Erdhêja bi pileya 7,4 pêk hat li gelek deveran bandor kir
Li Mereşê bi pileya 7,4 û li Dilokê bi pileya 6,5 û 6,4 ser hevdû dû erdhêj pêk hat. Ji ber erdhêja ku bandorê li gelek deveran kir gelek avahî hilweşiyan, tê ragihandin ku gelek kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne hene.
Navenda Nûçeyan – Li Mereşê bi pileya 7,4 û li Dilokê bi pileya 6,5 û 6,4 ser hevdû dû erdhêj pêk hat. Ji ber erdhêja ku bandorê li gelek deveran kir gelek avahî hilweşiyan, tê ragihandin ku gelek kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne hene.
Erdhêj li gel Mereş û Dîlokê, bandorê li Amed, Semsûr, Meletî, Riha, Êlih, Çewlig, Elezîz, Kilis, Mêrdîn, Sêr, Şirnex, Wan, Mûş, Bedlîs, Colemerg, Edene, Osmaniye, Hatay û bajarên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Gel şevê li kolanan derbas kir, ji ber erdêjên berdewam ên li gelek bajaran dom kir, bang li gel tê kirin ku neçin malên xwe.