Eniya Jinên Başûr: Em ê sedsala 21’emîn bikin sedsala şoreşa jinan

Eniya Jinên Başûr bi boneya duyemîn salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em soz didin sedsala 21’emîn bikin sedsala azadiya jinan û şoreşa jinan.”

Navenda Nûçeyan- Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê bi boneya duyemîn salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku bi qetilkirina Jîna Emînî re li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê destpêkirî  daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Jin her tim dijî neheqî û koletiya desthilata mêrsalariyê têkoşiyane, gelek caran bê ku dengê wan were bihîstin, hatine bêdengkirin û gelek caran jî dengê jinên azad hemû cîhan hejand. Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jin û gel ti carî bindestî qebûlnekirine.

Çawa jin di hemû şoreş û serhildanan de xwedî rol û pêşeng bûn, di şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de jî bi heman awayî pêşeng bûn û karîne hemû civakê tevlî vê şoreşê bikin. Jinan karîn hemû cîhanê û azadîxwazan tevlî şoreşê bikin.

Em darvekirina jin û ciwanan ya ji aliyê desthilata Îranê ve şermezar dikin, bang li hemû azadîxwazên cîhanê dikin li dijî darvekirinê bêdeng nemînin û xwedî helwestek cidî bin. Em weke Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê vê şoreşê weke berdewama qêrîna hezaran salan digirin dest û soz didin sedsala 21’emîn bikin sedsala azadiya jinan û şoreşa jinan. Em divê oxirê de jî soza mezinkirina têkoşînê dubare dikin.”