Endama komeleya Mensa ya herî biçuk Kaş Kiwîst

Zaroka bi navê Kaş Kiwîst tevlî Komeleya Navneteweyî Mensa ya kesên di ezmûna zîrekbûnê de biserdikevin, tê de tên qebûl kirin, bûye. Kaş Kiwîst endama herî biçûk a komeleyê ye.

Navenda Nûçeyan -  Zaroka Amerîkî Kaş Kiwîst ya du salî bû endamek ji Komeleya Navneteweyî Mensa. Dê û bavê Kaş Kiwîst tekez kirin ku keça wan karîbû bersiva hemû pirsên girêdayî navên parzemînan, 50 navên Dewletên Yekbûyî li gorî şikl û cîh û navê hemî hêmanên kîmyewî yên di tabela peryodîkî de, bide. Her wiha dema hîn temenê wê negihiştibû du salan wê dixwest fêrî zimanê Îspanî bibe. Ji ber vê yekê dê û bavê wê matmayî man, wan biryar da ku wê bibin cem derûnesekê. Derunas jî ezmûna Komeleya Mensa ji Kaş Kiwîst re çêkir. Kaş Kiwîst ew jî şaşwaz kir û biserket di ezmûnê de.
Hêjayî gotinê ye ku Komela Mensa di sala 1946'an de li Brîtanya dest pê kir û 145 hezar endamên wê ji 100 welatên cîhanê hene. Endamê herî biçûk ku tevlî wê bibû zarokê bi navê Mihemed Madzîm ku temenê wî du sal û çar mehe ji Dewletên Yekbûyî ye.