Endamên TJA'yê ji Merdînê ber bi Sêmsûrê ve bi rê ketin

Meclisa Jinan a TJA’yê û HDP'ê di çarçoveya kampanyaya bi navê "Hevgirtina jinan dide jiyandin" de ji Mêrdînê ber bi Sêmsûrê ve ketin rê.

Mêrdîn- Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê, ji bo eşyayên ku bi rojan e li Mêrdîn û navçeyên wê bi kedeke mezin amade kirine bibin Semsûrê, bi rê ketin.

Jinên ku di çarçoveya kampanyaya “Hevgirtina jinan dide jiyandin” de amedekariya kirin, di saetên serê sibehê de li ser sê riyên Qoser-Dêrikê hatin cem hev û pankarta “Hevgirtina jinan dide jiyandin” bi wesayîdên xwe ve daliqandin. Di koma ku gelek aktîvîstên TJA'yê cih digrin de, li ser navê jinan Hêvîdar Dînç daxuyaniyeke kurt da.

Hêvîdar Dinç diyar kir ku wek TJA’yê ji 6’ê Sibatê ve li herêmên erdhejê xebatên hevgirtinê didin meşandin, da zanîn ku ji bo bi wesîleya 8’ê Adarê bi jinan re di nava hevgirtinê de bin, ber bi Semsûrê ve bi rê ketine û banga mezinkirina hevgirtinê kir.

Jin piştî daxuyaniyê, bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ber bi Semsûrê ve bi rê ketin.