Esra Solîn Dal bi hinceta ‘ewlehiyê’ di hucreyê de tê ragirtin

Rojnamegera girtî Esra Solîn Dal bi hinceta ‘ewlehiyê’ ji 26’ê Nîsanê heta niha bi tena serê xwe di hucreyê de tê ragirtin.

Navenda Nûçeyan – Nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Esra Solîn Dal 23’ê Nîsanê di operasyona qirkirina siyasî ya ku navenda wê Stenbol e de hat binçavkirin û 26’ê Nîsanê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Rojnameger Esra Solîn Dal hîn jî li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin.

Parêzeran diyar kir ku daxwaza Esra Solîn Dal a çûyîna qawîşa ku girtiyên din lê ne, bi “hinceta ewlehiyê” hate redkirin.