Endamên hevpeymana 188’an: Guherîna zagonê şikandina îradeya jinan e

Hevpeymana 188’an çalakiyên xwe yên ji bo rawestandina Zagona Rewşa Kesane berdewam dike. Meclisa cîgiran a Iraqê hewl dide sererastkirina zagonê bihêle xwendina duyemîn.

NÛR EL MERSÛMÎ

Iraq- Di 4’ê Tebaxê de li Parlamentoya Iraqê xwendina yekemîn ji bo sererastkirina Zagona Rewşa Kesane ya hejmar 188’an a sala 1959’ê kir. Li gorî dîtinên pisporan ger ev zagon were sererastkirin wê mezhebgerî kûrtir bibe, mafên jin û zarokan zêdetir werin binpêkirin. Her wiha wê bi vê sererastkirinê di dema cudabûna jin û mêr de mafê dayiktiyê û mîras jî ji jinan were standin. Lê tişta herî xertenak jî dê ev zagon rê li ber zewaca zarokên 9 salî veke. Nerazîbûnên li dijî guherîna Zagona Rewşa Kesane her diçe zêdetir dibe. Hevpeymana 188’an, bi çalakiyên xwe parastina Zagona Rewşa Kesane dike, guherîna Zagona Rewşa Kesane ya hejmara 188’an a sala 1959’an a Iraqê red dikin.

Hevpeymana 188’an ji destpêka meha Tebaxê ve dest bi birêxistinkirina çalakiyên civakî û aştiyane li Bexda û bajarên din kir. Nûnerên wê bi serokatiya wezîr, meclisa dadgeha bilind û hêzên siyasî yên cuda Her wiha endamên meclisa cîgiran û komên siyasî cîgirî komîteyên parlamanterên cuda re hevdîtin kirin. Armanca wan bi van hevdîtinan ew bû ku nêrîna xwe ya ji bo redkirina guherîna zagonê nîşan bidin. Di heman demê de hemleya reşkirin gef û tirsandinê li dijî çalakvan û endamên wî bi riyên eşkere berdewam dikirin bêyî ku ji aliyên têkildar tirsa wan hebe.

Meclisa cîgiran a Iraqê civîna xwe ya fermî ya xwendina duyemîn ji bo sererastkirina rewşên kesayetî bi sedema nakokiyan taloq kir. Hêzên siyasî jî bi îsrar in di civînên din de careke din bixin rojeva xwe.

‘Ji bo guherîn di zagonê de çênebe em çalakiyan li dar dixin’

Berpirsa Rêxistina Mafên Mirovan û Pêşketina berdewam Ensam Silêman got: “Me karê xwe di hevpeymana 188’an de dest pê kir. Tevgera me ya serdanên meydanî bi endamên meclisa cîgiran re dike ji bo em bi ser bikevin. Gelo ma zagona heyî ne zagoneke cidî ye û li gorî pîvanên navdewletî yên Iraqê beriya salan hatiye îmzekirin? Ev lezbûna guherîna vê zagonê û niyetên li pey wê dihêlin em bikevin nava şik û gumanan. Xwendina yekem xefik e û ne destûrî ye. Me redkirina xwe pêşkêş kir. Xwendina duyem jî bi dawî bû bêyî encamên xwendina yeke  werin zanîn. Em zextên xwe bi riya ragihandinê berdewam dikin. Em serdana aliyên têkildar dikin û xwepêşandanan birêxistin dikin. Em daxuyaniyên çapemeniyê li dar dixin. Em li ser perspektîfên xwe bi îsrar in û naxwazin Zagona Rewşa Kesane were guhertin.”

‘Guhertîna vê zagonê li dijî mafên jinan e’

Endama Hevpeymana 188’an Merwa Ebd El Rîda wiha got: “Hêviya me ji dadgeha yekitiyê heye ji ber biryar li ser zêdetirî 20 dosyayan hatiye girtin û aniye ziman ku ew guherîna zagona heyî red dike. Em weke hevpeymana 188’an vê guherînê bi tundî şermezar dikin. Ji ber ku tu zagonek ku rewşên kesayetî, jiyana malbatên Iraqî birêxistin bike tune ye. Armanca pêkanîna vê guherînê şikandina vîna jinan e û li dijî mafên jinan û demokrasiyê ye.”