Endamên Mala Êzidiyan: Em ê hemû jinên Êzidî rizgar bikin

Endamên Mala Êzidiyan ya bajarê Hesekê teqez kirin ku jinên Êzidî yên ji pencên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûne ji bo xwe, nasname û hebûna xwe biparêzin beşdarî avakirina Şengalê bûne.

DELAL REMEDAN

Hesekê- 3’ê Tebaxa sala 2014’an çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, bi hezaran jinên Êzidî hatin qetikirin, rewandin û li bajarê Reqayê û Mûsilê hatin firotin. Komkujiya Şengalê ku bi navê Fermana 74’an a Êzidiyan hat binavkirin û heta roja me ya îro bi sedan Êzidiyên windayî hene û çarenûsa wan ne diyar e. Bi dehan jinên Êzidî ji ber gefa li ser jiyana xwe nikarin nasnameya xwe eşkere bikin û hîn jî li kampa Holê î dimînin.

"Tevî hemû fermanên li dijî Êzidiyan gelê Êzidî xwe birêxistin kir"

Rêvebira Mala Êzidiyan ya bajarê Hesekê-Kantona Cizîrê Nalîn Reşo bi boneya salhatina Fermana 74’an ji ajansa me re axivî û got: "3’ê Tebaxê bîranîna fermana 74’an a li dijî gelê Êzidî ye. DAIŞ’ê kiryarên hovane li dijî gelê Êzîdî pêk anîn. Armanca çeteyên DAIŞ’ê ew bû ku nasnameya gelê Êzidî û baweriya wan têk bibin. Fermana li dijî Êzidiyan li dijî hemû Kurdan bû.”

‘Dewleta Tirk bi DAIŞ’ê re bû alîkar’

Nalîn Reşo di berdevamiya axaftina xwe de li dijî fermanê berxwedaniya gelê Şengalê taybet ya jinên Şengalê anî ser ziman û wiha pê de çû: “Fermanên li dijî Êzidiyan li ber berxwedana gelê Êzidî nebûn asteng ji ber bi riya avakirina artêşeke taybet bi wan bi navê Hêzên Parastina Şengalê û hêzên parastina jinên Şengalê xwe birêxistin kirin. Her wiha hejmarek navendên xizmetguzarî û meclis ava kirin. Gelê Êzidî gihîşt vê zanebûnê ku nas ger xwe neparêz in tu kes wan naparêze ji ber wê yekbûn bûn serenavê serkeftina wan. Di êrîşa li dijî Şengalê de dewleta Tirk a dagirker bi DAIŞ’ê re bû alîkar. Armanc ew bû ku nasname û hebûna helê Êzidî were tunekirin û wan qir bikin.”

"Jin di ola Êzidî de pîroz e"

Nalîn Reşo wiha gotênê xwe domand û ev tişt anî ziman: "Jin di ola Êzidî de pîroz e. Jin parastina çand, netew û baweriya dike û di pêşxistina civaka xwe de dibe alîkar. Ji ber vê yekê jin rûbirûyî xirabtirîn cureyên zilm û zordariyê mane û li sûkaan hatin firotin. Bi hezaran ji jinên Êzidî heta niha çarenûsa wan ne diyar e. Jinên hatine rizgarkirin tevlî Hêzên Parastina Şengal û Hêzên Parastina Jin bûne û beşdarî avakirina bajarê xwe û pêşxistina wê bûne. Di heman demê de jinên Êzidî îsbat kirine ku tevî hemû zilm û zordariya li dijî wan ew dikarin careke din li ser piyan bisekinin.”

Nalîn Reşo di dawiyê de ev bang kir: "Divê Gelê Êzidî bizane çi lihevkirin der barê wan de tên çêkirin bila xwe birêxistin bikin.”

"Em şev û roj kar ji bo rizgarkirina jinên Êzidî dikin"

Endama Mala Êzidiyan li bajarê Hesekê Heya Reşo der barê salvegera fermanê axivî û got: “Îro 10’emîn salvegera komkujiya Şengalê yan jî fermana 74’an e. Bi hezaran komkujî li dijî gelê Êzidî pêk hatine. Gelek ji komkujiyan di dîrokê de nehatine tomarkirin. Fermana herî dawî ji komkujiyên din ne cudatir bû. Ji ber li pêşiya çavê hemû cîhanê pêk hat bêyî ku dengê xwe bikin.

Heya Reşo destnîşan kir ku ew şev û roj kar dikin ji bo xwe bighînin jinên Êzidî yên revandî û wan rizgar bikin û wiha berdevam kir: “Mala Êzidiyan kar li ser rizgarkirina jinên revandî û yên hîn li kampa Holê ne dikin. Heta roja me ya îro 430 jinên Êzidî hatine rizgarkirin".

"Em ê jinên Êzidî yên li Kampa Holê rizgar bikin"

Heya Reşo di dawiya axaftina xwe de behsa jinên Êzîdî ên li kampa Holê dimînin kir û wiha pêl da gotinên xwe : “Piraniya jinên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin û niha li kampa Holê ne temenê wan biçûk bû. Ji wan jî niha nizanin bi zimanê dayîkê biaxivin û di temenên biçûk de zewicîne. Weke cariye ji DAİŞ’ê û malbatên wan re kar kirin. Lê piştî rizgarkirina wan ew bi rastiya xwe ya nû re dijîn û bi malbat û derdora xwe re danûstandinê dikin. Ji bo em hemû jinên Êzidî yên li kampa Holê rizgar bikin em bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) re di nava danûstandinê  de ne.”