Endama RPAK’ê: Li dijî dagirkeriyê divê jin têkoşîna hevpar bihêz bikin

Endama Rêxistina Pêwendiyên Jinên Kurd (RPAK) Şîlan Şakir bal kişand mijarên girîng ên di konferansa jinan a Beyrûdê de hatin destgirtin û got: “Li her welatekî ku êrişên dagirkeriyê li ser heye divê jin têkoşîna hevpar bihêz bikin.”

TEWAR PÊNCEWÎNÎ

Beyrûd- Konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê ya Tecrubeyên Tevgerên Jinên Navneteweyî ku bi dirûşma “Li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî” bi sernavê “Ezmûnen jinên Kurd ji bo rizgarbûna ji qeyrana herêmê” li peytexta Lubnan Beyrûdê di 18-19’ê Tebaxê de hat lidarxistin, bi encamnameyek ku ji 7 xalan pêk tê bi dawî bû.

Konferans ji aliyê Komeleya Jîn a Jinan, Komeleya Newroz a civakî û Însiyatîfa Nûn ya ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye organîzekirin.  Ji Tûnis, Urdun, Iraq, Lubnan, Sûdan, Tirkiye, Filistîn, Misir, Sûriye û Îranê her wiha ji Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 80 delegeyên nûnerên saziyên jinan beşdarî konferansê bûn.

Bi panelan li ser gelek mijaran hat rawestîn

Konferansa ku ji sê panelan pêk dihat, di panela yekem de jinan der li ser mijara “Encamên destwerdanên pergala serdest a gerdûnî ya li ser jinan li herêmê di sedsala 21’ê de” nirxandin kirin û di panela duyem de jî behsa “Ezmûna jinên ji bo rizgariya ji qeyrana heremê” kirin. Di panela sêyem a konferansê de jinan der barê “Nêrîna hevrêyê jinan ronakbîr Abdullah Ocalan a der barê rêwîtiya azadiya jinan de” goftûgo kirin û bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Piştî nirxandinan di dawî de encamnameya konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê bi daxuyaniyekê hat xwendin.

Di encamnameyê de girîngiya avakirina peymaneke herêmî ya hevbeş a jinan were avakirin da ku nêrînan bîne gel hev û têgehên sereke bi nêrîna jinan a hevbeş di ber çavan re werin derbaskirin.

Her wiha banga avakirina komîteyên hiqûqî, lidarxistina pêngavên herêmî yên stratejîk ên ji bi banga azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatin kirin. Ji bo parastina tevahî girtiyên siyasî, di serî de Rêber Abdullah Ocalan banga avakirina saziyeke herêmî hat kirin.

‘Der barê têkoşîna jinan de guftûgo hat kirin’

Endama Rêxistina Pêwendiyên Jinên Kurd (RPAK) Şîlan Şakir ku beşdarî konferansê bûbû diyar kir ku konferans bi serkeftî derbas bûye û anî ziman ku ev cara yekem e li ser Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê jin der barê fikrên rêhevalê jinan birêz Abdullah Ocalan de hatine ba hev. Şîlan Şakir a destnîşan kir ku jinan nîqaşên girîng li ser têkoşîn û ezmûna jinan meşandineû got:

“Jinên ku beşdarî konferansê bûn, lêgerîna bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bûbû cihê şanaziyê. Ev dirûşm encama têkoşîna 40 salan e. Her yekê ji aliyê xwe ve pirsek dikir, ji bo ku zêdetir der barê dirûşma “Jin Jiyan Azadî” û dîroka têkoşîna jinan, ked, şehîd û destkeftiyên wan de bibin xwedî zanîn. Her wiha têkoşîna jinên Şengalê ku çawa piştî komkujiyê xwe bi rêxistin kirin û pêşengî ji civakê re dikin, ev pêngava ber bi azadî û demokrasiyê ve xwedî giringiyek mezin e.”

‘Xala hevbeş a ku jin li ser bûn yek dagirkerî bû’

Şîlan Şakir di dawiya axaftina xwe de wiha behsa penalên di nava konferansê de kir: “Bi giştî gihîştin wê encamê ku jin li her cihê lê ne rastî qetilkirin, tundî, êrîş û dagirkeriyê tê, ji aliyê dagirkeriyê ve ye. Xala hevbeş ku em jin li ser bûn yek, dagirkerî ye, dagirkerî ew xala ku pêwîstî bi têkoşîna hevbeş heye. Di konferansê de me amaje bi wê yekê kir ku her welatê dagirkerî li ser were pêkanîn divê jin pêşengiya wê têkoşînê bikin, da ku êrîş û dagirkerî û desthilatdariyê bişkînin.”