Evîn Swêd: Hevpeymana civakî, riya herî baş a parastina mafê jinan e
Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Swêd, destnîşan kir ku di destûra bingehîn a nû ya Sûriyê de hevpeymana civakî modela herî baş e ji bo parastina mafên jinan û banga yekîtiyê kir.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250215-swyd-jpg53c80e-image.jpg)
AVRÎN NAVDAR
Navenda Nûçeyan – Jinên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, di destûra bingehîn a nû ya Sûriyê de ji bo ku mafên xwe bi dest bixin xebatên cûr be cûr dimeşînin. Di vê çarçoveyê de, bi beşdariya tevgerên jinan, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Yekitiya Parêzeran û nûnerên saziyên civaka sivîl, bi armanca piştevaniyê, foruma hiqûqî lidar xistin.
Di foruma ku di 13’ê Sibatê de hat lidarxistin de, mafên jinan ên ku jin di destûra bingehîn a nû ya Sûriyê de bistînin, hatin nîqaşkirin. Di dawiya civînê de jinan, diyar kirin ku tekane çareseriya ku mafê hemû jinên Sûriyeyî misoger bike, parastina destûra bingehîn a tê de daxwazên wan hene ye.
Destkeftiyên jinan di pêvajoya şoreşê de
Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Swêd anî ziman ku nêrînên ku di forumê de derketin pêş, encama têkoşîna jinan a di pêvajoya şoreşê de û fedekartiya wan e û wiha got: “Jinan ji destpêka şoreşê ve, di qadên rêxistinî, civakî û îdeolojîk de rola aktîf girtine. Di heman demê de li dijî êrîşên li herêmê û terora DAIŞ’ê, di çeperên leşkerî de têkoşiyan.”
Evîn Swêd da zanîn ku tevgerên jinan gelek însiyatîf bipêş xistine û ji bo mafên jinan bi yasa û destûra bingehîn were parastin, xebatên cûr be cûr meşandine û wiha got: “Yek ji riya herî bi bandor a parastina mafê jinan, hevpeymana civakî ye. Ev belge ji bo maf û daxwazên jinan were misogerkirin hatiye pêşxistin. Jin piştevaniya rêxistînî ku hemû komên olî û etnîkî hembêz dike. Di pêvajoya şoreşê de yek ji destkeftiyên herî mezin ên hatine bi dest xistin e.”
Girîngiya Foruma Hiqûqê
Evîn Swêd bal kişand ser giringiya foruma hiqûqî û wiha berdewam kir: “Ev forum di ronahiya geşedanên li Sûriye tên jiyîn de hat lidarxistin. Ji ketina rejîma Esad heta niha gel hêvî dike ku pergalek ne navendî ku mafê hemû beşan bi ewle dike, were avakirin. Jin jî hedef dikin ku di vê pêvajoyê de dengê xwe bikin yek, destûra bingehîn ku mafên xwe bi ewle bikin, ava bikin.”
Armanca beşdarên forumê
Evîn Swêd diyar kir ku rejîma Baasê li Sûriyê perçebûna etnîk û mezhebî kûr kiriye, pergalek ku mafên jinan binpê dike, navendî û mezhebî ava kirine. Evîn Swêd ev tişt gotin: “Rejîma Baasê, civakê û bi taybetî jinan di bin zextê de dihêle, sererastkirinek navendî û mezhebî ava kirine. Jinên ku îro beşdarî forumê bûne, hewl didin rêveberiyek xwedî mafên hevpar û adilane ava bikin. Di vê forumê de hebûna jinên nû yên aktivîst ku hatine ba hev, nîşan dide ku têkoşîna ku ji bo mafê destûra bingehîn dide, bi hêz kiriye.”
Evin Swêd amaje bi wê yekê kir ku jin ji bo avakirina jiyanek azad di têkoşînê de bi biryar in û ji pêvajoya şoreşê heta niha heman riyê dişopînin.
‘Hevpeymana civakî ji bo parastina mafê jinan modela herî baş e’
Evîn Swêd pêkanînên ne demokratîk û ne adilane yên rejîma niha ya Sûriyê rexne kir û da zanîn ku di rewşa berdewamiya vê pergala niha de, wê pirsgirêk hê zêdetir kûrtir bibe. Evîn Swêd wiha got: “Ger ku rejîma Sûriyeya nû polîtîkayên xwe yên niha bidomîne, wê pirsgirêkên li welat çareser nebin, berovajî wê hê mezintir bibin. Destûra bingehîn a nû, divê hemû gel û civakan, mafê wekhev ê jinan nas bike. Lê belê di pergala niha de, ger vê derfetê nedin jinan, wê tu guherînên demokratîk pêk neyên.”
Evîn Swêd destnîşan kir ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ceribandinên ku jinan di pêvajoya şoreşê de bi destxistine, ji bo destûra bingehîn a Sûriya nû yek ji mînakên herî baş e. Evîn Swêd da zanîn ku hevpeymana civakî di vê mijarê de modela herî başe û hevpeymanê wiha vegot:
“Hevpeymana civakî, riya herî baş a parastina mafê jinan e. Li Bakûr û Rojhilatê Sûriye jinan bi salan e ev pergal ceribandin, modela rêveberiya ku parastina mafê hemû beşan dike, adilane û wekhev ava kir. Ev pergal di civakê de wekhevî û edaletê misoger dike.”
Banga ji bo yekîtiya tevgerên jinan
Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Swêd di dawiya axaftina xwe de banga yekitiyê li hemû jinên Sûriyê kir û wiha got:
“Em bang li hemû jinên Sûriyê dikin ku di civakê de li dijî hemû awayên tundiya ku mafê jinan binpê dike, têkoşîna hevpar bikin. Destûra bingehîn a nû ya Sûriyê bi hev re binvîsin, divê em pergelek demokratîk û ne nevandî ava bikin. Divê ji bo avakirina rêveberiyek ku hemû maf û civakan hembêz dike, em bibin yek.”