'Ev şaredarî ne ya qeyûm, ya gel e’

Sûrme Demîr a ku bi kopalê xwe û bi bertekên xwe yên li dijî binçavkirina Hevşaredarê Colemêrgê û li şûna wî qeyûm hat tayînkirin hat rojevê got: "Nikarin qeyûm û walî binîn ser şaredariyê ev şaredarî ya gel e, ne ya qeyûm e."

MEDİNE MAMEDOĞLU

Colemêrg - Bi binçavkirina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Sîddik Adim a di 3'ê Hezîranê de û tayînkirina qeyûman, berxwedana gel a li bajarên Kurdistanê bi taybet li Colemêrgê didome. Sûrme Demîr a ku di çalakiya nobedê ya li ber şaredariya Colemêrgê de bi kopalê di destê xwe de bi bertekên xwe yên li hemberî qeyûm hat rojevê, ji ajansa me re axivî û got: "Em qeyûm qebûl nakin, bila serokê me serbest berdin."

'Em vê zilmê qebûl nakin'

Sûrme Demîr diyar kir ku wan bi îrade û daxwazên xwe hevşaredar Mehmet Siddik Koşu hilbijartin û wiha got: “Em qeyûmê qebûl nakin. Em vê zilmê qebûl nakin. 100 sal in zilmê li me dikin. Dadgehek heye, 15 salan hevşaredar berdane, ma aniha xistin rojevê, ma aniha dosyaya wî girtine, ev hemû hincet in. Em qebûl nakin. Em qeyûmê qebûl nakin. Em serokê xwe dixwazin. Bila serokê me berdin. Ev 100 sal in vê dozê dişopînin, hemû gelê me çû Ewropayê, hemû di girtîgehê de ne û hatin qetilkirin. Gelê me tu xêr ji vê dinyayê nedîtiye. Em bi temamî qebûl nakin.

'Em dijminê xwe qebûl nakin'

Sûrme Demîr, anî ziman ku ew ê vê neheqiyê qebûl nekin û wiha got: “Ez astengdar im û 70 salî me. Ez teqez neheqiyê qebûl nakim. Ew neçarin serokê me derkevin. Em dijminê xwe qebûl nakin. Qeyûm dijminê me ye, em wî qebûl nakin. Ew jî xayin e û em wî qebûl nakin. Doza Kurdistanê ev 100 sal in didome. Gelek kes tînin, çima tên, çima tên, diçin kuderê? "Çi hatiye serê van mirovan ma qey ve cîhan dibîne? Ma ew vê yekê dizanin?"

Sûrme Demîr, anî ziman ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin û wiha bi dawî kir: “Heta ku em sax bin, em ê bi îradeya xwe ya xurt li ber xwe bidin. Me serokê xwe ji dil hilbijart. Ew nikarin qeyûm walî bi vî rengî deynin ser şaredariyê, ev şaredarî ya gel e ne ya qeyîm e."