Endamên ESP, SKM û SGDF yên hatibûn binçavkirin hatin berdan

Endamên ESP, SKM û SGDF'ê yên di 22'ê Mijdarê de li Amedê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.

Amed – Alîkara Seroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Satiye Ok, endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) hatin binçavkirin. Li Amedê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 22'ê Mijdarê de bi ser malan de girt û endamên Federasyona Komeleyên Ciwanan (SGDF) Muhammet Altinkaya, Serhat Eren û Heja Kayan serbest hatin berdan. Serhat Eren, Muhammet Altinkaya û Heja Kayan ên ku bi hinceta “25’ê Mijdarê wê li ber xwe bidin” hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên li dozgeriyê hatin berdan. 

Beycan Taşkiran û Satiye Ok bi daxwaza "kontrola edlî" sewqî Dadgeriya Cezaya Sulhê hatin kirin. Satiye Ok û Beycan Taşkiran bi îmzeya mehane û qedexeya derketina derve ya di bin kontrola edlî de hatin berdan.