Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî bi rakirina çekê tê tometbarkirin

Endama KJAR’ê Werîşe Mûradî ya di dîroka 1’ê Tebaxê de li bajarê Sine yê Rojhilat ji aliyê hêzên Îranê ve hat revandin û binçavkirin, piştî 6 mehan li ser revandina wê bi rakirina çekê û rawestana li dijî Îranê tê tometbaran kirin.

Navenda Nûçeyan - Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê, der barê rewşa Endama Komela Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî (Ciwana Sine) ya 1’ê Tebaxê li bajarê Sine yê Rojhilat ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat revandin û li Girtîgeha Evîn ya Tahranê tê girtin, ji aliyê rejîma Îranê ve bi rakirina çekê û rawestana li dijî dewletê tê tometbarkirin, daxuyaniyek weşand.

Bi rakirina çekê û rawestana li dijî dewleta Îranê hat tometbarkirin

Li gorî agahiyên ku Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê, piştî derbazbûna şeş mehan bi ser binçavkirina Werîşe Mûradî re, ew ji aliyê Liqa Pênc ya Dozgeriya Giştî ya ya Dadgeha Şoreşê li Tehranê bi awayek fermî ew bi rakirina çekê û rawestana li dijî dewleta Îranê hatiye tometbarkirin.

Herwiha Tora Mafên Mirovan diyar kir ku di nava vê hefteyê de du caran ji aliyê Dadgeha Giştî ya Şoreşê ya Tehranê ve lêpirsîn derbarê Werîşe Mûradî ve hatiye vekirin.

Tora Mafên Mirovan got; “Dosyaya Werîşa Mûradî piştî ku ew bi rakirina çekê û rawestana li dijî dewletê hat tometbarkirin, rêkirin Liqa 15 ya Dadgeha Giştî ya Şoreşa Îslamî ya Tehranê.”

Çalakvana mafên jinan û endama KJAR’ê Werîşe Mûradî di meha Tebaxa 2023’yê de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li nêzîkî bajarê Sine hate revandin, heta niha di girtîgehê de tê girtin û nehiştine malbat serdana wê bike.