‘Ev serhildan dê bi xwe re gelek guherînan çêbike’

Li Îranê serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin berdewam dikin. Lîstikvan Hedieh Tahranî ku bertek nîşanî rejîma Îranê da, got ku dê ev serhildan ji bo rejîmê encamên girîng bi xwe re bînin.

Navenda Nûçeyan – Rayedarên Îranê, di serhildanên ku bi qetilkirina Jîna Emînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin de, zêdetirî 20 hezar welatiyan girtin, li 11 kesan cezayê darvekirinê hat birîn û 21 kes jî bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ne. Muhsîn Şikarî yê 23 salî ku di serhildanan de hatibû girtin, di 20'ê Mijdarê de mehkûmê cezayê darvekirinê bû. Piştî ku Muhsîn Şikarî hat darvekirin, duh heta derengiya şevê li bajarên Îran û Rojhilat çalakiyên şermezakirinê hebûn. Darvekirina Muhsîn Şikarî, li Îranê înfaza bi xwepêşandanên Jîna Emînî re girêdayî bû. Welatiyên Îran û Rojhilat li dijî rejîma darvekirinê kolanan neterikandin û îradeya xwe danîn holê.

Agir hat pêxistin û barîkat hatin avakirin

Bi taybetî Tahrana paytexta Îranê, Kirmaşan, Sine, Gîlan, Îlan, Dereshar û Maroodashtê li gelek bajaran bi berzkirina dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Ji rejîma darvekirinê re dawî”, “Ji rejîma molayê re dawî” û “Bimre rejîm” çalakî hatin lidarxistin. Li Rudsara Gîlanê agir pêxistin, dirûşmên li dijî rejîma Îslamî ya Îranê tevahiya şevê nesekinîn. Li Dereshahrê îstasyona radyoyê ya li bajêr ji aliyê xwepêşanderan ve hat şewitandin. Li Sinê jî barîkat hatin danîn û hat xwestin rejîma mola bajarên Rojhilat biterikîne. Li Kirmaşanê jî polîsên Îranê bi çekan gule li ser gel reşandin û gelek kes birîndar bûn.

Li Tahranê di pevçûnên ku di navbera çalakvan û polîsan de derket de jî dorpêçkirina mala Muhsîn Şikarî ya ji polîs û hêzên taybet ên Îranê ve bal kişand.

‘Bi xwîna ciwanên bêguneh hûn nikarin rêveberiya welat bikin'

Çalakvan û lîstikvana Îranî Hedieh Tahranî jî bertek nîşanî darvekirinê da û bal kişand ku bi xwîna bêguneh a zarokan welat nayê birêvebirin. Hedieh Tahranî di parvekirina xwe ya medyaya civakî de xîtabê rejîma Îranê kir û wiha got: “Dê ji bo we encamên cidî yên vê yekê hebin. Hûn rêzê nîşanî mirovan nadin. We ji mîhrîcana xwîna bêguneh a zarok, ciwan û xwepêşandaran re malxweyî kir.”

Xwedî gelek xelatan e

Hê jî qedexeya derketina derveyê welat a Hedeih Tahranî ya bi hinceta piştgirî daye xwepêşandanan hatibû dayîn berdewam dike. Ji ber xebata xwe ya aktîf a der barê sewalên bêxwedî de jî hatibû girtin. Hunermend Hedieh Tahranî ku bi qasî kariyera xwe ya lîstîkvaniyê, bi nasnameya xwe ya çalakvaniyê jî tê naskirin, xwedî gelek xelatan e.