Eren Keskîn xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ girt

Eren Keskîn ku xelata îsal a Odeya Tebîban a Amedê girt diyar kir ku ew 30 sal in li dijî binpêkirinên mafên mirovan ên li welat têdikoşe û bal kişand ku tu carî bi qasî niha nîjadperestî bi awayê vekirî tiştê ku dikir bê tirs û hesab nedigot

Amed – Îsal parêzvana mafên mirovan û parêzer Eren Keskîn layiqê “Xelata Aştî, Dostayetî û Demokrasiyê” DTO’yê hat dîtin. Eren Keskîn bi dirûşma “Jin jiyan azadî” xelata xwe girt û got “têkoşîn didome.”
Odeya Tebîban a Amedê (DTO) ku ji sala 1995’an heta niha her sal xelata aştî, dostayetî û demokrastiyê dide, îsal Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn layiqê xelatê hat dîtin. Merasima xelatdayînê li Salona Konferansê ya Tahir Elçî ya li Amedê pêk hat. Merasima ku lê pankarta bi nivîsa “Ji tendirustî û azadiyê teseruf nayê kirin” lê daliqandîbû, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kedkarên tendirustiyê yên jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Seroka DTO’yê Elîf Turan, bi silavdayîna Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê li Girtîgeya Tîp T Hejmar 2 ya Bunyan a Kayseriyê girtî û parlamenterê berê yê Çewlikê Îdrîs Baluken ku li Girtîgeha Sîncana Enqereyê ye; axaftina vekirinê kir. Elîf got “Ji bo tendirustî û aştiyê demokrastî şert e. Aştî û demokrasî bi nirxên gerdûnî yên bijîşkiyê pêkan e.”
 ‘Ji yên bê nefes mane re em ê bibin bibin nefes’
Dûre peyama Selçûk Mizrakli ya ji girtîgehê şandibû hat xwendin. Mizrakli di peyama xwe de diyar kir ku wan saleke ku bi sedan hevalên xwe yên bijîşk winda kirine borandine, bi hêza ku ji nirxên xwe digrin têkoşîna xwe didomînin. Bi hêviya ku îsal hêvî pêk werin, ji bo gel bibe nefes û jiyana bi ewle ew hêviya xwe mezin dikin.
‘Em bi nijadperestiyek ku ji rêzê tê dîtin re rûbirû ne’
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî diyar kir ku ew 30 sal in li dijî binpêkirinên mafên mirovan ên li welat têdikoşe, li ser pêvajoyên zor û zehmet ên di sedsala dawî de çebûne sekinî û wiha axivî: “Wê demê dewletek wiha hebû li hemberî me; em dizanibûn ku ji derveyî hikûmetan hêzek heye, mîlîtarîzm heye. Haya me ji van yekan hebû lê wan red dikirin. Niha em bi dewletek ku eşkere dibêje ‘me kir’ re rûbirû ne. Ji komkujiya Ermeniyan vir ve bîrdoziyeke fermî ya ku hebûna xwe dide hîskirin ji senteza Tirk û Sunî ya Misilman pêk tê heye. Wisa xwe bi cih kiriye ku mixabin êdî civak jî dişibe dewletê. Em bi nijadperestiyek ku ji rêzê tê dîtin re rûbirû ne.”