Erdhejzedeyan: Tu deynê me li kesê nîne!

Gizem Guzel ya Piştevaniya Erdhejê ya Hatayê bertek nîşanî şandina faturayan ji bo erdhejzedeyan da û got: ‘Tu deynê me li kesê nîne, rayedarên bingehîn deynadarê mafê meyên herî bingehîn e.!”

Hatay- Piştevaniya Erdhejê ya Hatayê têkildarî fatûreyên ceyran, av, gaza xwezayî û înternetê ji mexdûrên erdhejê re hatine şandin li Parka Abdullah Comert a li Samndagiyê daxuyanî da. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatimogûllari, Hevseroka SYKP’ê Canan yüce û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de panqarata ‘Bila fatureya erdhejê dewlet razîne û faturayan iptal bike’ daliqandin.

‘Me di faturayên giştî de paşketina deynan dît’

Endama Piştevaniya Erdhejê Gîzem Guzel daxuyanî da û diyar kir ku fatûreyên ku beriya erdhejê jî deynên wan hebûne bi biryanameyê hatine sifirkirin lê fatûreyên komî ku şandine ji kesan re û navnîşanan dîtine ku deyn hatine taloqkirin.

‘Jiyan rawesta deyn ne rawestan’

Gîzem Guzel diyarkir ku nikarin van faturayan razînin û wiha got: “Bila kes ne li bendê be ku em ê fatûreyan bidin. Em van planên qirêj red dikin. Deynê kesî li me te tine ye. Ya rast rayedar deyndarê gelê me ne. Em bang li şirketên belavkirinê yên ceyranê, av, gaza xwezayî û înternetê dikin; Fatûreyên li herêma afete bi lezgînî rawestînin! Em gazî hikumetê jî dikin; Bila ev fatûre bên betalkirin. Bila rojek mesrefê Qesrê ji bo van fatûreyên ku ne deynê xelkê me ye were razandin.”

Tulay Hatimogûllari: Divê fatura dewlet razine

Parlamentera Partiya Çep a Kesk ya Adana Tulay Hatimogûllari jî da zanîn ku ev bi mehane li ser erdhejê re derbas bûne, hê jî îktidarê agahî nedaye ku wê kengê mal û kargeh ji xelkê re bên çêkirin. Hatimogûllari diyarkir ku  hê jî hewcedariyên mexdûran ên wek zexîre, kelûpelên paqijiyê, kon û konteyneran nehatiye bicihanîn lê radibin fatûreyan li welatiyan dibirin divê ev faturayên giran dewlet razîne.