Erdhêj Sûriye û Rojava jî wêran kir: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
Hat ragihandin ku ji ber erdhejê li Sûriye û Rojava herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan - Erdheja ku di saet 04:17an de li Mereşê bi pileya 7.4 rû da, li Sûriye û Rojava jî hat hîskirin û bû sedema wêraniyê.
Li gorî texmînên ewil ji ber erdheja li Sûriye û Rojava 100 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 300 kes jî birîndar bûne.
Erdhej li herêmên Rojava yên Efrîn, Îdlib, Heleb, Hama, Laziqiye û Reqayê bi tundî hat hîskirin û wêraniyeke mezin pêk anî.
Li gorî ajansa nûçeyan a SANA’yê, di erdheja li herêmên di bin kontrola rejîmê de li Helebê 42 kesan jiyana xwe ji dest dane û 200 kes jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku li tevahiya bajar herî kêm 20 avahî hilweşiyane yan jî zirareke mezin dîtine.
Her wiha bi dehan avahî li hin herêmên Bakurê Sûriyeyê hilweşiyan an jî zirar dîtin. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê hewl didin xwe bigihînin welatiyên di bin xirbeyan de. Li gorî tespîtên ewil li herêmên cuda yên Rojava û Bakurê Sûriyeyê herî kêm 58 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û bi sedan sivîl jî birîndar bûne. Li vir jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.