Endama Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Şermîn: Emê destên dirêjî Êzidiyan dibin bişkînin

Endama Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Şermîn Şaqo helwestên xwe li dijî êrîşa hewayî ya dewleta tirk ku duh li ser Êzidiyên Şengalê pêk hat, anî ziman û got: “Siyaseteke qirêj li ser civaka me ya Êzidî tê meşandin, tevî 75 fermanan jî hê armancên dijminan li ser xaka me bi dawî nebûne. Dixwazin bi van êrîşan rûyê xwe yê DAIŞ’î dîsa nîşanî me bidin û vîna civaka me hedef bigrin.”

ROJ HOZAN
Qamişlo - Dewleta tirk bi balefirên şer êrîşî Suka Kevin a Şengalê ku berê di dema fermana DAIŞ’ê de jinên Êzidî lê hatibûn girtin û revandin kir. Berî êrîşan bi rojekê şêniyên Şengalê hatibûn heydarkirin ku dê serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana wan bike û li daxwazên wan guhdar bike, ji bo wê jî hejmarên girseyî ji gel derketibûn pêşwazîkirinê. Di êrîşa hewayî ya dewleta tirk de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û hejmarek mirov birîndar bûn. Şêniyên Şengalê vê êrîşî weke berdewamiya komkujî û fermanên li ser civaka Êzidî bi nav dikin. Têkildarî mijarê Êzidiyên li Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên xwe li dijî êrîşan nîşan didin û li qadan in. Endama Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Şermîn Şaqo helwestên xwe li dijî êrîşa hewayî ya dewleta tirk anî ziman. 
Berdewamiya êrîş û planên qirêj ên li ser Şengalê
Şermîn behsa berdewamiya êrîş û planên qirêj ên li ser civaka Şengalê kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em dizanin heya niha siyaseteke qirêj li ser civaka me ya Êzidî tê meşandin, tevî 75 fermanan jî lê hê armancên dijminan li ser xaka me bi dawî nebûne. Dixwazin bi van êrîşan re rûyê xwe yê DAIŞ’î dîsa nîşanî me bidin û vîna civaka me hedef bigrin. Ya din jî dixwazin derbeyek li hebûna Êzidiyan bixin û destkeftiyên wan ên ku birêxistinbûyîna xwe piştî fermanan qezenc kirine hilweşînin. Êrîşa hewayî ya dewleta tirk li sûka ku jin lê hatibûn girtin û revandin ji aliyê DAIŞ’ê ve, pêk hat bi zanebûn bû. Dixwazin bi vê yekê derbeyekê li rêxistina me ya jinan bixin. Di heman demê de van êrîşan bi dîrokên komkujî û herdefgirtina rêveberiyên me re dubare dikin. Di 14’ê Tebaxa 2007’an de komkujiya Til Izêr bû û di 15’ê Tebaxa 2018’an de jî Endamê Koodînasyona Civaka Êzidî Şengalê Zehî Şengalî hedef girtin û duh jî di 16’ê Tebaxê de êrîşa hewayî pêk anîn û Fermendarê YPŞ Seîd Hesen şehîd xistin. Ev hemû dîrokên nêzî hev ne û tesaduf in, ev planên bi zanebûn in û armanc jê dîsa xistina çand û civaka me ya Êzidî ye.”
Şermîn bal kişand ser hevkariya hikûmeta Iraq û PDK’ê bi dewleta tirk re ji bo dagirkirina Şengalê û wiha domand: “Gelê Êzidî li Şengalê piştî êşa fermanê rêxistina xwe ava kir û jiyanê bi aram dijîn lê dijminên me statuya Şengalê qebûl nakin û her dixwazin civaka me bi êşên xwe re bijî. Bi van êrîşan destpêkê mirovên rêveber û xwedî bandor di vê civakê de hedef digrin da ku civaka me ji hev bixin, bê rêveberî bimîne û bi êrîşan re rû bi rû bimînin. Dema êrîşê û dema serdana serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji Şengalê re demên ji hev ne qut in, ev planeke berê amadekariyên wê hatine kirin. Jixwe hikûmeta Iraqê û PDK’ê jî şirîkên vê êrîşê ne û ev ne cara yekemîn e ku wisa pişta xwe didin civaka Êzidî û destên xwe dikin di nava planên qirkirina wan. Dewleta tirk dixwaze niha Şengalê bi hevkariya hikûmeta Iraqê û PDK’ê dagir bike da ku seranserî sînor bigre û di xeta sînorê di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê re derbasî Rojava bibe û herêmên din dagir bike.”
Armancên dewleta tirk li ser xaka Şengalê
Şermîn da zanîn ku dewleta tirk bi riya DAIŞ’ê re nikaribû Şengal dagir bike û niha ew bi xwe daketiye meydanê û wiha pêde çû: “Dewleta tirk ji mêjve çavên wê li dagirkirina Şengalê ye bi riya DAIŞ’ê nikaribû dagir bike û vîna me bişkîne, niha jî bi rengekî eşkere daketiye meydanê û armancên xwe datîne ser xaka me. Dixwazin her gelê me di nava tirs û xofê de bijîn û li pêşeroja xwe mêze nekin. Di heman demê de jî Kurdan bi giştî bi riya civaka Êzidî tune bikin. Belê wê ev hemû armanc neçin serî, ji ber êdî em ne Êzidiyên berê ne, bi planên wan nayên xapandin û hêza me dikare bibe bersiv ji hemû komkijî, ferman û êrîşan re. Destên dirêjî civaka Êzidî dibin em ê bişkînin. Bila dijminên me jî di wê baweriyê de bin ku em qir nabin.”
Banga têkoşîna li dijî fermanên li ser Êzidiyan
Şermîn banga bilindkirina têkoşînê li dijî planên qirêj ên ser civaka Êzidî kir û wiha bi dawî kir: “Banga me ji hemû Êzidiyên me yên Şengalê, Rojavayê Kurdistanê û yên derve re jî  heye ku destên xwe bidin hev û civaka xwe ji ferman û komkujiyan biparêzin. Werin em bi hev re tola fermanên li dijî civaka Êzidî hilînin.”