Endamên tevgera Talîban li kolanê jinek qamçî kirin
Li ser malperên tora civakî vîdyoyek hatibû belavkirn ku ev vîdyo piştrast dike endamên tevgera Talîban a Afganistanê li kolanê di nava banga alîkariyê de jinek qamçî kirine
.
Navenda Nûçeyan- Tevgera Talîbanê di 15'ê Têbaxê de Afganistan xist bin kontrola xwe ji wê rojê û vir ve roj bi roj rewş xirab dibe. Çalakvanên li ser medyaya civakî vîdyoyek belav kirin ku tê de zilamên cil û bergên Afganî li xwe kirine û endamên Tevgera Talîbanê ne jinek li kolanê qamçî dikin û jin diqîre, dengê qîrîna jinê ya ku tê qamçîkirin û banga alîkariyê dike li tevahî kolanê belav bibe. Di heman demê de bi dehan kesên ku di kolanên re derbas dibin li bûyerê temaşe dikin û tu kes mudaxele nake.
Tevî ku vîdyo hinekî ne diyar e ji ber ku ne pir zelal e lê li ser malperên tora civakî ev vîdyo bû sedema rexneyên berfireh bi taybetî piştî ku Talîbanê bi riya berdevkê mekteba siyasî ya tevgerê soz dabû ku wê rêzgirtin ji azadiya jinan re bigre û mafên jinan ê perwerde û xebatê bide.
Hêjayî balkişandinê ye ku serdema kontrolkirina Talîbanê ya li Afganistanê, ku di navbera 1996'an û 2001'ê de domiya, bi kiryarên hovane yên li dijî jinan ên wekî serjêkirin û bi recimkirinê kuştin hebûn.