Endama TJK-E Faraşîn Sîdar: Divê di 17'ê Sibatê de hemû kes biherike Kolnê

Endama TJK-E Faraşîn Sîdar, bal kişand li ser rola dewletên Ewropayê ya di Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêkanîn û got: “Ez bang li gelê Kurd û jinên Kurd dikim ku di 17’ê Sibatê de jiyanê rawestînin.”

DİREN ENGÎZEK

Navenda Nûçeyan- Bi nêzîkbûna salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkhat, gelê Kurd, jin û dostên wan li seranserê cîhanê bi çalakiyên xwe 15’ê Sibatê ku wek ‘roja tarî’ pênase dikin, şermezar dikin. Di meş û çalakiyên ku li seranserê Kurdistanê, ji Ewropa heta Amerîka, ji Asyayê heta Afrîkayê li gelek welat û bajarên tên lidarxistin de şert û mercên tecrîda li ser Abdullah Ocalan tên şermezar kirin, di heman demê de ji bo tenduristî, ewlehî û azadiya wî ya fizîkî bê misoger kirin daxwazên xwe tînin ziman. Herî zêde jin tevlî van çalakiyan dibin û bi awayekî aktîf pêşengtî tê kirin.

Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Faraşîn Sîdar, sala 26’emîn ê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêkanîn, bandora wî ya li ser gelê Kurd û jinan, têkoşîn û berxwedana di vê pêvajoyê de nirxand. Faraşîn Sîdar, di destpêka axaftina xwe de kesên di têkoşîna azadiyê ya 50 salan de bedel dane, xwediyên çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin' ku li derdora Rêberê Gelê Kurd hatine avakirin bibîranî û destnîşan kir di aliyê gelê Kurd û jinan de 26 salên zehmet derbas bûn.

'Li dijî gelê Kurd qirkirin dihat jiyîn’

Faraşîn Sîdar, wiha axivî: “Piştî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê, şerên li cîhanê diqewîmin herî zêde li erdnîgariya Kurdistanê û li ser gelê Kurd, jin û zarokên Kurd hat meşandin. Beriya ku ev komplo dest pê bike jî li dijî gelê Kurd qirkirinek dihat jiyîn. Berxwedana ku Rêber Apo da destpêkirin pêşiya ev şer an jî komkujî girtibû.”

Feraşîn Sîdar, diyar kir hêzên hegemonîk piştî ku bandora Abdullah Ocalan li ser gelê Kurd û gelên herêmê dîtin, bi destê dewleta Tirk re komploya 15’ê Sibatê pêk anîn û wiha got: “Rêber Apo li girava Îmraliyê hate dîl girtin û ji bo tasfiyekirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurd pêngavek hate destpêkirin. Li hemberî vê di têkoşîna gelê Kurd de bi berxwedana Rêber Apo re derçûnek çêbû. Paradîgmaya jiyana nû ya Rêber Apo li Îmraliyê afirand pêk hat. Di heyama 26 salan de pêvajoyên ketin û rabûne çêbûn lê di hemû pêvajoyên kaosî yên cîhanê de jinên Kurd jiyana azad hunandin û li dijî şeran têkoşiyan. Di vê wateyê de li dijî şerên kapîtalîzmê yên cîhan pêşengiyê têkoşîne dikin. Di pêvajoya 26 salan de tecrîda Îmraliyê kûrtir bû. Rêber Apo li berxwe da, em wek jinên Kurd ji bo şikandina vê tecrîdê ketin nava têkoşîneke mezin. Di pêvajoyek ku êrîşên li dijî çiya û şoreşgerên Kurdistanê zêde dibin de berxwedan berdewam dike.”

'Di nava 3 salên dawî de şert û mercên tecrîda mutlaq kûrtir bû'

Faraşîn Sîdar a got, "li cîhanê gelek siyasetmedar û hiqûqnas dinirxînin ku tecrîdeke bi vî rengî li tu cihê nîne, li Nelson Mandela heye, lê tecrîda li ser Rêber Apo ji vê zêdetir e”, da zanîn ev rewş di aliyê jinên Kurd de hatiye astek nayê qebûlkirin. Faraşîn Sîdar, axaftina xwe wiha domand: “Di nava 3 salên dawî de şert û mercên tecrîda mutlaq kûrtir bû. Bi tu awayî ji Rêber Apo agahî nayê girtin û destûr nayê dayîn bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk bîne. Di vê de rolên Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), dewleta Tirk û dewletên Ewropayê hene. Mîna ku Rêber Apo di hevdîtinên xwe de diyar kir, tecrîda li ser wî tê meşandin, tecrîda li ser gelê Kurd îfade dike.”

Faraşîn Sîdar, balkişand gel ji bo şikandina van polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên meşandin, têkoşîneke mezin dimeşîne û wiha got: "Li Bakurê Kurdistanê, li girtîgehan û kolanan berxwedana jinan heye. Li Ewropayê tevî hemû şert û mercan gel li kolanan e. Di vê wateyê de em ji bo şikandina tecrîdê pir bi israr in.”

'Bi komployê re xwestin peyam bidin jin û gelên bindest'

Faraşîn Sîdar, anî ziman Abdullah Ocalan beriya pêvajoya komploya navneteweyî dest pê bike diyar kiriye şerên cîhanê ji nû ve dest pê dike û wiha axivî: “Dema em li şerên dewletên cîhanê yên navenda wan Rojhilata Navîn û Kurdistanê dimeşînin û şerên ku îro li Ewropayê belav bûne dinêrin, komplo di encama van şeran de pêkhat. Vê rojê me tam watê neda. Bi vê komployê xwestin peyam bidin ji Tevgera Azadiya Kurd, jinan û gelên bindest. Rêber Apo berxwedaneke mezin pêkanî, komplo vala derxist û bi vî awayî gelê Kurd û jin tevlî vê berxwedanê bûn.”

'Kapîtalîzm hewl dide jiyanê bi tevahî perçe bike’

Faraşîn Sîdar, wiha berdevam kir: “Îro jî lingê qirkirinê ya komployê berdewam dike. Li aliyek kaos û rewşa avakirina rîzandinê ya civakî ku ji aliyê kapîtalîzmê ve hatiye afirandin, li aliyê din jî êrîşên kûr ên li dijî jinan. Kapîtalîzm hewl dide jiyanê bi tevahî perçe bike.”

Faraşîn Sidar, diyar kir li aliyê din jî di warê avakirina hevsengiya hêzan de şerek ku li Ûkraynayê dest pê kir û wê belavî Ewropayê bibe berdewam dike û wiha got: “Em wek jin û gelê Kurd di nava vê yekê de têdikoşin. Bi xeta rêya sêyemîn a ku Rêber APO diyar kiriye re torek têkoşînê tê hunandin. Em dikarin bibêjin ku komplo bi vê wateya xwe hat vala derxistin. Divê em vê yekê jî fêm bikin, hêj ji aliyê van hêzan ve bi dewleta Tirk re li dijî gelê Kurd qirkirinek heye, ji ber vê yekê tecrîda li dijî Rêber Apo kûrtir dibe û ji ber vê jî li her tim dijî Kurdistanê qetlîam û êrîş berdewam dikin.”

Faraşîn Sîdar, diyar kir paradîgmaya jiyana nû ya Rêberê Gelê Kurd pêşxistiye li gelek  cihan belav bûye û wiha got: “Paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a di warê berxwedan, azadiya jinê, jiyana civakî û ekolojiyê de ku Rêber Apo di bin tecrîdê de afirand, bala gelek gelan dikşîne. Em wek jinên ku bi jîneolojiyê hatin pênase kirin, hatin xalekî ku li cîhanê bala gelek kesan dikşîne.”

'Êrîşên kapîtalîzmê yên li dijî têkoşîna femînîzme didome’

Faraşîn, Ewropa wek cihê ku rizîbûna ferd û êrîşên li dijî jinan bi awayekî herî zirav tê meşandin bi nav kir û axaftina xwe bi van gotinan domand: “Kapîtalîzm di vê aliyê de civakek nabîne avadike. Tê xwestin ferdekî ku civakbûna wê/wî nîne û tenê xwe difikire bê afirandin. Di sedsala 21’an de bi pêşketina teknolojiyê re, takakesiyek bir zêde derdikeve holê. Îro çanda malbatê jî bi awayekî pir cidî hatiye perçekirin. Kurdên li Ewropayê dijîn jî bi vê yekê re rû bi rû dimînin. Gelên Ewropayê piştî ku paradîgmaya Rêber Apo dixweynîn û fêr dibin, dixwazin li gel gelê Kurd cih bigrin. Ji aliyê din jî li gelê xwe dizivirin di nava lêgerîna çawa dikarim li dijî kapîtalîzmê biseknim û çawa dikarim nirxên civakî biafirînim de ne. Em nêzî 8’ê Adarê dibin. Têkoşîna jinê ya ku Rêber Apo afirand, li Ewropayê pêlek mezin afirand. Lê niha jî êrîşa kapîtalîzmê ya li dijî têkoşîna femînîzmê berdewam dike. Em vê yekê li axên Ewrupayê zêdetir ferq dikin.”

Faraşîn Sîdar, bal kişand “bi taybetî bi paradîgmaya Rêber Apo re têkoşîna jinan a tê xwestin bê perçekirin tê li cem hev” û wiha got: “Di warê gelên li Ewropayê dijîn de bi taybetî di nava têkoşîna çepgir, ciwan û xwendekaran de xwesteka fêrbûna felsefeya Rêber Apo heye. Bi taybetî di nava têkoşîna çepgir de, û ji aliyê ciwan û xwendekaran ve. Em heyamek dirêje dibînin ku di jiyanê de yên pêşengî dikin jin û ciwanin, di asta lawazbûn û bihêzbûna van hêzan de civak dikare were pênasekirin. Îro li Ewrûpayê li dijî van beşan polîtîkayên şerê taybet ên dijwar hene. Tê xwestin bi tiştên wek fuhûş û madeya hişbir re rizîbûna civakî biafirînin. Bi 'jiyana rengîn' a kapîtazlîm re di gelek mijaran de êrîşên wî yên li dijî jin û ciwan berdewam dike. Bi rastî êdî hewl didin siyasetek nafikire û nifşek civakê nefikire biafirînin."

'Hemû kesên ku paradîgmayê dixwinin hişyarbûnek dijîn’

Faraşîn Sîdar, da zanîn hemû kesê ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwine ji nû ve hişyarbûnê dijîn û wiha got: “Bi vê hişyarbûnê re hatinek çêdibe. Beşekî ku dibîne ger vê têkoşînê hembêz neke û civakbûna xwe hembêz neke wê bi dawî bibe hene û ji ber vê yekê jî bi taybetî jin û ciwanên Kurd û di heman demê ji aliyê ciwanên enternasyonalîst ve li dijî tecrîde xwedî derketinek pêşdikeve. Têkoşîn jî tê.” Faraşîn Sîdar, destnîşan kir ku di nava modernîteya kapîtalîst de, li hawîrdoreke ku şerê taybet pir dijwar e û êrîşên rojane û saniyeyî de li dijî vê yekê li ber dayîn gelekî girîng e û diyar kir beşdarbûna têkoşînê û li dijî van êrîşan hertim derketina li kolanan û beşdarbûna çalakiyan gelekî girîng e.

Faraşîn Sîdar, anî ziman Ewropayiyan her tim ji bo paradîgmaya Abdullah Ocalan daxwaza perwerdeyê dikin û wiha axivî: “Rewşa ferbûn û beşdarbûna vê yekê pêşdikeve. Kesayetiya ferdperest û pergala perwerde ya pergal afirandiye, li dijî tunekirina jinan e. Di vê wateyê de di serî de jinên Kurd û gelek gelên li Ewropayê dijîn, xwedî derkevin. Me nikarîbû tecrîdê bi temamî bişikînin, lê em ne di xalek bêhêvî de ne. Ger di civakek ku di nivînga kapîtalîzm de hertim di bin êrîşan de be, li dijî pergalê têkoşî hebe, hevî jî heye.”

Em beşdarî kampanyaya 10’ê Cotmehê hate destpêkirin bibin

Faraşîn Sîdar, kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî” ya di 10'ê Cotmehê de hate destpêkirin nirxand û wiha got: "Aliyê me kampanyayek girîng û bi heyecan bû. Demek dirêje ev kampanya heye, di rastiyê de kampanya 'Dem Dema Azadiye' dihat meşandin û kampanyayek ku tevgera jinan dimeşand hebû. Dema ev kampanya hatin destpêkirin, hewl tê dayîn bi êrişên dewleta Tirk re ev rojevê bê guhertin. Bi felsefe û paradîgmaya Rêbertî afirand re, torek dost û enternasyonal jî heye. Pêşengî îsal dostên me dikin. Ev demek dirêje bi daxwazên xwe re li derdora Rêber Apo kampanyayên azadiyê dimeşînin. Em bûn şahidê ev kampanyayên ku bi sendîkayên karkeran ên li Îngilîstanê hatibûn destpêkirin.”

Faraşîn Sîdar, da zanîn kampanyaya di 10’ê Cotmehê de hatibû plankirin ku li 74 navendan bê destpêkirin, lê zêdetirê ji 100 navendan tevlîbûn heye û çalakiyên tên meşandin wiha vegot: “Jinên Kurd bi planên xwe re tevlî vê kampanyayê bûn. TJK-E jî bi planên xwe tevlî bû. Konferans, li kolanan çalakî û meşa hatin li dar xistin û xebatên perwerdeyê hatin li dar xistin. Xebatên rêxistinkirinê jî berdewam kirin. Di warê jinên Kurd de li Berlînê bi konferans re 800 jin hatin cem hev. Jin soz dan ku li derdora paradîgmaya Rêber Apo jiyana nû avabikin û ev yek heta niha jî berdewam dike. Xebatên konfederalîzma jinan û honandina tora jinan berdewam dikin. Di vê eksenê de ji bo vê kampanyayê tevgera jinên Ewropayê formek hate li dar xistin. Nîşan da ku di meha Cotmehê de bi xurtir tevlî vê kampanyayê bibe.

'Ji bo vegotina paradîgmaya Rêber Apo konferans tên li dar xistin'

Bi taybetî di nava kampanyaya ‘Jin jiyan azadî, em dimeşin ber bi şoreşa jinê’ de çalakiyên ku ji hevdu ne qut û kampanyaya yek dike hatin li dar xistin. Ji aliyên dostan we hertim xebatên ku tora xurt dikin berdewam dike. Ji bo vegotina Rêber Apo û têkoşîna wî û berfirehkirina paradîgmaya wî xebat û konferans hene. Di pêvajoya peşiya me de Îngilterê jî heye. Ji bo Rêber APO wê konser bên lidarxistin û plansaziya wan heye.”

Faraşîn Sîdar, bal kişand li ser meşên ku li Ewropayê bûye kevneşopî û salên dirêj berdewam dikin û destnîşan kir li Strasburgê bi taybetî berpirsyarên komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Parlamentoya Ewropayê û CPT yên ji vê komployê re deng man jî cih digrin, çalakî berdewam dikin. Faraşîn, anî ziman bi pêngava ku hatiye destpêkirin re sala 2024'an wê bibe sala azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan. Faraşîn Sîdar, bal kişand ser girîngiya sala 2024'an a ji gelek aliyan ve û wiha axivî: "Sedsala Peymana Lozanê pêvajoyekî ku qirkirina Kurdan zêde dibe, êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û gerîla zêde dibin e û di vê wateyê de jî sala 2024 girîng e.”

‘Meşa 17'ê Sibatê ya li Kolnê gelekî girîng e’

Faraşîn Sîdar, bal kişand li ser girîngiya meşa ku di 17’ê Sibatê de li bajarê Koln a Elmanyayê bê li dar xistin û wiha got: “Li Elmanyayê ku di nava welatên Ewropayê de herî zêde xwedî mafê gotinê ye pêkanîna vê çalakiyê gelek girîng e. Ji ber ku di warê çekan de welatekî ku piştgirî dide dewleta Tirk e. Her tim krîmînalîzekirina Kurdan, girtin û serdegirtinên saziyên me berdewam dike. Her tim Erdogan pêşwazî dike û planên qirkirinê yên li dijî Kurdan li vir dikin. Di vî warî de pêkanîna vê meşê ya li Elmanyayê ji bo me girîng e. Di heman demê de cihekî ku li Ewropeyê herî zêde gelê Kurd jiyan dikin e. Xebatek mezin berdewam dike.”

Faraşîn Sîdar, wiha got: “Ev mehek e ev xebat û amadekarî didome. Tê armanc kirin ku bi sed hezaran kes tevlî meşê bibin. Hem meşa 25 rojan a li Fransayê hat destpêkirin û hem jî meşên ciwan û enternasyonal ên hatine destpêkirin hene. Li herêman meş hene. Di navbera 1’ê Sibatê û 15’ê Sibatê de her tim meş hene. Em îsal 17’ê Sibatê wek protestoyek ku bigihêje lûtkeyê dinirxînin. Di vî aliyê de jî wê bibe çalakiya nîşandana hebûna Kurdan a ji hêzên hegemonîk re."

Banga tevlîbûnê ya meşan

Faraşîn Sîdar, destnîşan kir divê bi taybetî jin û jinên Kurd di xala avakirina hebûna xwe de tevlî meşa li Kolnê bibin û wiha got: "Heta ku em tecrîdê bişkînin, qirkirinên li dijî jinan û dîsa talankirina axên me wê berdewam bike. Ji bo vê yekê tevlîbûna meşê ya gelê Kurd, jin û gelê Ewropayê gelekî girîng e. Paradîgmaya jiyanê ya Rêber APO ji bo gelên cîhanê ye, li dijî kapîtalîzmê şerek e.”

Faraşîn Sîdar 'Meşa Mezin a azadiyê' ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin slav kir û wiha got: "Em ê di 17'ê Sibatê de ji Kolnê ji wan re slavek bişînin. Meşa Kolnê di aliyê yekbûna berxwedanan de girîng e. Em ê vê berwedanê bi vî awayî tacîdar bikin. Faraşîn Sîdar, ji gelê Kurd, jin û enternasyonalîstan re banga tevlîbûna meşa Kolnê kir û wiha got: “Em ê di vê pêvajoyê de nîşanî dewleta Tirk û dewletên hegemonîk bikin ku em ê li derdora Rêber Apo bibin xeleka berxwedanê. Ji bêr vê jî ez bang li gelê Kurd û jinên Kurd dikim ku di 17’ê Sibatê de jiyanê rawestînin, biherikin Kolnê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo biqîrin.”