranê raporek weşand û ragihand ku rejîma Îranê li dijî jinan û bi taybetî jî li dijî çalakvan û hunermendan zextên xwe zêdetir dike.
Li çalakvan Perya Ferûxî cezayê girtîgehê hat birîn
Li gorî rapora Dengê Girtiyên Îranê, çalakvan Perya Ferûxî ya ku di demên dawî de hatibû binçavkirin û niha li Girtîgeha Evîn tê ragirtin, bi 5 sal cezayê girtîgehê hate mehkûmkirin. Heta niha der barê sedema girtina wê de tu agahî nehatine belavkirin. Perya Ferûxî, di dema xwepêşandanên ‘Jin Jiyan Azadî’ de jî hatibû binçavkirin û piştî lêborînê hatibû berdan.
Aqûbeta Behar Gulçîn nayê zanîn
Jina ciwan a temen 18 salî ya bi navê Behar Gulçîn a xelkê bajarê Meşhedê ye, di xwepêşandanên dema dawî yên li Îranê de ji aliyê rejîmê ve hatibû binçavkirin û heta niha aqûbeta wê nediyar e. Hat ragihand ku sedema binçavkirina wê, tevlîbûna merasîma Çileya çalakvanên jiyana xwe ji dest dane ye.
Fatme Camî 10 roj in hatiye binçavkirin
Welatiya xelkê Gorganê ya bi navê Fatme Camî bi qasî 10 roj e ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaata Îranê ve hatiye binçavkirin. Rejîm hinceta girtina wê wekî "têkiliya bi komên neyar re" nîşan dide, lê li aliyê din çalakvanên mafên mirovan diyar dikin ku sedema girtina wê, ji ber parvekirinên li ser tevna civakî ya Instagramê ye.
Helbestvana Şîrazî Fîrnaz Ceferzadegan jî, ji aliyê dadgeha Îranê ve bi sûcê tevlîbûna pêngavên dijî tundiya li ser jinan û piştgiriya li dijî zilm û darvekirinê, bi cezayê girtina malê (hebsa malê) hatiye cezakirin û di bin kontrola çavdêriya teknolojîk de tê ragirtin.
Mafên 4 girtiyan ên têkiliya bi malbatê re hatin qutkirin
Li gorî rapora herî nû ya ji Girtîgeha Evînê, çar girtiyên jin ên bi navên Şîwa Îsmaîlî, Merziye Farisî, Berûx Teqîpûr û Zara Sefayî ji mafê têkiliya bi malbatê re hatine bêpar kirin. Li aliyê din hat ragihandin ku tenduristiya Şîwa Îsmaîlî û Îlahe Foladî xirab bûye û ew ji mafên xwe yên tenduristiyê û tedawiyê tên bêparkirin.