‘Ev meş wê heta azadiyê berdewam bike’

Jinên ku beşdarî Meşa Mezin a Azadiyê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bûne diyar kirin ku ji gel hêzê digrin û gotin: “Dê ev meş heta azadiyê berdewam bike.”

MEDÎNE MAMEDOGLÛ

Amed- Meşa Mezin a Azadiyê ku di 1'ê Sibatê de ji aliyê du baskên Wan û Qersê ve bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatibû destpêkirin ku ji aliyê gel ve bi coşek mezin tên pêşwazîkirin, berdewam dike. Tevî hemû dorpêç û zextan meşa ku bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ berdewam dike, wê di 15’ê Sibatê de bajarê Abdullah Ocalan Rihayê bi dawî bibe.

Heyeta ku li her cihê diçin, bêyî ku bêjin çiya, zozan, berf e meşa xwe berdewam kirin, bi şev jî li malan dibin mêvan. Heyet li malên li wan dimînin hevdîtinê pêk tînin, rastî eleqeyek mezin tên. Ziyaretên malan ji ber girseya gel vediguhere civînên gel. Di vê pêvajoyê de heyeta ku bi gel re hevdîtinan pêk tîne daxwazên gel nîşe digrin. Encam nîşan didin ku gel zûve li dijî tecrîdê li benda çalakiyeke wiha bûye. Jinên ku di baskê meşa Qersê de cih digrin bal kişandin ku ev meş wê ne ya  destpêkê, ne jî ya dawiyê be, destnîşan kirin ku wê xebatên xwe di her warê de berdewam bikin.

Parlamentera Stenbolê DEM Partiyê Kezban Konukçû û endama Lijneya Rêveberiya Navenda Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Narîn Gezgor çavdêriyên xwe yên di vê pêvajoyê de jiyane anîn ziman.

‘Meş wê heta azadiyê berdewam bike’

Kezban Konukçû bal kişand ku gel careke din rêxistinbûna xwe derxistiye holê û wiha got: “Ev meşa azadiyê destpêkê ji bo birêz Abdullah Ocalan bi awayek fizîkî azad bibe tê kirin. Azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan tê wateya ku di Kurdistanê de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd gaveke cidî dê were avêtin. Li vî welatî yek ji pirsgirêka herî mezin, pirsgirêka Kurd e, ji bo bi awayê demokratîk de were çareserkirin me dest bi meşê kir. Ev meş meşa ji bo hemû kesên ku li vî welatî dijîn û aştiyê dixwazin e. Em baş dizanin ger azadî nebe wê wekhevî jî nebe. Meşa me ya ku me ji du baskan dest pê kir, ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin hat. Tevî hemû zextên dewletê gel em bi tenê nehhiştin û her dem li qadan bû. Wê teqez azadî were vê xakê û wê ev meşa me heta azadiyê berdewam bike.”

 ‘Xebat wê bi meşê sînordar nemînin’

Kezban Konukçû destnîşan kir ku daxwazên gel ên destpêkê rakirina tecrîdê ye û wiha got: “Bi rastî gel bi rêxistinkirî ye, bi vê rêxistina xwe ev bi salan e di ferqa hemû tiştan de ye. Gel dizane ku bi rakirina tecrîdê wê aştî dest pê bike. Ji ber vê mirov bi vê meşê gelek kêfxweş in. Ji ber vê jî wê xebatên me bi meşê sînordar nemînin. Wê piştî meşê hatina me ya gel hev berdewam bike. Ne tenê ji bo hilbijartinê, em ê xebatek piştî wê jî bidin destpêkirin.”

‘Hevdîtinên me yên bi gel re bi coş û bi hêz derbas bûn’
Endama Lijneya Rêveberiya Navenda Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Narîn Gezgor diyar kir ku bi meşê hevdîtinên wan ên bi gel re gelek bi coş û bihêz derbas bûne û da zanîn ku ji gel û ciwanan moral girtine. Narîn Gezgor da zanîn ku di her mijarê de meş gelek girîng e û pêvajoyek nû dest pê kiriye û wiha got: “Bendewariya gel ji çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk heye. Meşê moralek mezin da gel. Me dît ku demek dirêj e li benda vê ne û vê yekê jî hêzeke mezin da me. Her cihê ku em diçinê, hevdîtinê bi gel re dikin. Ev hestên gel em şanaz kirin. Li gel vê ev meş çiqas girîng e, wê çiqas ji pêvajoyê re bibe bersiv nîşan da. Ev bi rojane em dimeşin, li her cihê ku em çûnê bi baweriyek mezin em hatin  pêşwazîkirin. Dema em dinêrin, dibînin ku polîtîkayên şerê taybet hemû kes bêzar kirine, gel dixwaze dawî li van polîtîkayan were anôn. Ji ber wê jî daxwaza wan a yekem rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Li her cihê ku em diçinê gel vê daxwaza xwe anîn ziman. Van hevdîtinan hem di meşa me de hem jî di xebatên me yên ku em ji niha şûnve bidin destpêkirin de em dikarin bibêjin ku rê nîşanî me dan.”