Erdhejê bandor li hilberînerên jin jî kir

Berdevka Meclisa Jinan a KESK'ê ya Amedê Ezgî Çelîk diyar kir ku ji ber erdhejê gelek jinên kedkar xwedî cihên biçûk û teng karên xwe winda kirine û destnîşan kir ku divê li herêmê modelên aborî yên alternatîf ên bi awayê kooperatîfan bên avakirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Piştî erdhejên 6'ê Sibatê yên navenda wan Mereş bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan; bi milyonan mirov jî ji ber koçberiyê bêkar man. Di vê pêvajoyê de gelek kesan dikanên xwe winda kirin û bêkar man, gel gelek zirar dîtin. Îsal di 1'ê Gulanê Roja Karkeran de dê bal bê kişandin ser karkerên ji derveyî hilberînê tên girtin.

Bi koçberiya piştî erdhejê bajêr hatin valakirin, bi vê ve girêdayî pêvajoya hilberînê jî rawestiya. Di 3 mehên dawî de vegera bajaran dest pê kir lê dikandarên ku dikanên wan hatin xirakirin jî ji bazirganiyê hatin derxistin. Xwediyên esnafan ên ku heta niha tu piştgirî ji wan re nehatiye dayîn, nikaribûn vegerin ser karê xwe, ji vê pêvajoyê herî zêde kedkarên jin zirarê dîtin. Jinên ku cihên xwe yên piçûk winda kirin, beriya hilbijartinê ketin nava hewldanan, bi mehan e bi bêkariyê re jî têdikoşin. Karker ji bo ku dikanên xwe vekin û dîsa tevlî hilberînê bibin ji reyên çareseriyê digerin.

Dê di 1'ê Gulanê de meşeke ji sê aliyan ve dê bê lidarxistin

Em bi Berdevka Meclisa Jinan a Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Ezgî Çelîk re li ser tiştên karkeran li herêma erdhejê jiyane axivîn. Ezgî Çelîk bi pîrozkirina 1'ê Gulanê dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku 1'ê Gulanê her sal bi mîtîngekê tê pêşwazîkirin, ji ber erdhejên ku çêbûne dê bi meş û daxuyaniya çapemeniyê were pêşwazîkirin. Ezgî Çelîk, da zanîn ku meşa li Amedê dê ji sê aliyan ve bê lidarxistin, li Qada Deriyê Çiyê li hev bicivin û li wir daxuyaniya çapemeniyê bidin. Ezgî Çelîk hemû karkerên herêmê vexwend meşê.

'Pir girîng e ku hevgirtin bidome’

Ezgî Çelîk, diyar kir ku erdhej bi alîkariya pergala kapîtalîst û hikûmetê veguheriye karasetê, diyar kir ku di dema erdhejê de weke Meclisên Jinan ên KESK'ê li qadan bûn û bi gel re di nava piştevaniyê de ne. Ezgî Çelîk, diyar kir ku endamên konên jinan hê li qadan in û hevgirtina xwe didomînin û wiha got: “Di vê pêvajoya erdhejê de pirsgirêkên me yên jinan qat bi qat zêde bûn. Di vê de em ji gihandina paqijiyê heta mafê starbûnê, heta kûrkirina erka lênêrînê rastî gelek pirsgirêkan hatin. Em dizanin ku gelek hevalên me yên li qadê li hemberî pêdiviyên bingehîn ên jin û zarokan hestiyartir in. Lê carna jî di rêxistinkirina vê hevgirtinê de em têr nedibûn ku di dawiyê de van pêwîstiyan bi cih bînin. Em Wek Meclisên Jinan ên KESK'ê di van pêvajoyan de konên jinan veda û di 8'ê Adarê de pakêtên paqijiyê belav kirin. Helbet ev têrê nake, bi rastî jî girîng e ku ev pêvajo bidome û hewcedariyên bingehîn di her kêliyê de bên peydakirin. Bi hemû jinan re vê pêvajoyê domiya.”

'Jin û karsazên piçûk li derveyî hilberînê man'

Ezgî Çelîk, anî ziman ku ew bi xwesartiya xwe bi jinan re hevgirtinê nîşan didin û tevkariyê li jinan dikin û got ku wan hevgirtina heyî bi xêzkirina jiyana nû li derveyî xeta pergala kapîtalîst pêk aniye. Ezgî Çelîk agahî da ku herî zêde jinên kedkar û gund ji vê pêvajoyê bi bandor bûne û wiha got: “Ji bo gundên Kurdan û Elewiyan gihandina alîkariyê hinekî zehmetir bû. Em dizanin ku pergala kapîtalîst pergaleke ku her dem berjewendiyên sermayedaran li pêş e û berjewendiyên wan têb dîtin. Em dizanin jinên kedkarên ku xwedî kargehên biçûk û asten biçûk, di vê pêvajoyê de û beriya wê jî rastî gelek pirsgirêkan hatin. Ji ber erdhejê gelek kes karên xwe winda kirin. Nikaribûn di pêvajoyên hilberînê de bin û li paş man. Jinên li gundan sewalên xwe winda kirin û nikaribûn zeviyên çandiniyê hilberînin. Ew li derveyî pêvajoya hilberînê ku divê niha bê kirin in.”

‘Bi avakirina qadên bazarên bi koperatîfan mirov dikare bikeve nave hilberînê’

Ezgî Çelik got ku armanca wan a bingehîn li qadên jiyanê vegerê ava bikin û da zanîn ku ji bo bi perspektîfa ekoloji û jinan de jiyanê ji nu ve binexşnînin hewldanek tê kirin û bi bîr xist ku gelek girîng e ev bê berdewamkirin û pêvajoya ku heye bi modela altenatîfa avakirina aboriyê re werebi rêveberin û got: “Di vê wateyê de divê em alternatîfan ava bikin. Em dizanin li her derê kaparatîf yan jî bi terzê kooparatîfê rêxistinkirin wê bibe gavek ji bo avakirina alternatîfan. Careke din di vegera gund de jin bi berhemên xwe yên ku bi xwe hilberandine li gorî sîtema xwe wê bikevin bazarê û ev jî di destpêka sîstema alternatîf de tê. Di pêvajoya erdhejê de me dît ku gel bi xwe bi kêrî xwe tê. Ji ber vê divê rêveberiyên xwecihî werin bihêzkirin. Bi vê ve girêdayî aborî bi rêveberiyek bi hêz û bi awayê koparatîf bazara xwe ava bike û ji xwecihiyê bigihîje gel.”