Eren Keskîn hat berdan
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn a li ser hesabê xwe Twitterê ragihandibû ku li Stenbolê hatiye binçavkirin, hat berdan.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/04/20230415-20230415-erenkeskin1020-jpg3d8b06-image-jpgbe142f-image.jpg)
Navenda Nûçeyan - Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandibû ku ew li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin. Parvekirinên li ser medyaya dîjîtal wekî hincet hat nîşandan û Eren hat binçavkirin. Piştre Eren li balefirgehê hat berdan.
Eren Keskîn hefteya bûrî roja şemiyê li gel Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan. Îro jî polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir û 12 kes kirin binçavan.
Nehat zanîn ku ka Eren Keskîn ji ber kîjan parvekirinan hatiye binçavkirin û hat berdan. Hat bi bîrxistin divê Eren di nava pênc rojan de here dozgeriyê û îfadeya xwe bide.