Enstîtuya Andrea Wolf a Akademiya Jineolojiyê êrîşên dewleta Tirk şermezar kir

Enstîtuya Andrea Wolf a Akademiya Jineolojiyê bi daxuyaniyek nivîskî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriya şermezar kir.

Navenda Nûçeyan- Enstîtuya Andrea Wolf a Akademiya Jineolojiyê bi daxuyaniyek nivîskî êrişên dewleta Tirk ên ku 25’ê Kanûnê  li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî ku di encama van êrîşan de 2 jê jin 8 welatiyan jiyana xwe ji dest dan şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di êrîşa dewleta Tirk a li dijî çapxaneya Sîmav a li bajarê Qamişlo de Bêrîvan û 3 xebatkarên din jiyana xwe ji dest dan. Ala El Sebawî jî di êrîşek din a dewleta Tirk a li ser firina nan de jiyana xwe ji dest da. Bêrîvan û Ala du jinên ciwan ên Rojava ne ku ji bo avakina jiyaneke nû têdikoşiyan. Beriya şoreşê destûr ji jinê re nehatiye dayin ku jiyana xwe bi xwe diyar bike. Heta niha em dizanin ku ji bilî Bêrîvan û Ala karkerên bi navê Riyad Hemo, Hisên Ehmed, Rênas Hisên, Ferhan Xelef û Ferhan Temê jî ji ber êrîşên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne. Dewleta Tirk hewl dide li her cihê ku êrîş dike, li gel her kesê jiyana xwe ji dest dide, zanîn û bîranînên van cih û kesan jî ji holê rabike.“

Li dijî destkeftiyên Kurdan êrîş tê pêkanîn

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bînesazî û çavkaniyên jiyanê dike hedef û wiha dom kir: “Dewleta Tirk navenda diyalîzê ya li Qamişlo jî kir hedef. Li herêmê yekemîn û tekane navenda tedawiya civakê bû ku ji bo nexweşiyên bi pêdiviya diyalîza xwînê hat vekirin. Her diçe nûçeyên êrîşên nû yên artêşa Tirk tên. Binesaziyên ku niha li hemû herêmên Rojava tên bombebarankirin, nexweşxane, navendên tenduristiyê, kooperatîf û depoyên xwarinê, kargehên tekstîlê, bîrên naftê, benzînxane, kooperatîfên çandiniyê û şîrketên avahîsaziyê ne. Tevî  hemû êrîşan gelê Rojava tu carî dest ji rêxistinbûna xwe ya li gorî rêgezên paradîgmaya demokratîk û ekolojîk a li ser bingeha azadiya jinê bernedaye. Gelek caran jiyana xwe carekî din ji kavilên şer ava kirine. Ev herêmeke ku bi dehan salan ji aliye serdestiya rejîma Esedê ve hatibû dagirkirin û îhmal kirin, kargeh û kooperatîf ji bo dabînkirina pêdiviyên jiyanê hatin avakirin. Ji bo ku hemû zarok û gelan bikarin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin dibistan û akademî hatine avakirin. Çapxane hatin çêkirin da ku pirtûkên zanistî, roman û helbestan dikarin azad werin belavkirin. Ji bo dermankirina nexweşan nexweşxane hatin avakirin. Ji bo civakê cihên civîn, çand û hûnerê hatin avakirin. Ji bo peydakirina hewcedariyên enerjiyê îstasyonên neftê hatin xebitandin. Ev hemû encamên xebatên bênavber ên gelên ku di komîn, meclîs, kooperatîf û akademiyan de bi rêxistin bûne, ji bo hêviya jiyanê bidomînin û jiyanê bi vîna xwe rêvebibin. Ev encamên pratîkî yên hêviyê ne ku destnîşan dikin ku em ji dewlet, kapîtalîzm û baviksalarî wêdetir jiyanekî azad dikarin avabikin.“

Dewleta tirk ji bo xeyalên xwe ên neo- Osmanî pêkbîne êrîş dike

Di daxuyaniyê de hate bi bîrxistin ku destkeftiyên gelê Kurd, dewleta Tirk ji bo xwe weke metirsî dibîne û wiha hate gotin: “Destkeftiyên dawî yên tevgera azadiya Kurdistanê li ser hebûna dewleta Tirk a faşîst xetere ye. Di 13’ê Kanûnê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevpeymana xwe ya civakî ya nû eşkere kir. Di 19’ê Kanûnê de jî partiyên Kurdistanî di hilbijartinên herêmî yên Kerkûk û Şengalê de di temsîlkirina îradeya gelê Kurd û Êzidî de encameke girîng bi dest xistin. Her wiha gerîlayan li çiyayên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk çalakiyên serkeftî li dar xistin. Lê artêşa Tirk ji bo xewna xwe ya împaratoriya neo-Osmanî pêk bîne, careke din êrîşên xwe yên li ser Rojava zêde dike. Eşkere dibe ku ev êrîş parçeyek ji şerê sîstematîk e ku bi armanca tinekirina jiyana gelên li Rojava û hêviyên mirovahiyê tê meşandin. Ev pêla nû ya êrîşan binesaziya jiyanî dike hedef. Li gel ambargoya salên dirêj, ev êrîş bi hilweşandina pergalên avê, sotemenî, tendirustî û elektrîkê jiyana hemû mirovan dixe xeteriyê. Ev stratejî beşek ji planên dagirkeriyê yên demdirêj ên Erdogane ku  heman Erdogan ku êrîşên li ser binesaziya Xezayê, dibistan, nexweşxane û dêran weke jenosîd bi nav dike, bi xwe siyaseta jenosîd li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne.

Divê hemû kes li dijî êrîşan derbikeve

Di daxuyaniyê de banga têkoşîna hevpar hate kirin û wiha hate gotin: “Ev rastiyek e: hemû cîhan bi êrîşên dewletên faşîst, kapîtalîst û baviksalar re rû bi rû ye. Em li dijî endustriya şer a ku bi dagirkerî, qirkirina gelan û jinan dixwaze civak û axê parçe bike û hikûm bike, banga têkoşîneke hevpar dikin. Di têkoşîna xwe de gelên Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di avakirina jiyaneke azad de israr dikin ji bo vê jî gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. Di vê wateyê de em bang li hemû gelan dikin ku li dijî faşîzm, dagirkerî û baviksalariyê bi hev re berxwedanê bi rêxistin bikin û jiyanek azad, bi rûmet ava bikin.“