Evîn Paşo: Divê jin li hember girtina Azîme Arsûn bêdeng nemînin

Seroka Desteya Jin a Herêma Cizîrê Evîn Paşo girtina siyasetmedara Kurd Azîme Arsûn ji aliyê PDK'ê ve li balafirgeha Hewlêr şermezar kir û got: "Divê jinên Başûrê Kurdistanê bêdeng nemînin û xwedî li Azîme Arsûn derkevin."

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo- Di encamê hevkariya PDK'ê û MÎT'ê, gelek jinên pêşeng hatine qetilkirin û girtin. Li Başûrê Kurdistanê jî nivîskar, şoreşger û rojnamevana Kurd Nagîhan Akarsel di 4'ê Cotmeha 2022'an de li Silêmaniyê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hat qetilkirin. Di 2'ê Gulanê de jî  siyasetmedara Kurd Azîme Arsûn, dema ku ji bo tedawiya xwe dixwest biçe Ewropayê ji aliyê PDK’ê ve li balafirgeha Hewlêrê hat girtin. Têkildarî vê mijarê jî Seroka Desteya Jin a Herêma Cizîrê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Paşo axivî.

Evîn Paşo ya bal kişand hedefgirtina jinan bang li jinên li Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî girtina Azîme Arsûn bêdeng nemînin û xwedî helwest bin.

Projeya Netewa Demokratîk bi pêşengiya jinan pêk tê

Evîn Paşo da zanîn ku divê nêzîkatî û helwestên gelê Kurd di aliyê neteweyî de xurt be û wiha destbi axaftina xwe kir: "Divê armanca me ya sereke li beranberî hemû polîtîkayên qirkirin çandî û nasnameyê azadiya gelê Kurdistanê be, divê ku ji bo yekkirina erdîngariya Kurdistanê em her kêlî têbikoşin. Li hember xeta berxwedana li hember desthilatdarî û faşîzmê, xeta îxanetê jî hebû û di dîroka kurdan de ev ber bi çav bû. Di sedsala 21'an de projeya netewa demokratîk a ku ji hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn û aloziyên cîhanî re dibe hêza çareseriyê, Rêber Abdullah Ocalan pêşxist, lê ya ku dikarîbû pêk bîne û bide rûniştandin jin bû. Ji lewra îro jinên pêşeng dibin hedefa dijmin û neyaran. Jinan kirasê koletiyê qetandin û ketin ser rêya azadiyê."

Diviyabû Başûr ji Rojava re bibûya pişt

Evîn Paşo balkişand ser Başûrê Kurdistanê û got ku li wir jî bi sedan jin xwe kirin pêşeng ji bo ku jinan ber bi ronahiyê ve derxînin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Li ser axeke qedîm ku ji bo Kurdistaniya xwe bi salan xwîn rijandin, ber xwe dan û dîrokeke tijî berxwedanî li pey xwe hiştin. Ya ku hişt îro gelê herêma Kurdistanê xweseriya xwe jiyan bike, encamê keda bi hezaran pêşmergeyên qehreman bûn. Ji bo me wekî gelê Kurd ger parçeyekî wekî Başûrê Kurdistanê hebe, divê ji parçeyên din re bibe piştgirî. Êrîşên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, diviyabû Başûrê Kurdistanê jê re bibûya bersiveke xurt û nebûba destek ji dagirkeran re ku hîn bêtir vê krîzê kûrtir bikin."

Di axa Kurdistanê de, MÎT'ê jinan qetil dike

Evîn Paşo da xuya kirin ku gelo hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê MÎT'ên ku êdî ketine koka wan de nabînin? û wiha pêl da gotina xwe: "Gelo çima hêzeke Kurdistanî ji bo doza gelê Kurd bi dehan sal e têdikoşe, nikare li Başûrê Kurdistanê ya ku bi xwe parçeyek ji Kurdistanê ye, xebat bike? Lê MÎT'a ku dijminên kurdan in dikarin bêyî astengî li wê herêmê tevbigerin û xebat bikin. Ev  bê edaletî ye, bi destê MÎT'ê rêhevalên me yê dozê şehîd bûn, yek jê Nagîhan Akarsel bû. Şehadeta wê ji bo jin û tevahî gelê kurd xisareke mezin bû. Her wiha nûnerên rêveberiya xweser jî hatin şehîdxistin û Ferhad Dêrik yek ji wan bû."

Êrişên li dijî siyasetmedar û şoreşgerên jin

Evîn Paşo got ku jinên li Başûrê Kurdistanê ji bo jinên Kurdistanê xizmetê dikin bi xeteriyê rû bi rû ne û wiha pê de çû: "Jinên ku li Başûr xebatê dikin, ji bo azadiya jinan her kêlî di nava têkoşînê de ne bi xeteriyê re rû bi rû ne û bi rasterast dibin hedefa MÎT’ê û hevkarên wan. Şehadet, girtin û nîqaşên radestkirina jinan ji dewleta tirk a dagirker re, ne tiştekî ji rêzê ye, bi awayekî sîstematîk tê meşandin. Li şûna ku li Azîmeyê wekî rêya xilasiya xwe bibînin, wê digrin û gefan li ser jiyana wê dixwin. Çawa li ser erdîngariya Kurdistanê îro rihet MÎT'ê tevdige û ji rêhevalên me yê dozê re, wê erdîngariyê bi sînor dikin. Heman wextê de Başûrê Kurdistanê bi fikrê MÎT'ê tirk tê birêvebirin."

'Ji bo berdana Azîme jin û civaka Başûr rabin, bêdeng nemînin'

Evîn Paşo bi tundî PDK'ê şermezar kir û wiha peyama xwe ji jinan re şand: "Nêzîkatiyên wiha ji aliyê hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê ve tê kirin, çewt in û divê ku hesabên xwe vegerîne û şaştiyên xwe bibîne û sererast bike. Ji bo ew kesên ku ji bo doz û kurdewariya xwe xebat bikin û yê xwedî wîjdan, divê li hember fikrê ku dibe alîgirê faşîstên tirk bisekinin û xwedî helwest bin. Divê ku li hember girtina Azîme Arsûn bêdeng nemînin, xwedî helwest bin. Heman wextê divê ku herêma Başûrê Kurdistanê nebe herêmeke ewle ji bo xebat û tevgera MÎT'ê."