‘Erdhej û baran lê ket, di rêzê de çi heye?

Meltem Soler, anî ziman ku ji ber heywanên wan hebûn û kon nedan wan nikarin li konan bimînin û got: "Yên ku me nabînin em heqê xwe li wan helal nakin."

MEDINA MAMEDOGLU

Semsûr - Li Semsûra ku ji ber baranê gel di konan de wêran bûye, welatiyên ku di nava avê de ne ev du şev in nikarin razên. Welatiyên ku neçar dimînin konên xwe yên şil biguherînin, bi gotina "Me nabînin" li dijî vê rewşê îsyan kirin. Meltem Soler, anî ziman ku ji ber ku heywanên wan hene kes kon nedan wan, li cihê ku ji brandayek nelihev  têkoşîna jiyanê dide. Meltem Soler, diyar kir ku ew tim şil in û zemîn di nava avê de dimîne.

'Em di nav heriyê de ne'

Meltem Soler, anî ziman ku piştî erdhejê 3 rojan li derve man û di wê pêvajoyê de kesî kon neda wan û ew di bin brandaya ku birayê wê dîtiye û aniye de dijîn. Meltem Soler, di berdevamiya axaftina xwe de got  ku dema çûn û kon xwestin ji aliyê rayedaran ve hatine azirandin û wiha didomîne: “hinek kes  din kon dikirin me  nekarî. Ji ber ku em jin in em dihatin azirandin, Me firçe xwar, paşê em hatin û em aniha li cihê xwe bendêne. Ji ber ku heywanên me hene em nikarin biçin bajarên konan. Em nikarin dengê xwe bigihînin kesî. Berê me bi mûçeya astengdaran debara xwe dikir, edî ew jî nîne niha em mexdûr in. Alîkariyên tên ji bo hin cihan diçin, nayê  vir. Em di nav heriyê de ne, sê zarokin min hene, em du malbat in. hinek kes ku nan tîne  em wisa zikê xwe têr dikin. "Em ji ber xwedîderketina heywanên xwe nikarin derkevin derve xwarinê bixwin"

'Kesên ku me nabînin em heqê xwe helal nakin'

Meltem Soler, anî ziman ku dewlet wan nabîne û alîkarî ji bo hin cihan diçe, Meltem Soler di berdewamiya axaftina xwe de got ku “Ez heqê xwe helal nakim" û wiha nerazîbûna xwe anî ziman: " Ji bo heywanan em neçar in li vir bimînin. Em di rezîliyê de ne û xwediyê vê derê dixwaze me ji vir derxîne, em neçarin ku biçin  xaniyên  xwe yên wêranbûyî bijîn. Em tu carî heqê xwe helal nakin. Heya îro em nedîtine ku ji me helaliyê dixwaze. Me bi derfetên xwe 6 kes ji bin axê derxistin."

'Em tenê kon dixwazin'

Meltem Soler di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku di her baranê de dîsa wêran dibin û yek alavên wav ziwa jî nemaye, Meltem Soler banga vekirina kon kir û wiha gotinê xwe bi dawî dike:“Em kesekî nabînin daku pêwîstiyên me bên bicihanîn. Ji êvarê ve baran dibare, konê me hemû bû av, me du caran binê kon guherand. Em pir zêde tiştek naxwazin, tenê kon dixwazin. Gelek kesan dibînin bila me jî bibînin. Bes e. Em di her barana dibare de  dua dikin ku raweste. Erdhej lê ket, baran dibare, êdî di rêzê de çi heye?”