Erdheja Mexrîbê: 50 hezar xanî qismî an jî bi temamî hilweşiyan

Hat ragihandin ku di erdheja bi lerza 7 ya ku li Mexrîbê pêk hat de nêzî 50 hezar xanî bi temamî yan jî qismî hilweşiyan.

Navenda Nûçeyan - Xerabûna erdheja bi lerza 7’an a ku 8’ê Îlonê li Mexrîbê navenda wê li herêma El-Huz a Marakeşê bû, dewam dike. Li gorî daneyên dawî Wezareta Karên Hundir a Mexrîbê ragihand ku di erdhejê de 2 hezar û 946 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara birîndaran jî 5 hezar û 674 e.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Dadgeha Qraliyetê ya Mexrîbê, hat diyarkirin ku li 5 herêmên ku ji ber erdhejê bandor bûne nêzî 50 hezar xanî bi temamî yan jî qismî hilweşiyane. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê dewlet bi nirxê 30 hezar derhem (nêzîkî 3 hezar dolar) alîkariya lezgîn bide malbatên ku ji erdhejê zirar dîtine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo xaniyên bi temamî hilweşiyane 140 hezar dirhem (nêzîkî 14 hezar dolar) û ji bo xaniyên qismî hilweşiyane jî 80 hezar dirhem (nêzîkî 8 hezar dolar) dê alîkariya darayî ya rasterast were dayîn, di daxuyaniyê de ti agahî nehat dayîn ku çend xanî bi temamî wêran bûne û çend xanî jî qismî hatine hilweşandin.

Erdheja ku li Mexrîbê pêk hat li Marakeş, li paytext Rabat û bajarên Kasablanka, Meknes, Agadir û Fesê bandor bû.