Evîn Ehmed: Qada perwerdeyê mêjiyê Şoreşa Rojava ye

Mamosteya Zanîngeha Rojava Evîn Ehmed teqez kir ku Şoreşa Rojava li ser bingeha xeta sêyemîn a guhertin û veguhertinê bi pêş ketiye û gelek destkeftiyan bi xwe re aniye.

RONÎDA HACÎ

Hesekê –Şoreşa Rojava, di gelek waran de xwe ava kir û pêş dikeve. Yek ji van qadan jî qada perwerde û fêrkirinê ye. Evîn Ehmed a ku di nava malbatek welatparêz de li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê mezin bûye, cihê xwe di qada perwerdeyê de girtiye ji destpêka şoreşê ve heya îro karê xwe didomîne.

‘Şoreşê bi hejmareke kêm lê bi ruhekî welatparêzî dest pê kir’

Evîn Ehmed da zanîn ku roj bi roj rê li ber pêşketina qadên şoreşê tê vekirin û wiha got: “Di destpêka şerê navxweyî yê li Sûriyeyê çêbû ve heta niha, gel destpêkê li dijî serokê Sûriyeyê derketin û daxwaz kirin ku dawî li erka xwe bîne lê di Rojava de rêxistinek cuda hat avakirin û li dijî sîstema rejîmê serhildan çêbûn, ji ber ku gel gihîşt wê baweriyê ku serokdewletê Sûriyeyê biguhere jî dê sîstem weka xwe bimîne tenê navê kesan were guhertin lê tu guhertin ji bo gelê Sûriyeyê û pêşeroja wan çênebe. Şoreşa me bi ked, hezkirin û rihekî welatparêz, bi hejmarek kêm dest pê kir, roj bi roj mezin bû û destkeftiyên pîroz hatin bidestxistin lewma di aliyê kar û xebatê de guhertin çêbûn. Mînak rizgarkirin û rêxistinkirina herêmên Ereb ên weke Dêre Zor, Reqa , Minbic, Şedadê û hwd... Piştî vê guhertinê her qad dikaribû karê xwe berfirehtir bike, piştî ku Saziya Zimanê Kurdî kar avabû, xebat berfirehtir bûn û navê wê bû qada perwerdeyê, me dest bi xebatên dibistanan kir. Ew dibistan jî girêdayî desteya perwerde û fêrkirinê ne.”

‘Şoreşê bi xeta guhertin û veguhertinê dest pê kir’

Evîn Ehmed destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ji mêjiyê şoreşê dest pê kiriye û heya niha berdewam dike û wiha anî ziman: “Şoreşa Rojava dema çêbû xeta sêyemîn ji xwe re hilbijart. Ev xet xeta guhertin û veguhertinê ye. Min jî cihê xwe di vê şoreşê de girt, bi taybetî zimanê Kurdî ji bo min gelek bi nirx bû. Her dem daxwaz û lêpirsîn di mêjiyê me de zindî bûn ku em çima nikarin bi zimanê xwe bixwînin û biaxivin lewma di destpêka şoreşê de min cihê xwe di Saziya Zimanê Kurdî de girt . Wê demê me kom ava dikirin zarok, ciwan û dayik di malên xwe de fêrî zimanê dayikê dikirin. Ji ber ku wê demê derfet tunebû em cih bibînin û lê perwerde bidin li mala min nêzî 100 komên zarok û ciwanan hatin perwerdekirin. Li aliyê din jî dema Yekitiya Star hat avakirin di navendên wan de jî min waneyên zimanê Kurdî dida. Em dikarin bibêjin ku barê herî mezin li ser qada perwerdeyê ye. Min ev qad hilbijart ji ber qadek pir girîng e em dikarin bibêjin mêjiyê şoreşê ye. Min got ger ez bixwazim guhertinek di nava civakê de çêbikim û xwedî li zimanê dayikê derkevim ez ê ji mêjî dest pê bikim. Lewma dema min hişmendî esas girt piştî kar û xebatê di dibistanan de û di perwerdeyên îdeolojîk li Akademiya Mezopotamyayê dît, piştî wê ez tevli xebatên peymangehê bûm .”

‘Şoreşa jinan dengveda û bandorê li cîhanê kir’

Evîn Ehmed da zanîn ku jinan ji bo pêşxistina şoreşê destek dane û tevli qadên şoreşê bûne û wiha domand: “Şoreşa Rojava bi navê Şoreşa Jinan hat naskirin, ji ber ku yên yekem destek dan vê şoreşê û xwedîtî kirin jin bûn. Navenda yekemîn a ku hat vekirin Yekitiya Star bû, artêşa bi navê YPJ hat avakirin  bû xwedî rol û misyon. Di şerê Sûriyeyê de jinan di Şoreşa Rojava de deng vedan. Em dikarin bibêjin ku dema şerek çêdibe yên berê xwe didin welatê derve mêr in, ên ku tevli erka xwe ya parastinê nabin mêr in lê jin bi xaka xwe ve girêdayî ne zû bi zû dev ji xaka xwe bernadin lewma jinan pêşxistina vê şoreşê erkekî xwe dîtin.”

‘Bi nivîsandina dîrokê em ê Şoreşa Rojava biparêzin’

Evîn Ehmed di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser cihgirtina qada perwerdeyê di hevpeymana civakî de û wiha got: “Di hevpaymana civakî de hatiye diyarkirin ku her pêkhate dikare bi zimanê xwe bixwîne û bi ola xwe bijî. Misliman, Ermen, Suryan û Êzidî her yek li ser ol û zimanê xwe perwerdeya xwe bibîne. Ya duyem jî mafê axaftinê ji her pêkhateyê re ye ku bi zimanê xwe biaxive û xwedî lê derkeve. Ya sêyem jî her xwendekarek dîroka xwe bizanibe da ku pêşeroja azad were avakirin. Ez dixwazim bibêjim ku her mirov xwedî kedek bi nirx e di vê şoreşê de, ji bo wê jî ez bi hêvî me her kes zû bi zû dev ji keda xwe bernede. Divê nerawestin ji ber ku rawestandin, tê wateyê ku mirov xwedî li keda xwe û vê şoreşê dernekeve. Gerek em dîroka şoreşê binivîsînin da ku bikaribin wê biparêzin.”