‘Eniya mafê jinê û wekheviyê' wekheviya zayendê armanc dike

Rêxistinên civaka sivîl û weqfên jinan yên di qada mafê mirov û mafê jinan de xebat didin meşandin ku di ‘Eniya mafê jinê û wekheviyê’ de cih digrin hedef dikin ku jinên di her qadê de ji bo wekheviya zayendê ava bikin bi hêz bikin.

 NAZIHA BOUSSIDI

Tunus- Jinên Tunusê, salê barê ji ber fikarên xwe yên di paşketina azadî û  mafê mirovan de di bin navê ‘Eniya mafê jinê û wekheviyê’ de rêxistinek avakirin. Armanca vê eniyê li dijî hemû cihêkariya zayendî û şikandina qaliban de têkoşîn kirine. Di heman demê de enî xebatê xwe ên piştevanî li herêmên Afriqa, Rojhilata Navîn, Bakurê Afrîqa û Derya spî yekitiya kar ya navnetewî pêşbixin û armanc dikin ku piştgiriya tevgerên mafê jinan.

‘Armanca me bihêzkirina jinane’

Koordînatora eniya mafê jinê û wekheviyê Najat Ararî da zanîn ku di eniyê de weqfên ku di qada mafê mirovan û pêşketinê de xebat dikin cih digrin û destnîşan kir ku weqfên mijara gotinê di mijara mafê jin û wekheviyê de xebat didin meşandin û armanca wan a sereke bihêzkirina jinane û got: “Enî di sala bûrî meha Mijdarê de bi bejdarbûna nûnerên 25 weqfan komxebata fikrek stratejîk hatiye li darxistin, piştî komxebatê derket holê. Bi boneya 25’ê Mijdarê roja têkoşîna tundîtûjiya li beramberî jinê, di çarçoveya kampanya 16 rojan di encama çalakiya ku dane destpêkirin de em dikarin bêjin derketiye. Ev qeyranên aborî û civakê ên ku em dinav de ketiye halê ku gefê li tevgerên femînist û çalakiyan bike. Ew rewş da nişandan ku tevgerên jina bi hêz bikin, xebatên kolektif û tevgera me hîn bi bandortir bibe hevgritina hêzên ku me piştgirî dike.” 

 ‘Li pêşiya me têkoşînek dirêj heye’

Najat Arari da zanîn ku giringî didin bi rêya perwerdê zanabûnê xwe hevpar bikin û wiha dom kir: “Enî bi rêya weqfê nunertiya li 6 herêman temsîl dikin. Li aliyê din li ser nêzîkatiyên femînist, mafê mirovan û mijarên zeyendê xebatan didin meşandin. Di nava weqfan de hin zêdetir toran ava bikin û li aliyê din di qada mafê jinan de jinan perwerde bikin enî xebatan dide meşandin. hişmendiya mêr hîn serdeste û ji ber vê li pêşiya me têkoşînek dirêj heye. Saziyên perwerdeya bilind û saziyên perwerdê bi rêya hinek hevbeşiyan yek ji eksenên giring ku em li ser dixebitin.”

 Najat Ararî destnîşan kir  ku jiyana jinan ji kokê biguhere aborî û mafê civakê gelek giringe û wiha dom kir: “Divê jin xwe parêzin, divê ji çerxa tundîyê derbikevin. Jin divê di civak de aktif û polîtîk be. Ji bo vê firsand  heye, divê wateyê de di 27’ê Nîsanê de bangawaziya me çêbû. Emê ji bo parastina mafê jinan têkoşînê bimeşînin.”

Li dijî hemû cihêkariyê hatine ba hev

Endama yekitiya parastina mafê mirovan ya Tunusê Najat Zamouri der barê xebatên eniyê de wiha got: “Enî ji bo mafê jinan biparêze torek ku gelek alî hatine cem hev. Armanca me li Tunusê wekheviyê bi dest xistine. Enî ên ku piştgiriya tevgerên femînîst li Tunusê dikin û wê bi hêz dike, zextên li dijî jinan û qirkirinê têkoşînê dike û di civakê de ew guherînên ku hêz dike piştgirî dike û fikirandina kolektif û ji bo xebatên biryardanê qadek serbixweye. Enî ji bo piştgirya wekheviyê û mafê jinê li dijî hemû gefên cihêkariyê û li dijî hemû cihêkariyê bi hêzkirinê armanc dikin.”

‘Herî zêde jin bandor dibin’

Najat Zamouri da zanîn ku daxuyaniya eniya ILO ya mafê mirovan a gerdûnî, li dijî hemû cihêkariyên beramberî jinê, hevpeyman, peymana stenbolê jî di nav de peymanên nevnetewî esas digrin û got: “Di van salên dawî de ne wekheviya zayendî zêde bûye, ji xizaniyê ji mêran zêdetir jin jê bandor dibin. Di destûra bingehîn ya sala 2014’an a welat de peymanên navnetewî dema ku hişyar kirin soza ku wê di her qadê de wekheviya zayendî bi parêzin da. Lê belê li gora rapora kureyî ya wekheviya zayend, Tunus du welatên herî dawî de cih digre. Enî bu parçeyek li derdora nêzikatiyên feminist bibe ba hev û di çaçorveya fikrê rexengir. Ji derveyî li ser nîqaş û cihêkariyê, mafê dîtina kar, ji holê rakirina bê kariyê, parastina civakî, li cihê kar tundî û êrîşa zeyndî, xwegihandina navendên biryardanê em disekinin.”

Navê çalakvan û saziyên ku di Eniyê de cih digrin wihaye:

Weqfa jinên demoqratîk a Tunusê, Weqfa Jinên lêkolîner û pêşketinê  ya Tunusê, weqfa koma Tawhideh Belsheikh, Weqfa azadiya nêrînan, Sendikaya navnetewî ya Rojnamegerên Tunus, Yekitiya rojnemegerên Tunusê, Parêzvana mafê mirovan, Weqfa deng ya jinan, Weqfa pêşîlêgirtina îşkenceyê ya Tunusê, Weqfa koalisyona li dijî cezayê darvekirin û dilxwazan, Weqfa pêşngtiya jina y mêrgan, Weqfa ji bo jin hemwelatî û pêşxistinê, Weqfa Tikar, Weqfa Umm Al-Zein, Weqfa Haysiyet a Tunusê, Weqfa destpêkê jin, Dora Mahfouz, Alia Shammari, Najat Arari.