Enstîtuya Xebatên Kurd ya Qahîre beşdarî kampanya NADA ya li dijî darvekirinê bû

Enstîtuya Xebatên Kurd ya Qahîre ragihand ku beşdarî kampanya îmzayan ya NADA ya ‘Ji mirinê re na, ji jiyana azad re erê’ ku li dijî darvekirinên li Îranê dabû destpê kirin bûne.

Navenda Nûçeyan- Kampanya ‘Ji mirinê re na, ji jiyana azad re erê’ ku ji aliyê Tifaqa Jinan ya Demokratîk ya Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa (NADA)  ku ji rêxistinên jinan yên zêdeyî 18 welatên Bakûrê Efrîqa û Rojhilata Navîn pêk tê, li dijî darvekirinan dayî destpê kirin her ku diçe mezin dibe.  

Herî dawî Enstîtuya Xebatên Kurd ya Qahîre ragihand ku ew jî beşdarî kampanya Îmzayan ya ku NADA ji bo Werîşe Muradî û rojnemavan Pexşan Ezîzî ku ku li girtîgeha Evînê ya li paytexta Îran Tahran tê girtin û der barê wan de cezayê darvekirinê hatiye dayîn û hemû girtiyan dabû despê kirin bûne.

Enstîtuya Xebatên Kurd ya Qahîre di daxuyaniya dayî de diyarkir ku ew li dijî hemû cezayên bê maf ên ku komara Îslamê Îranê li xwepêşander û aktîvîstan birîn e, bang li rêxistinên mafê mirovan ên navnetewî kirin ku ji bo rawestandina darvekirinan zextê li Îranê bikin.