Eniya Jinên Başûr: Planên dijmin têk çû

Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê bi boneya 10’emîn salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an daxuyaniyek parve kir û got: “Em soz didin ku emê li pirsgirêk û destkeftiyên civaka Êzidî bi taybet li jinan xwedî derkevin.”

Navenda Nûçeyan- Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê bi boneya 10’emîn salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ya li ser Şengalê daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Komkujî yan jî fermana ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de li dijî Êzidiyan hate kirin, di dîrokê de bû cara 74’an, ku Êzîdî li herêm û erdnîgariyên cuda ji aliyê desthilatdar û hêzên tundrew ve li dijî wan hatin kirin. Bi hezaran jinên Êzidî bûn qurbanî. Tevî hemû hewldanan ji bo dîtin û rizgarkirina wan, hîna çarenûsa wan ne diyare. Li gel vê jî bi hezaran jin û zarokên ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn revandin û di bazaran de dihatin firotin, ji aliyê YPG û YPJ’ê ve hatin rizgarkirin û radestî malbatên wan hatin kirin.

‘Divê em têkoşîn bikin’

Zîhniyeta paşverû û kevneperest a DAIŞ’ê û avakerên wê armanc kir ku li ser hesabê gelê Êzidî zirarê bide ziman, rûmet, çand, erdnîgarî, huner û hebûna resen a Kurdan û li ser navê olê wan dagir bike û bigihêje armancên xwe yên qirêj. Lê weke ku tê dîtin, xewna DAIŞ’ê ya ku ji aliyê dewleta Tirk a daigrker û hevalbendên wê ve hatibû afirandin, ji aliyê azadîxwazên Kurd û mirovatiyê ve hat têkbirin. Heta niha jî li dijî Êzdiyan û her destkeftiyên wan ev êriş berdewamin. Ji bo wê pêwîste hem wek jin hem jî wek her Kurdekê, bi wijdanî û bi awayekî cidî piştgirî û hevkariyê ji bo avakirin û nujenkirina Şengalek xwedî sîstema xwerêveberiyê û dûrî destwerdanên herêmî û derve, bikin. Ji ber ku avakirina vê sîstemê derbeyeke din a li dijî armancên dijminane ku Tirkiye û hevalbendên wî yên li Başûrê Kurdistanê di rêza yekem dene. Ev piştgirî di heman demê de rêzgirtina li êş û têkoşîna kesên ku ji destpêka komkujiyê ve hatine hewara gelê Êzidî ye. Ew bi êş û xwîna xwe li pêşiya mezinbûna komkujiyê rawestiyan.

Em wek jin ji bo avakirina Şengaleke nû û civakeke Êzidî ya bi hêz û xwebawer xwerêxistinkirina jinê pêwîstiyeke girîng dibînin. Ji bo vê yekê em bang li hemû jinan dikin ku li dijî her hêza ku êrişî ser ast û pêgeha jinê dike, xebatên xwe yên birêxistinkirin û avakirina îrade û xwebaweriyê bixin merywtê. Ji ber ku em jinên ji heman neteweyê (Kurd) û hemû jinên cîhanê li hêviya pêşketina civaka Êzidî ne ku jin tê de pêşengin, xwedî helwest, biryar û hêza parastina hebûn û cewherê xwe ne.

‘Hewldan û planên dijmin têk çû’

Berxwedan û îstîkrara Êzidiyan a li ser esasên xwe yên netewî û olî, hemû hewldan û planên dijminan ên deh salan yên li dijî civaka Êzidî li Şengalê têk bir. Her wiha ji ber hebûna Hêzên Parastina Êzidxanê û ji ber ku dilxwaziya xelkê Êzidî û teslîm nebû, ev hewldan û planên dijminan têk çûn.

Em ji bo piştgirî û hevkariyeke zêdetir bang li avakirina lobî û eniyeke xurt a jinan dikin, da ku bikarin vê karesatê weke jenosîd bidin naskirin û rewş û êşên jinên Êzidî yên ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin û yên nehatine rizgarkirin, li ser asta cîhanê û civaka navneteweyî bidin ragihandin.

Ji ber ku em êş û azarên Êzidiyan bi taybet jinan dihesin, her wiha ji ber berpirsyariya xwe ya li hember vê mijarê, li gel şermezarkirina kirdar û hevkarên wan, soz didin ku emê li pirsgirêk û destkeftiyên civaka Êzidî bi taybet jinan xwedî derkevin.”