Evîn Siwêd bû hevseroka nû ya Meclisa Rêveber

Meclisa Demokratîk a Gelan piştî qebûlkirina îstîfaya Bêrîvan Xalid, Evîn Siwêd ji bo hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hilbijart.

Navenda Nûçeyan- Meclisa Demokratîk a Gelan civîna xwe ya asayî li bajarê Reqayê li dar xist. Di civînê de pêşniyara îstîfayê ya Bêrîvan Xalid hat qebûlkirin û ji bo hilbijartina hevseroka nû ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dengdayîn çêbû. Di encamê de bi erêkirina piraniya endaman Evîn Siwêd li şûna Bêrîvan Xalid hat hilbijartin.

Civîna Meclisa Demokratîk a Gelan berdewam dike. Li gorî rojevên civînê dê endamên Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî werin hilbijartin her wiha dê endamên nû yên Meclisa Demokratîk a Gelan û ji bo nûkirina Desteya Malbatên Şehîdan wê dengdayîn çêbibe.

Evîn Siwêd kî ye?

Evîn Silêman Siwêd di sala 1981’ê de li bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê ji dayik bûye. Beşa Rêvebirina kar a fakulteya Aborî ya Zanîngeha Helebê qedandiye.

Di navbera salên 2007 û 2014’an de mamostehiya bîrkarî kiriye. Bi destpêka şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an re dest ji mamostehiyê berda û beşdarî çalakiyên şoreşê bû.

Di pêvajoya şoreşê de, ji sala 2014’an heta 2016’an di Ronahî Tv de rêveberî kir. Ji sala 2016’an heta 2021’ê jî weke berdevka Kongra Star kar kir.

Di sala 2021’ê de jî tevli xebatên dîplomasiyê bûye weke Hevseroka Navenda Dîplomasiya Civakî xebitî. Piştre jî weke nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Başûrê Kurdistanê hat erkdarkirin.

Heta ku weke Hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat hilbijartin jî li ser vê erka xwe bû.