Eren Keskîn: Zîhniyeta salên 90’î bi rêbazek nû derdikeve holê
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn der barê êrişên li Amedê li dijî gel tên kirin de axivî û got: “Em dibînin ku zîhniyeta di salên 90’î de gelek mirovên me qetil kir, dîsa bi rêbazeke din derdikeve holê.”
Navenda Nûçeyan- Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê têkildarî êrişên komên HUDA-PAR’î yên di demên dawî de li bajar tên kirin, li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî da. Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Eren Keskîn û Huseyîn Kuçukbalaban, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tevli bûn.
‘Dixwazin tirsê belav bikin’
Di daxuyaniyê de ji ewil Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban axivî û da zanîn ku di salên 90’î de navêndên cînayetên kiryarnediyar Amed û Êlih bûn û bal kişand ser êrişên di demên dawî de zêde dibin, êrişa li dijî dibistana reqsê û ya li sîteya bi hewz bi bîr xist û wiha got: “Dixwazin tirsê belav bikin. Divê dewlet bala xwe bide ser kesên ku dibêjin ‘me bav û kalên we kuştine, hê jî cihên gorên wan nediyar in, hûn bi kê re diaxivin.’ Hê duh em beşdarî çalakiya 803’yemîn a xizmên windakiriyan bûn. Divê dewlet van kesan binçav bike û pirsên ‘We kê kuştiye?’, ‘Kê kuştine, hûn dizanin an na?’ û hwd. ji wan bikira. Em li vir bang li tevahiya rayedaran û wezîrên karên hundir û edaletê dikin ku peywira xwe bi cih bînin.”
‘Zîhniyeta salên 90’î careke din derket holê’
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî anî ziman ku bawerî tiştekî şexsî ye û wiha got: “Divê her kes di mijara baweriyê de azad be. Lê em dibînin ku ev zîhniyeta ku di salên 90’î de gelek mirovên me qetil kir dîsa derketiye holê. Îro bi rêbazeke din û di bin parastina dewletê de derketine holê. Bi ser dikana Burgerê de girtin, êrişî kesên direqisîn kirin û birîndar kirin. Nehiştin jin bikevin hewzê. Ev kiryar nikarin me bitirsînin. Rêxistina me li gel wê ye ku her kes bi awayekî azad baweriya xwe bijî. Em bang li dewletê dikin wiha nekin, me gelek êş kişandin û em naxwazin hîn bêhtir êşan bikşînin.”
‘Tevî bangên hestiyariyê êriş ranewestiyan’
Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz jî got ku êrişên tên kirin zirarê didin aştî û jiyana hevpar a li bajar û wiha got: “Tevî bangewaziyan jî êriş nehatine bidawîkirin. Di salên 90'î de gelek rewşenbîr, parazvanên mafên mirovan, siyasetmedar û kesên sivîl di bin çavan de hatin windakirin û bûn qurbaniyên cînayetên kiryarnediyar. Xizmên windakiriyan û Dayikên Şemiyê her hefte li qadan aqûbeta xizmên xwe dipirsin û dixwazin faîl bên tesbîtkirin û cezakirin. Mirovên hatin qetilkirin an jî bi darê zorê hatin windakirin, ne tenê ji hêla malbatên xwe ve, ji bo hemû Kurdan û hemû kesên xwedî wijdan sembola şîneke nehatiye girtin in. Lewma jî em vê nêzikatiya ku tarîtiya salên 90’î bi bîr dixe û gefan dixwe, bi tu awayî qebûl nakin.”
Ercan Yilmaz, xwest faîl bên girtin û lêpirsîneke bi bandor were destpêkirin. Ercan Yilmaz got ku êrişên roj bi roj zêde dibin weke mudaxeleyeke eşkere ya li dijî azadiyê dibînin û got ku dê têkoşîna wan a ji bo avakirina aştiyê û pêşxistina jiyana hevpar bidome.