Endama TJA’yê Fîgen Ektî: Girtîgeh deriyên wijdanê me ne

Endama TJA'yê Fîgen Ektî ya piştî salek di girtîgehê de ma di meha Mijdara borî de hat berdan, der barê binpêkirinên mafan û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan de banga hestiyariyê kir û wiha got: "Girtîgeh deriyên wijdanê me ne.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere ku di 30’ê Mijdara 2022’an de hatibû destpêkirin de ji 23 endamên jin ên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên hatibûn binçavkirin 10 jin di 2’ê Kanûna 2022’an de hatin girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Sîncanê. Piştî salek girtîna xwe, di danişîna 10’ê Mijdara 2023’an hat dîtin de 9 jin hatin berdan. Ji Fîgen Ektî ya TJA’yî ku di nava kesên hatin berdan de cih digre, diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan didomin. Fîgen Ektî, anî ziman ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û girtî nikarin ji tu mafî sûdê bigrin û ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hatine destpêkirin banga xwedîderketinê kir.

Fîgen Ektî, da zanîn ku beyî tu delîlek sûc hebe bi îşkenceyê hatine binçavkirin û di pêvajoya binçavkirinê de bi muameleya xerab re rû bi rû mane û diyar kir ku rêwîtiya wan a derveyî welat, nexweşxaneyên çûne û herikîna pereyan a di hesabên wan de wekî delîlên sûc hatiye pêşkêşkirin. Fîgen Ektî, diyar kir ku bi wesayîdek rîngê bi 23 jinan re ji Amedê birin Enqereyê û da zanîn bi darizandinek ku ne adil û berê biryar hatiye dayîn re hatine girtin.

'Hemû maf hatine binpêkirin'

Fîgen Ektî, diyar kir ku piştî pêvajoya binçavkirinê jî îşkence li girtîgehê jî berdewam kiriye û da zanîn bi binçavkirina xwe ya dawî re cara 3'emîn ketiye girtiye. Fîgen Ektî, diyar kir ku bi vê pêvajoyê re li gorî salên berê guhertina li girtîgehan hatiye jiyîn jî çavderîkiriye û wiha got: “Li holê ye ku hem di feraseta pergalê û hem jî di pratîkên wan de guhertinek mezin çênebûye. Lê zextên heyî zêdetir tundtir bûne. Her çiqas dibêjin hemû mafên mirovan tên pêkanîn jî ev rewş li girtîgehan berovajî tê meşandin. Em wek girtî ji hemû mafên xwe bêpar mabûn. Bi taybetî li Sîncanê zextek burokratîk a pir cidî hebû. Me dît ku mafên mirovan jî bi vê zexta burokratîk dihat tunekirin.”

'Tecrîdek giran tê pêkanîn’

Her wiha Fîgen Ektî diyar kir ku şert û mercên girtiyên nexweş her roj dijwartir dibû, got ku serlêdanên girtiyan a dermankirinê jî bê encam dihatin hiştin. Fîgen Ektî, da zanîn ku girtiyên nexweş ji ber ji mafê xwe yê dermankirinê bêpar mane û nayên berdan jiyana xwe ji dest dane û bal kişand hevdîtina cara dawî ya bi malbatên wan re jî tê astengkirin. Fîgen Ektî, destnîşan kir ku li girtîgehên şert û mercên giran ên tecrîdê tên jiyîn ji bo dawîanîna rewşa xirab a girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirine û wiha axivî: “Em dibînin ku polîtîkayên tecrîdê yên li girtîgehan girantir dibin. Ev pêvajoyeke giran e, daxwazên girtiyan daxwazên mirovî ne. Ne tenê girtî divê hemû kes dengê xwe bidin vê pêvajoyê û piştgiriyê bidin. Kîjan sazî dibe bila bibe divê binpêkirinên ku girtî li girtîgehan dijîn bibihîzin û di demildest girtiyên nexweş bên berdan.”

‘Kevçiyek şekir bincet nîşan didin û tehliyeyan taloq dikin’

Fîgen Ektî bal kişand ser taloqkirina tehliyeyan û got ku tenê li Girtîgeha Sîncanê 12 girtiyên jin tevî ku cezayê wan bi dawî bûye jî bi hincetên biçûk û pêkenok nayên berdan. Fîgen Ektî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li Tirkiyeyê cezayê darvekirinê hat rakirin lê polîtîkayên ku dimeşînin ji îdamê jî girantir in. Ger ji bo vê yekê çend mînak bidin, li Girtîgeha Sîncanê 12 girtiyên jin ku cezayê xwe temam kirine jî nayên berdan. Bi hincetên pir biçûk nayên berdan. Ji ber ku zû şiyar dibin, pirtûk nexwînin an jî kevçikek şekir zêde digrin nayên berdan. Mafên mirovan bi vî awayî tên binpêkirin. Mafê wan ê azadiyê bi taloqkirin an jî şewitandina berdanê ji dest wan tê girtin. Ji ber vê yekê grevên birçîbûnê li dijî van binpêkirinan gavek girîng bû lê divê girtî bi tenê neyên hiştin.”

'Divê raya giştî di vê mijarê de hestiyar be'

Fîgen Ektî, ji bo hemû binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bang li raya giştî kir û wiha got: “Divê hem girtiyên nexweş bên berdan û hem jî tecrîd bi dawî bibe. Divê dawî li van pêkanînên dijmirovî were. Girtîgeh deriyên wijdanê me ne divê em her dem vî deriyê vekirî bihêlin û xwedî derbikevin.”