Endamên TJA'yê: Em ê bi ruhê hevgirtinê birînên xwe bikewînin
Jinên TJA'yê yên ku bi alîkariyên ji bo jin û zarokên mexdûrên erdhejê kom kirin ber bi Meletiyê ve ketin rê, diyar kirin ku ew ê bi ruhê hevgirtinê birînan bikewînin.

Wan- Piştî daxuyaniya 8'ê Adarê ya 25'ê mehê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) ya li Amedê, li Wanê jî aktivîstên TJA'yê û Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyanî dan.
'Em ê li kêleka mexdûrên erdhejê bin'
Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyun a li ser navê jinan daxuyanî da, diyar kir ku ew her 8'ê Adarê bi coşek mezin û tilîliyan pîroz dikin û da zanîn ku ji ber erdheja navenda wê Mereşê ya bandor 11 bajaran kir dê çalakî û şahî neyên lidarxistin. Handan Karakoyun wiha got: “Em wek jinên TJA’yê ji bo bi ruhê hevgirtinê birînên xwe bikewînin li qadên erdhejê bin. Ji roja ewil da erhdhejê em li gel erdhejzedeyan bûn û em ê her li gel wan bin." Handan Karakoyun diyar kir ku ew bi felsefeya "Jin jiyan azadî" birînên erdhejê bikewînin.
Piştî daxuyaniyê TIR'a ji bo pêdiviyên zarok û jinan hatibû amadekirin ber bi Meletiyê ve derket ser rê.