Endama Şandeya Platformê Evîn Aydin: Jin welat diparêzin
Evîn Aydin a Endama Şandeya Platforma Yekitiya Jinên Kurd a ji bo pêkanîna yekitiya jinên Kurd û bihêzkirina têkoşîna hevbeş a jinan, li Başûrê Kurdistanê bi aliyên siyasî re civiya, behsa girîngiya platformê û têkoşîna hevpar a jinan kir.

TEWAR PÊNCEWANÎ
Silêmanî – Şandeya Platforma Yekitiya Jinên Kurd ji Bakurê Kurdistanê di 11 Kanûnê de serdana bajarên Hewlêr û Silêmaniyê kir û bi aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re civiya.
Şande ji parlamentera HDP’ê Nuran Îmîr, endama platforma yekitiya jinên Kurd Gulşen Sencar, cîgira hevserokatiya Partiya Herêmên Demokratîk û endama platforma yekitiya jinên Kurd Evîn Aydin, akademîsyen û mamosteya zimanê Kurdî û endama platforma Yekitiya Jinên Kurd Zeyneb Dînçer, endamên partiya Azadî ya Kurdistanê ya li Bakurê Kurdistanê û damezrînerên platforma yekitiya jinên Kurd pêk dihat.
Şandeyê di serdanên xwe de bi Yekitiya Parlamenteran, Encumena bilind ya xaniman a girêdayî hikumeta herêma Kurdistanê, Jinên Hizba Şia, Tevgera Goran, Yekitiya jinên Kurdistanê, Tevgera Azadî, Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê RJAK, REPAK, Jinên Sosyal Demokrat ên Kurdistanê, Xwişkên Yekgirtû û Şanaz Îbrahîm Ehmed û bi çend aliyên din re civînan li dar xist. Mijara guftûgoyê ya sereke li ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêma federal a Kurdistanê û tundîtûjiya li hemberî jinan bû.
‘Armanca platformê yekitiya gel û jinên Kurd e’
Endama Platfotma Yekitiya Jinên Kurd a Bakurê Kurdistanê Evîn Aydin behsa armanca avakirina platforma yekitiya jinên Kurd kir û got: “Platform ji bo yekitiya gelê Kurd xebatek taybet dide meşandin. Bi taybetî jinên ku ji demên bere ve heta niha li dijî zilm û zordariyê tekoşiyane hene. Di platformê de em ê bi hebûn û îradeya xwe hewl didin pirsgirêkan çareser bikin. Armanc ew e ku ev platforme bibe yekitiyek xweser ji bo gelê Kurd û jinan.”
Evîn Aydin behsa jinên li Kurdistanê û welatên derve ku di rewşa tundîtûjiyê de dijîn kir û bal kişand ku Yekitiya Jinên Kurd pêwîstiyek sereke ye û wiha got: “Di vê serdemê de em jinên Kurd dibînin ku yekitî çareseriya hemû pirsgirêkên civakê û jinên Kurd e. Ji bo vê platforma Yekitiya Jinên Kurd dixwaze yekitiya gelê Kurd li hemû cîhanê ava bike. Ji ber ku em dizanin ji derveyî wê jinên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê dijîn, ew hemû jin ji bo jiyana aram koçber bûne, ji ber wê divê em li welatê xwe aramî, ewlehî û tekitiya xwe ava bikin.”
‘Jin welat diparêzin’
Endama Platfotma Yekitiya Jinên Kurd a Bakurê Kurdistanê Evîn Aydin destnîşan kir ku dayik-jin çawa malbatê ava dikin, ji hemû cureyên zilm, êrîş û dagirkeriyê diparêzin, aramiyê ava dikin, bi heman awayî jinên Kurd welatê xwe jî diparêzin û wiha domand: “Ev sed sal in jinên Kurd, li hemû deran rastî zilmê hatine, zarokên xwe ji dest dane, destdirêjî û tundîtûjî li hemberî wan hatiye kirin, şên mezin jiyane. Îro dayik bi laçikên xwe yên spî ji ber zilmê nerazîbûnên xwe diyar dikin. Îro em jî barê êş û nerazîbûna wan dayikên ku xwedî laçikên spî ne didin ser milên xwe û bi yekgirtî û yekitiya gelê Kurd û jinan govenda yekitiya gelê Kurd digerînin.”
Şandeya jinên ji Bakurê Kurdistanê hefteyek e bi armanca pêkanîna yekitiya jinên li her çar parçeyên Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê li gel jinên aliyên siyasî û rêxistinan re dicivin.