Endama dîplomasiya TAJÊ: Em ê têkiliyên xwe bi jinên Iraqî re berfireh bikin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li Bexdayê bi jinan re hevdîtinan kir. Endama dîplomasiya TAJÊ da zanîn ku ew ê hevdîtinên xwe berdewam bikin heta ku sîstema Şengalê bi giştî Iraqê bidin nasîn.

HÊVÎDAR ŞENGALÎ

Şengal – Bi salvegera fermanê re û bi kampanyaya “Li dijî qirkirina li ser jinan bibe dengê xweparastinê” Tevgera Azadiya Jinên Êzidî hevdîtinan bi jinên çalakvanên civakî û siyasî yên Îraqê re dike. Di 3’yê Tirmehê de serlêdana Rabîta Jinên Iraqî, Munezema Xêrê ya Jinan, Cemiyeta Azad Kurdên Filî li Bexdayê hat kirin. Di hevdîtinan de li ser pir mijaran nîqaş hatin kirin.

Endama dîplomsiya TAJÊ Ferîde Şengalî ji ajansa me re li ser hevdîtinê axivî û bal kişand ser armanca hevdîtinan, şêwazê ku hatin pêşwazîkirin, naveroka hevdîtinan û mijarên ku nîqaş kirine.

‘Wê hevdîtinên me berdewam bikin’

Ferîde Şengalî di serî de armancên hevdîtinê anî ziman û wiha got: “Weke dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî em çûn Bexdayê bi jinên siyasetmedar û çalakavan re me hevdîtin kirin. Serlêdana me bi Rabîta Jinên Iraqî, Munezema Xêrê ya Jinan, Cemiyeta Azad a Kurdên Filî bi beşa jinan re li Bexdayê em rûniştin. Bi salhatina fermanê re ku nêz dibe me hevdîtinên xwe pêk anîn û em ê berdewam jî bikin. Fermana ku hatiye serê civaka me divê em bi hemû kesan bidin naskirin. 7 hezar jin û keç ketin destên çeteyan, rastî tecawizê hatin û hatin qetilkirin. Ew ferman wê neyê jibîrkirin û em ê nedin jibîrkirin. Ev serdanên me jî di çarçova kampanyaya “Li dijî qirkirina li ser jinan bibe dengê xweparastinê” de tên lidarxistin.”

‘YJŞ li Iraqê nimûne ye’

Ferîde Şengalî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser naveroka hevdîtinê û wiha got: “Ji bo ku nakokiyên di navbera netew û baweriyên Şengalê de ji holê rabin me nîqaşên berfireh kirin. Ji bo ku Rêveberiya Xweser bê fermîkirin di Iraqê de û her kes wê nas bike jî me nîqaş kirin. Danasîna YJŞ’ê û YBŞ’ê jî hat kirin ku ew erkek e li ser milên me, em bidin nasîn û fermanê nedin jibîrkirin. Dema ku em behsa YJŞ’ê dikin di Iraqê de ji her kesê re tiştek balkêş û cuda tê dîtin. Hinek jin bi şiklî bûne polîs an di cihên leşkerî de cih girtine lê neketine nava şeran û welatê xwe neparastine. Jinên ku berxwedaniyeke mezin raber kirin û li hemberî DAIŞ şer kirin şervanên YJŞ’e bûn. Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê hatin nîqaşkirin û hat diyarkirin ku divê ev yek neyê qebûlkirin.”

‘TAJÊ sîstemek bihêz e ji bo jinan’

Ferîde Şengalî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser sîstema hevserokatiyê û rêxistina TAJÊ ku çawa ji jinên Iraqî re nimûne ye û wiha got: “Pêşwaziya wan gelekî germ bû, sîstema ku li Şengalê heye û tê jiyîn bala wan pir kişand û sîstema hevserokatiyê ku jin û mêr herdu pêşeng in tê de, pir bala wan kişand. Rêveberiya Xweser fermî nîn e di Iraqê de. Ji bo wê jî tenê navê Rêveberiya Xweser bihîstine lê sîstema wê çawa ye û li ser çi pîvanan e pir agahiya wan jê nîn e. Di heman demê de sîstema TAJÊ ya ku jin bi tena xwe, xwe birêve dibin jî pir zêde bala wan kişand. Ji ber ku tu sîstemeke wisa di Iraqê de tunebû. Tu carî jinan xwe birêve nebirine, her dem zilam hebûye. TAJÊ jî sîstemeke taybet e û em ê têkiliyên xwe bi hemû jinên Iraqî re berfireh bikin da ku bikaribin sîstema xwe bidin naskirin.”