Etiyopya îro ket sala 2016’an

Etiyopya îro ket sala xwe ya 2016’an. Hemû welat pîrozbahiya sala nû dikin, navê roja yekem ya salê weke ‘Enkutataş’ hate îlan kirin.

Navenda Nûçeyan- Etiyopya ya ku welatê Rojhilatê Afrîqa ye îro kete sala xwe ya 2016’an. Li welat pirozbahiya sala nû tê kirin. 

Etiyopya xwedî salnameya xwe ya taybete. Ev salname, Rojê bingeh digre, li gora salnameya Mîladî 7 sal û 8 mehan paşde tê. Li welat sîstemek cûda ya saetê tê bi karanîn. Li Etiyopya roj ne di saet 00:00’an de, di saet 06:00’an de destpê dike. Roja ku ji dû 12 saetan cuda pêktê, beşa wê ya yekem ji saet 06:00’an heta 18:00’an, yan din jî ji saet 18:00’an heta 06:00’ê ye. Di heman demê de ji 12 meh û 30 rojan pêktê. Di salanameyê de meha 13’an jî heye û ev meh 5 û 6 rojin. Li gora salnameyê di 11 û 12 ‘ê Îlonê de dikevin sala nû.

Li welat pirozbahiyên sala nû, di heman demê de yek ji parçeyên çalakiyên olî ne. Di pîrozbahiyan de gel cilên kevneşopiya Etiyopya li xwe dikin û li dora sofrayên taybet tên ba hev. Yek ji çalakiyên dînî yên tê zanîn, ayînînên taybet ên Kiliseya Tewahedo ya Ortodoksên Etiyopya ye. Yek ji çalakiya din ya herî giring ya Etiyopya tê pîrozkirin jî festîvala ku bi navê ‘Meskel’ tê zanîne.