Endama TAJÊ Edûl Şemo: Em bibin dengê Rojava

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Edûl Şemo êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û got, “Banga min ji tevahî gelê berxwedêr re ew e ku her kes dengê xwe bilind bike û bibe dengê Rojava.”

HÊVÎDAR ŞENGALÎ

Şengal – Dewleta Tirk ji 23’yê mehê ve êrîşî herêmên Bakûr-Rojhilatê Sûriyeyê dike, binesaziya herêmê yên kar û barên giştî, saziya çandiniyê, saziya çapxane, nexweşxane, navenda avahî û kargeha xwarin û hilbêrînên nîsk, zeytûn û pembû kiriye armanca êrîşan.

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Edûl Şemo ya helwest nîşanî êrişan da, wiha got: “Em rû bi rûyê dijminekî hov in. Ji ber ku di hilbijartina parêzgehan a Iraqê de li Şengal û Kerkûkê, wekî ku bi PDK’ê re plan kiribû bi ser neket yekser berê êrîşên xwe da Rojavayê Kurdistanê.”

‘Serkeftin a Şengal û Rojava ye’

Edûl Şemo di berdewamiya axaftinên xwe de bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî yên li hemberî van êrîşan û got: “Dewleta Tirk a dagirker hemû binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye hedefa xwe. Yanî hemû cihên ku gel xwe bi xwe debara jiyana xwe lê dike dixwaze tune bike. Dinya hemû jî dizane ev êrîşên hovane ku dijmin pê radibe derveyî zagonên exlaq û şêr in, ruxmî wê jî hemû dinyayê çavên xwe jê re girtine û bêdeng mane. Lê bila dijmin vê yekê baş bizanibe ew çi jî bikin wê Rojavayê Kurdistanê li ber xwe bide, heta fikrên Rêber Apo li pişt me hebe em ê tu carî serî netewînin û ala berxwedanê bilind bikin. wê berxwedaniya gelên bindest her dem serkeftî be, ew çi jî bikin nikarin me tune bikin. Cihê ku lê berxwedan hebe li wê derê serkeftin jî heye.”

‘Em xwedî li Rojava derkevin’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Edûl Şemo di dawiyê de ev bang kir: “Em ji vir û heta Îmraliyê silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin û em dibêjin em ê her dem li ser şopa serokê xwe bin. Em berxwedana gerîla silav dikin, di nava ewqas zor û zehmetiyan de li ber xwe didin û me ji êrîşên hovane diparêzin. Ez jî weke dayikeke Şengalê banga xwedîderketina li destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikim. Banga min ji tevahî gelê berxwedêr re ew e ku her kes dengê xwe bilind bike û bibe dengê Rojava. Pêwîst e em hemû bibin yek û dengê xwe bilind bikin da ku em bikaribin hovîtiya dijmin tune bikin û azadiya Rêber Apo misoger bikin.”